Di1'ê Tîrmeh a 2013'an desaziya li dijî tundiya li ser jinan Sara wekî yekemîn sazî li Rojavayê Kurdistanê ku li dijî êşkence, tendiya psîkolocîk û bedenî, kuştin û hemû şêweyên tundiyê ku derheqê jinan tên kirin, ji aliyê 11 jinên serbixwe yên bajarê Qamişlo ve hate avakirin. Piştre hejmara endamên wê gihişte 25'an û rêziknameya wê bi zimanên Kurdî, Erebî, Ingilîzî û Fransî hate dayîn û gelek komîteyên saziyê hatin avakirin. Ji komîteyên saziyê Komîteya Qanûnî ya saziyê ku bi çareserkirina doz û pirsgirêkên girêdayî tundiya derheqê jinan de bi riyên aştiyane re mijûl dibe. Her wiha gelek komîteyên din ên wekî Komîteya Xizmetan û Projeyan, Komîteya Çapemeniyê, Komîteya Têkiliyên Derve û Komîteya Maliyê hene.

Têkiliyên bi saziyên jinan re

Endama Saziya Sara Nûra Xelîl diyar kir ku wan karîbû bi gelek sazî, tevger û rêxistinên jinan ên bajarê Qamişlo û hemû herêma Cizîrê re têkevin di nava têkilî, kordînekirin û karê hevbeş de.
Nûra Xelîl got ku ew ji aliyê rêxistinên jinan ên Bakûrê Kurdistanê gelek caran hatine vexwendin û ew çûne serdana rêxistina jinan a li Cerene û bi derbarê rêbaza pêşxistina kar de gotûbêj kirine.
Saziya Sara, dewreyên perwerdeyên ramanê ên girêdayî tundiya li ser jinan û rêbaza çareserkirina pirsgirêkên wan organîze dike. Sazî naverok û bingeha perwerdeyên xwe ji pirtûkên taybet bi tundiya li ser jinan, Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavokên Navenda Lêkolînan a girêdayî Yekîtiya Star digre.
Saziya Sara derbarê dozên tundiyê li ser jinan ên li herêmên Cizîr û Efrînê di sala 2013'an de pêk hatine de, lêkolîn û lêgerînek taybet kiriye. Li gorî lêgerîn saziyê, 1179 rewşên tundiyê di herdu herêma de hatine derxistin. Ji van dozan 36 kuştin, 21 bazirganiya jinan, 14 destdirêjiya zayendî, 151 jî berdan û gelek şêweyên din ên tundiyê hene.
Saziyê her wiha gelek çalakiyên protostoyî li dijî tundiya li ser jinan lidar xistiye û gelek daxuyanî daye.

Pîşe ji bo jinê jêdera aboriyê ye


Endama saziyê Nûra Xelîl destnîşan kir ku saziya wan ji bo jinên hejar û xizan ên ku xwedî pîşeyên wekî terzî û tevna hiriyê kar peyda dike û makîneyê taybet bi van pîşeyan dikire da ku karibin debara jiyana xwe û malbatên xwe bikin û heta niha 10 jin li gel wan dixebitin.
Nûra Xelîl da zanîn ku armanca wan ji vê projeyê ew e ku febrîqeyeke taybet bi pîşeyên jinan bête vekirin. Li gorî Nûra Xelîl dê proje bêhtir berfireh bibe û jinên ku baş dizanin bixebitin wê jinan derbarê van pîşeyan perwerde bikin.

Saziya Sara li Efrînê
Di axaftina xwe de Nûra Xelîl got ku gelek jinên ên herêma Efrînê bi internetê ji wan xwestina ku beşekî saiyê li Efrînê bête vekirin û diyar kir ku sazî niha derbarê vekirina beşê xwe li Efrîn û kobanê lêkolîn û hewldanan dike û dê di demeke nêz de li Efrînê beşekî xwe veke. Saziyê karîbû di nava 9 mehên derbasbûyî de 15 pirsgirêk û dozên girêdayî tundiya li ser jinan bi riya komîteya xwe ya qanûnî çareser bike. Endama Komîteya Qanûnî ya Sara Roza Yûsûf da xuyankirin ku hate niha wan 10 pirsgirêkên di navbera hevjînan de çareserkirine û ew li hev anîne û 5 pirsgirêkên din ên hevjînan bi berdanê hatine çareserkirin.
Roza Yûsûf anî ziman ku jin rastî hemû şêweyên tundiyê yên wekî lêdanê ji aliyê hevjîn an jî kesekî din ji malbatê tê û wiha got: "Tundiya li dijî jinan tê bikaranîn ne tiştekî hêsan e. Jin dema ku dixwazin berê xwe bidin navenda me û giliyên xwe bikin bi rê û rêbazên cuda cuda û bi awayekî neeşkere xwe digihînin me. Ev yek bandoriya mezin a tundiyê ku pîvanên exlaq  û mirovaniyê nas nakin nîşan dide."


DÎLBER EHMED/ANHA/QAMIŞLO