
Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe
Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî
Şewket: Lew şitaney le Çîn sebaret be tîbî derzî aktupuncture fêr bibûy kelkit werdegrit?
Laşayî: Le duway geranewe le Çîn maweyekî zor kelkim werdegrit le aktupunktur. Ew maweyey le Kurdistan bûm tûrekeyekim hebû pirî derzî ke car car kelkim lê werdegrit. Belam kem kem le ber bekarnehênanî, ew zanyarîyey le ser tîbî derzî hem bû le bîrim çuwewe [êsta Dr. Ceyran Laşayî kiçî nemir Laşayî le Emrîka pisporî aktupunktur û dermanî Rojhellatî ye, H.Q.]
Şewket: Gişt ew maweye le Bekreco bûn?
Laşayî: Le Bekreco dîwêkî piçûkyan dabû be destey ême. Pêşmergekanîş her lewê dejyan. Şwênî hawanewey ême le beşî serekî kempeke bû ke defterî mam Celalîş her lew beşe helkewtibû. Her lewê lew dîwe piçûke da nanman dexward û şewane le ser zewî denustîn. Le heman katda çunke be resmî beşêk le pêşmergekan bûyn û kartî pênaseman hebû, mangane mûçeyekîşman werdegrit.
Şewket: Çend?
Laşayî: Mangê 5-6 dînar ke bo xercî şexsî bû. Car car bo hemam kirdin deçûyne Silêmanî û le geranewe da nan û kebabêkman dexward ke be şitêkî lûksî jiyan dejmêrdira. Be taybetî eger perdaxêk awîcoşî legel bûbaye. Le Silêmanî dostî awaman hebûn ke pêşmerge nebûn, belam endamî Partî Dêmokrratî Kurdistanî 'Êraq bûn. Ewan zurbeyan mamostay medrese yan mûçexorî şaredarî bûn. Car car deçûyne dîtinyan û le yaney şarî da ke le dîwêk û hêndêk kursî û mêzî asin pêk hatbû dadenîştîn û qiseman dekrid. Le Bekrecowe ta Silêmanî rêgayekî ewto nebû û çûne Silêmanî taqe rabuwardin û pişûy ême bû.
Şewket: Boçî zû zû nedeçûn?
Laşayî: Be metrisî bû. Car car wa debû ke destey riqeber takuteray yektiryan rûberûy çayxane yan hemam têror dekrid. Her boye her katêk ke deçûyne hemam, kesêkman le ber dergay hemam dadena kêşik bigrê.
Şewket: Bew hemû serqalîyewe katî azadîştan hebû?
Laşayî: Katman be dest xoman bû. Le hemû şitêk ziyatir katman hebû.
Şewket: Ey pêşmergekan çon?
Laşayî: Ewan bernameyekî wurdtiryan hebû u bernamey ême û ewan zor car debû be yek, seretay şew her ke hewa tarîk debû debû binûy û berî beyanî be dengî mirîşk û qûqûy kelebab û denge dengî pêşmergekan be îcbar wexeber dehatî.
Şewket: Aya hîç le xotan deprisî ke ew manewe dûrudrêje, ewîş le dewruberî Silêmanî le ber çîye û key tewaw debê?
Laşayî: Bo na, hewseleman be ser çû bû. Manewe lewê le seretawe xoş û dilrakêş bû belam kem kem hemûman mandû bibûyn. Helbet debê serinc bidrê ke meseley têperînî zeman lewê manay tewaw ciyawaz bû le hî Urûpa. Eger wîstibat sefer bikey bo cêgayek, şiteke roj û hefte nebû. Deyangut eger befrekan tuwanewe detuwanî biçî yan duway xerman helgirtin bigerêyewe. Bere bere xût degrit be nasandinêkî ewto le ser kat û têperînî zeman.
Şewket: Ew şitanetan legel Talebanîş dehêna gorê?
Laşayî: Qiseman legel dekrid û Mam Celal le ser binemay rêwresmî mîwandarî û mîwandostî pêkêşî legel dekridîn bimênînewe. Egerçî leweş tê degeyişt le manewe û çaweruwanî kirdin mandû bûyn, belam girîngtir le gişt ewane wez'î rûhî xoman bû. Hatbûyne Kurdistan û destman le ser dest danabû û çaweruwan bûyn. Çaweruwanî helumercêk ke bituwanîn biçîne Kurdistanî Êran û dest bikeyn be xebatî çekdarane. Belam bew xeberane ke le Êranewe dehatin û ew şitaney le ber destman bûn, kemtirîn îmkanî serkewtinman bedî ne dekrid. Hêzekanî erteş û jandarmerî gişt nawçekanî Kurdistanî Êranyan le jêr kontirol da bû û her hewlêk bo dest kirdin be xebatî çekdarane le helumercêkî awa da awanturîstî û xokujî tewaw bû. Ew nirxandine tenê akamî lêkolînewekanî ême nebû. Talebanîş ke ezmûn û zanyarî heta bilêy herawtirî le ême hebû le ser ew bawere bû ke dest kirdin be 'emelîyatî çekdarane lew helumercî da bê fayde bû.
Şewket: Legel hemû ewane dû sal taqettan hêna û ewe karêkî piçûk nebû. Sebrî Eyûbî dewîst ke însan ew hemû kate, xoy xerîk ka be nan û kebabî Silêmanî û lêkbestinî Marksîzm û panismanî birîn le Bekreco.
Laşayî: Lew maweye da Perwîz Wa'îzzade le Urûpawe hate Kurdistan [rewanşad Perwîz Wa'îzzade le pelamarêkî hêze emnîyekanî Êran le Taran le 30.9.1355 (21.12.1976) giyanî le dest da, têbînî H.Q.] û duway gengeşe û giftugo legel wî biryar dira Kurdistan be cê bihêlîn.
Dirêjey heye
Wêne: Perwîz Wa’îzzade le rêberanî Sazmanî Înqîlabî u berpirsî nawxoy Êran.