
Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe
Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî
Şewket: Çi biryarêkt da?
Laşayî: Be pêy ewey le derûnim da radebra dû rêgam le ber bû. Ya xom bikûjim û yan legelyan bisazêm û xom rizgar kem. Be qebûlî ewey ke şikawim, rêgayekî itrim le ber nebû. Çend rojêk le şik û guman û bêçareyî da derbaz bû ta ewey ke rêgay duwemim helbjard.
Şewket: Îmkanî xoragrî le jêr eşkence û duwacar mergit çon dedeê?
Laşayî: Êmkanî xoragrîyekî ziyatrim ne dedî. Belam hoy ewey ew bijardeyem helnebjard ewe bû ciyawazîyekî bineretîm le nêwan xo kuştin yan kûjran da nededî. Rojêk be helkewt le qawşekem da hendêk hebim dîtewe. Hebekanim kokirdewe û pêm wabû bikrê be xwardinî wan xom bikûjim. Helbet nemdezanî hebekan be karî çi dên? Ew fikre le serim dabû, belam lew biryare peşîman bûmewe.
Şewket: Pêşnyazî wutwêjî çapemenî û radyo têlêvîzyonî to kirdit yan ewan?
Laşayî: Duway ewey ke nawî xom gut, peyta peyta pêdagrîyan dekrid peşîmanî derbibrim û dest le bîrubawerim helgrim bo ewey karyan pêm nebê. Belam hêşta meseley beşdarî le wutuwêjyan nehênabuwe gorê. Her çend bew pêşîneyey ke lemer Parsanejad û Nîkxa le zeynim da bû, aşkira bû ewey ewan daway deken be wutuwêjêkî awa kotayî dê. Legel eweş be başî webîrim naye çi kesêk le pêşda babetî beşdarî le wutuwêjî çapemenî û radyo têlêvîzyonî hêna gorê.
Şewket: Be hênane gorî meseley wutuwêj helsukewtyan çon bû?
Laşayî: Katêk meseley wutuwêjekem qebûl kird, gutyan herçî detewê bîlêy bînûse.
Şewket: Qebûlit kird?
Laşayî: Babetêkî kurtim nûsî. Bew nawerokewe ke şikan hokarî serekî teslîm bûnme û eweş be nîşaney ewey ke rêgakem durust nebuwe.
Şewket: Kardaneweyan çi bû?
Laşayî: Çûn û hatnewe û gutyan ewey nûsîwme şiyawî qebûl kirdin nîye. Gutyan: "eger detewê binûse û eger natewê bilê bo ewey teklîfî ême rûn bêtewe."
Şewket: Yanî teklîfî to rûn bêtewe.
Laşayî: Lew nawe da lêprisînewekan be hurmetewe dekran û dawayan le min dekrid nawî endamanî Sazmanî Înqîlabî ke be aşkira yan be nihênî le Êran dejîn bilêm. Min sênaryoyekim bo xom saz kird bew şêweye ke tewawî ew kesaney ke deyan nasin û dezanin le Êran dejîn binasênim, be pêçewaney ewe, ew kesaney ke le Êranin belam Sazmanî Emnîyet agay le bûnî ewan le Êran nîye, nenasênim. Ew bijardeye karêkî asan nebû.
Şewket: Dijwarî kareke biryar danêkî awa yan encamdanî bû?
Laşayî: Debû bawerî ewan wedest bênim û hîç kesîş pêwe nekem. Debû ewendeyan zanyarî bidemê ta bawer be qisekanim biken, be bê ewey qiseyekî ewtoşim kird bê.
Şewket: Bo wêne çi core zanyarîyek?
Laşayî: Bo wêne ewey ke Perwîz Wa'îzzade le Êrane û yan endamanî ew gurûpey ke çûne Kûba çi kesanêk bûn û lew nawe da tenê nawî ew kesanem hêna ke nasra bûn û nawî hêndêk kesim nehêna Hêndêk le wan le Êran dejyan û qet negîran.
Şewket: Pêştir amajet pê kird ke le akamî î'tîrafî to da kes negîra û nawî zor kesanit neda be Sawak, belam nawî hêndêk wek Perwîz Wa'îzzade û Mehweş Casimît dirkand. Bo kesî dîkeşt le Êran denasî?
Laşayî: Zor kesim denasî. Hewel ewey gurûpêkî 5 kesî ke nardimne Çîn û be aşkirayî le Êran dejyan û qet pêwe nebûn. Jimareyekî zor lew kesaney ke le Urûpa endamî Sazmanî Înqîlabî bûn tenê min agam le endametî ewan hebû, lew malaney ke lêyan dejyayn û şwênî bilaw kirdnewey çapemenîyekan û ew kesaney ke wutaryan bo sazman denûsî be nenasrawî manewe. Le naw endamanî sazman le Urûpa, sê kes le layen minewe be cwê bo têperandinî xulî perwerde nardirane komarî gelîy Çîn û hêştaş kes nayannasê. Hêndêk le takuterayan hatuçûy Êranyan dekrid û car car le Êran û Urûpa pile u payey hestyarîşyan be dest dehêna. Ewaneş ta êsta ke ême ew qisane dekeyn her wa nenasrawin û cige le min hîç kam le rêberanî Sazmanî Înqîlabî hîç zanyarîyekyan sebaret be helkewt û pêwendî ewan nebû û hîç şitêkyan bo nehate pêşê. Nawî hêndêk le takuteray gurûpî Kûbam ke be aşkira gerabûnewe Êran ne dirkand. Hîç basî Me'sûme (Şikuh) Tewafçiyan mi nekrid ke le Asin Tuwandnewey Îsfehan karî dekrid û endamî sazman bû. Leweş derçê, nawî ew kesem bas nekrid ke pêwendî nêwan Xusrew xan Qeşqayî û Mêhdî Bazirgan û 'Êzetulay Sehabî bû û le serdanî [zemanî xwêndkarîm] bo Êran peyamî Xusrew xanim bew da bo nardin. Le hemwan girîngtir nawî takuteray ew gurûpem bas nekrid ke le duway dîtnî perwerdey têorî û nîzamî le Çîn çûnewe Êran bo ewey yarmetî biken bew hawrêyaney le bizûtnewey Cunûbewe [mebest serhelldanî Behmen Qeşqayî ye be dijî rêjîmî Şa, H.Q.] gilabûn. Mi mebestim ewe nîye bem qisane bergirî le xom bikem. Emin parastinî nihênî û nedirkandinî nawî takuteram be erkî exlaqî xom dezanî û ew belênîyem neşkand.
Dirêjey heye...
Wêne: Lapereyekî ‘ Tîşik ‘ ke layen Komîyey Şorişgêrî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan ewe derçûwe , Jimarey 1,salî 1 November 1966