Laşayî: Dezanim. Yanî destit le dîn û mezhebêk helgirtûwe û legel fîrqeyekî dîke kewtûy. Belam xiyanet rehendî dîkey lê debêtewe ke sezay merg e. Komonîstekan bew kesaney ke be wurdî be gwêyan neken û legelyan nebin, delên xaîn, murted û mulhîd û ewe giriftî gewrey exlaqî ewane. Le naw katolîkekan, û le naw musulmanekanîş da her waye. Belam kêşeke le ast îrtîdad û ladan da namênêtewe û be gengeşey fikrî tewaw nabê, belkû qetlîşit wacib debê. Her wek ewey ke le cumhûrî Îslamî da zor kesyan be dujminî xuda dana û kuştyanin. Tenê le ber bîr û baweryan.Tenê le ber ewey şitêkî dîkeyan gutbû. Şitêk ciya le qisey murşîdî serekî. Emin ew kêşeyem legel komonîstekanî çaxî nwêş heye.
Şewket: Eto carêk le ber bîrûbawerekanit be wez’êkî ke be tobzî bot hate gorê, destit le hawrêyan û hogrîye siyasîyekanit helgirt û bew biryare piştit le zor şit kird û nirxekeşit da. Çon bû ke le duway şoriş û muhaceretî naçarî destit le xebatî siyasî helgirt? Gîr u giriftî pêrageyiştin be wez'î xot û berpirsyaretî binemaleyî le rûy însanîyewe cêy lê têgeyiştine. Ewe yekem car nebû tûşî bijarêkî ewto dehatî. Yekem car nebû ke bê pasportî mu'teber mabûyewe?
Laşayî: Renge le duway çend car hewil û kirukaş mirov destewestan bê. Emin geyiştme ew akame ke seretî bidem be parastin û ragirtinî binemalekem. Le rabirdû da seretî danim be pêçewane bû û le rastî da hest be şerim dekem. Le ber ewey nem tuwanî bo dû kurekanim (le zewacî yekem) bawk û serperistêkî binemaleyî baş bim û wek delên, le pênaw xebat da destim lewane hemûyan helgirt. Pêm waye, ewe karêkî hele bû.
Şewket: Wata dûre perêzît kird le karî siyasî û komelayetî?
Laşayî: Her waye, be tewawî xom taq xistewe. Beşêkî le ber wez'î qanûnî u pîşeyî bû û beşêkîşî le ber barudoxî rûhî û fikrîm.
Şewket: Hîç xewnî siyasît dedî?
Laşayî: Na, zor carî wa bû le xewnim da demdî le rêbendanî maşênan da gîrim xuwardûwe û xerîkim heldêm û polîs rawedûm denê, ew demaney wexeberîş bûm doxî xemokîm hebû.
Şewket: Le ber muhaceretî be tobzî û ewey le Êranê da qewma bû?
Laşayî: Her dûkyan, mergî Nîkxa zorî ratlekandim. Carêkîş wêneyek le çapemenî Emrîka da bilaw bibûwewe ke qet le bîrî nakem. Wêney tîrebarankirdnî çend cewanî Kurd bû. Yekyan be destî panisman kirawewe ke le milî pêcrabû û yek duwanêkîşyan le ber ew gulaney wa bedenyan kewtibû xerîk bû dekewtin. Renge le ber ewey ke Kurd bûn û ew heste taybetî û girêdirawîyey ke sebaret be Kurdistan hestim dekrid ew wêneye ewende emnî ratilekand bê. Xew û bêdarî ta maweyekî zor çi sinûrêkî diyarîkrawî bo min nebû. Car car le xew da pêm wa bû hemû şit waq'î ye û le bêdarîş da pêm wa bû hemû şit xewn e. Detgut tûşî doxî cunûn hatûm. Ewe hemûy akamî ew xemokî û naumêdîye sextey bû ke sebaret be bar û doxî Êran têmda pêk hatbû. Ew şê'rey be yadî Xusrew Sefayî û Perwîz Nîkxa gutim nîşanderî ew doxe rûhîye bû. ….. Dr. Kuruş Laşayî duwayî ewey le Emrîka le buwarî derûnnasî dirêje be xwêndin deda çend sal wek pizişkî derûnnas kardeka u be daxwe tûşî nexoşî şêrpence dê u le Emrîka malawayî le jiyan deka. Dr. Kuruş Laşayî le 15.01.1938 le şarî Reşt le Bakûrî Êran u nawendî herêmî Gêlan le dayîk bû u le 02.10.2002 le Sacramento bee le Bakûrî eyaletî Kalîforniya çawî wêk na.
Dirêjey heye...
Wêne1: Duwayin wêney Laşayî 2 mang ber le koçî duwayî
Wêne 2: “êney ê’damî cewananî Kurd be fermanî Xelxalî le firokexany Sine, 27.08.1979. Ew wêneyey ke Laşayî basî deka.
hsghazi@gmail.com Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (28)
Wene1
Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe
Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî
Şewket: Îrtîdad û ladanîş barî nêgatîvî heye. Wene 2

hsghazi@gmail.com