Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe

Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî

Şewket: Helkewtî pêgey nîzamî Bekreco çon bû?

Laşayî: Pêştir amajem pê kird ke pêgey Bekreco le nizîk Silêmanî helkewtibû, nizîkey 80 ta 100 koxî têda bû ke pêşmergekan legel binemalekanyan lewê bûn. Hawserî yekêk le pêşmergekan nexoş bû û dawayan le min kird fehsî kem, belam le ber ewey piyaw bûm, îznî nededa. Axrekey duway hezar û yek tika û temena, razî bû duway fehseke derzîyekî lê bidem.

Şewket: Nexoşîyekî çi bû?

Laşayî: Nexoşêkî çilkî. Belam îlan û bîlan deygut eger îzin bida derzî lê dem be lêbirawî nexoşîyekey lêy pîs deka. Duwacar razîman kird. Belam şertekey ewe bû le ser kirasekeyewe derzî lê dem. Dîtim çareyekim nîye û qebûlim kird, çunke gumanim nebû ke pêdawîstî be antîbîyotîke û ewey leber destim da bû tenê le rêgay derzî lêdanewe, heldesûra. Duwacar le ser kirasekeyewe derzî madey antîbîyotîkim lê da û le bextî xirap, ew corey pêşbînîm kird bû halî xiraptir bû, çunke be egerî zor kirasekey alûde bû û baskî çilkî kird û kêşeke gewre buwewe. Legel eweşda, zortirî mudawa pizişkîyekanî min û Parsanejad serkewtûwane bû û eweş le naw pêşmergekan û xelkî awayiyekan î'tîbarî bo saz dekridîn.

Şewket: Dermantan çon peyda dekrid?

Laşayî: Bo pêdawîstîyekanî ême derman be endazey kafî hebû herçîyek pêwîst bûba le Silêmanî demanhêna.

Şewket: Roj û şewtan çon tê deperrand?

Laşayî: Rojî çend se'atêk legel pêşmerge Êranîyekan tê deperî. Le naw xoşman da kobûneweman hebû û leweş derçê, legel endamanî Partî Dêmokrratî Kurdistanî 'Êraqîş hêndêk hatuçûman hebû. Kemêkîş xizmetî pijişkîman encam deda. Bernamey fêrkarî û perwerdeman bo pêşmergekanî Kurdî Êranî û 'Êraqîş her wa le rojevî karman dabû.

Şewket: Çi core kitêbêktan bo bernamey perwerde û fêrkarî le berçaw girtbû?

Laşayî: Heman ew kitêbaney ke le hewzey teblîxatî da deman xwêndnewe. Ziyatir nûsrawekanî Mao, çend nûsraweyekî Stalîn, helbijardey Lênîn û babetî zor kemî Marks û Êngêlsîş ke wergêrdirabûne ser zimanî Farsî. Leweş derçê, min û Siyaweş [Parsa- nejad] îş bernamey polî yarmetî seretayî pijîşkîman hebû. Maweyek duwatir ew û 'Elî Sadiqî man nard bo Helebce ke le nizîk sinûr helkewtibû û têkhelçûnî nîzamî lewê le şwênî dîke ziyatir bû. Siyaweş hem be wez'î birîndarekan radegeyişt  û hem xelkî nawçekey tîmar dekrid. Le yekêk le polekanî yarmetî seretayî pijîşkî ke ziyatir jinanî endamî Partî Dêmokrratî Kurdistanî 'Êraq têyda beşdar bûn, biryar bû têkelêk le yarmetî seretayî pijîşkî û Marksîzm ders da bidrê. Ew polane min îdarem dekrid.

Şewket: Lêkbestinî yarmetî seretayî pijîşkî û Marksîzm îdî çi diyardeyeke?

Laşayî: Corêk lew têgeyiştine sawîlkaneyey bû ke lemer Marksîzm le Çîn fêrî bibûyn. Bo wêne be çi şêweyek dekrê be birîndarêk ke tuwanayî xo şutnî nîye û mîz û pîsayî be xoyda kirduwe xizmet bikrê û ew kare le dilewe u bê dilbêzî bikrê. Karêk ke zor kes le encamdanî xo dediznewe. Min ewem legel cûlanewey daykêk ke aşqî mindalekeyetî û pêy radega berawerd kird, le katêkda le encamdanî ew kare bo mindalî kesêkî dîke pê dizîlke bika. Şîm dekirdewe tenya tefawetêkî ke lew nawe da heye ewîn û xoşewîstî mindale. Duway şî kirdnewey ew ewîne basî ewîn û xoşewîstî komelanî xelkim dekrid ke encamdanî her karêk eger le xizmet ewanda bê dekrê le dilewe bê.

Şewket: Çend kes lewan bext yaryan bû ke bituwanin lew polane da beşdarî biken?

Laşayî: Nizîkey 15 kes. Polekan hewtûy carêk bû û  mawey dû se'at bû. Bernamey ew pole le ser yek le nêwan dû ta sê mang bû. Be kotayî hatnî her xulêk, xulêkî taze destî pê dekrid. Hêndêk le şagirdekan Kurdî 'Êraqî bûn û hêndêkîşyan le Êranewe hatbûne em berey sinûr.

Şewket: Sebaret be yarmetî seretayî pijîşkî, cige le "lêkbestinî yarmetî seretayî le Marksîzm" çi şitêkî dîke be ders degutra.

Laşayî: Pansmanî birîn, henasedanî deskird, ragwêstinî kesî birîndar û şitî wek ewane. Hellbet ziyatir sernic dedra ser meseley îdêolojîk. Polî ciyawayişman bo pêşmergey cewanî Êranî dana ke lew polane da bîruray Mao Tsêtung man be ders degutewe. Be rêkewt ewey Mao basî lêwe dekrid, le jîngey Kurdistan da zor hest pêkrawtir bû ta Urûpa. Ew Marksîzmey ême demangutewe birîtî nebû le, serkone û rexne le ruwangey Trotskî yan têorî zêde bayexî Marks. Belkû ew şitane bû ke ziyatir lemer jiyanî werzêrî û zulmî xan û fêodalekan bû.

Dirêjey heye

   

Wêne: Kuruş Laşayî ber le wefatî be çend mang