Şewket: Bo kwêyan bang kirdî?
Laşayî: Wîstibûyan biçme îdarey Sawak û lewê çawim be Kurdêk kewit. Her ke minî dî gutî hêndêk pirsyarim heye û biryar dira pirsyar bika û wulamî bidemewe. Yekem pirsyarî ke haletêkî sûkayetî kirdin be Kurdekanî tê dexwêndirawe bew risteye tewaw kird. "Êsta ke rêgrekanman nabûd kirduwe, herçî dezanî bîlê." Be bîstinî ew qiseye zor tûre bûm û pêm gut, "Destbecê lem dîwe derkewe derê." Zorî pê peşoka, çunke çawerêy nedekrid awa bicûlêmewe. Lew deme da ew cewaney xelkî Rezaye û "memûrî muhteremî Sawak" ke wekû hemîşe le gelim bû nawbijîwanî kird û minî le dîweke birde derewe. Minîş serim daxist û le îdarey Sawak hatme derewe. Îdî lew berware be duwawe kes soraxî nekirdim. Ew rûdawe ezmûnêkî baş bû bo min. Bo yekem car hestim kird, natuwanin her çîyekî biyanewê legel minî biken. Çunke be encamdanî wutuwêjî çapemenî û radyo têlêvîzyonî minyan gewre kirdbuwewe, neyandetuwanî dîsan bimgirnewe û zîndanîm kenewe. Deyanewîst bilên rêberî Sazmanî Înqîlabî teslîm buwe û bexişrawe. Girtnewem û dîsan azar dan û ezîyet kirdnim gişt sitratêjî ewanî serubin dekrid. Le ber ewe hestim kird ziyatir dewêrim û pêwîst naka hemîşe le tris û dilerrawke dabim. Ba wekû ewe ew dimeqaleye legel ew Kurde sawakîye le rûy pilanewe nebû, belam ezmûnêkî baş bû bom. Têgeyiştim barteqayek le nêwanman da saz buwe.
Ew wez'e le salekanî duwatrîş da berdewam bû û têgeyiştim bo Sawak dijwar debê dîsan bimgrêtewe û zîndanîm ka. Bew pêye katêk deyanewîst guşarm bo bênin le şêweyekî dîke kelkyan wer degrit. Bo wêne le hîç û xorrayî û bê ewey hîç belgeyekyan be destewe bê xuşkyan girtim [mebest hunermendî neqaş û wergêr Ferîde Laşayî ye, H.Q.]. Carêkî dîke dway yek dû sal Perwîz Wa'îzzadem le xiyabanê dît. Û webîrim dê nizîk nîwero le xuwar çuwarrêyanî Pehlewî deçûme malî, yek le dostanî xuşkim ke nexoş bû. Rastit biwê be bê ewey pare werbigrim lêr û lewê tebabetî îzin pê nedrawim dekrid. Her ke geyiştme nizîk malî ewan, le pir Perwîz le ber demim qut buwewe. Belam her ke minî dît, bê ewey bişemzê û zor be asayî serî daxsit û çuwe ew berî xiyabanê. Hewtûyek duwatir Mihemed Bahîrî, cêgirî werzîrî derbar pêy gutim: "Sawak raportî dawe be Şa to, Perwîz Wa'îzzade le rêberanî Sazmanî Înqîlabît le xiyaban dîtuwe û guzarîşit nekirduwe." Be bîstinî ew qiseye wîşk helatim. Bahîrî lêy ziyad kird be pêy îdî'ay Sawak ew meseleye nîşan deda Laşayî hêşta le rabirdûy xoy helnebrawe.
Dirêjey heye…
Wêne: Laşayî katî kobûnewe legel çapemenî u qise kirdin le têlêvîzyon u radio da; Şeme 1351.11.09 (mîladî 30.12.1972).
hsghazi@gmail.com Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(24)
Awrêk le bizûtnewey Çepî Iran le nawewe
Hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Kuruş Laşayî
Şewket: Eger le ruwangey emrowe lêy birwanî beşdarî le wutuwêjî çapemenî û radyo têlêvîzyonî û ewey kira be boçûnî to durust bû?
Laşayî: Edî durust bû û lew babetewe hest be peşîmanî nakem.
Şewket: Jiyanî rojanet çon tê deperand?
Laşayî: Her le heman rojî yekemewe Sazmanî Emnîyet rabîtêkî bo danabûm. Kesêk ke hemû rojê beyanyan dehate malî bawk û daykim û ta duwayî şew demayewe. Bo her kwêyek çûbam legelim bû.
Şewket: Çawî be sertewe bû?
Laşayî: Deyanwîst bizanin çi bernameyekim heye û demewê çi bikem?
Şewket: Çi cure însanêk bû?
Laşayî: Cewanêkî xelkî Rezayye (wirmê) bû. Însanêkî keşxe û pak û xawên bû û beser û sekutî xoy radegeyişt û odêklonî le xoy deda û ewe bo min lewan rojanda le kare seyrekan bû. Beyanyan katêk dehat lêy deprisîm bernamem çîye? Bo wêne demgut emro demewê biçme îdarey Nîzam Pizişkî yan şit krîn yan qedem lêdan. Deygut fikrî çake û legelim werê dekewit û bo her kwê çûbam legelim dehat. Qet legel ew bernameyey hembû dijayetî ne dekrid. Legel eweşda, hemîşe deypirsî çi bernameyekim heye û katêk bom şî dekirdewe le dûy deda û be dûm da dehat. Wek însanêkî mentîqî û le serexo weberçaw dehat û çi ezyet û azarêkî bo min nebû. Car car sebaret be babetgelî giştî beyekewe dedwayn û hestim dekrid qisekanî min ziyatir le ser ew şwên dadenê ta qisekanî ew lemin. Le ser yek ew le jêr kontirolî min da bû. Maweyekî kurt awa tê perî. Ti ta ewey ke Sazmanî Emnîyet bernameyekî seferî bo rêk xistim bo ewey ser le şarekanî Êran bidem û legel pêşweçûnekanî wulat aşna bim. Lew sefere da ew cewaney xelkî Rezayeşim legel bû. Dû sê mang duway geranewe lew seferey ke Sazmanî Emnîyet bo çawpêkewtinî pêşkewtekanî wulat rêkî xistibû rojêk le layen Sawakewe bangyan kirdim. Gutyan deyanewê hêndêk zanyarî lemer Kurdistan werbigrin.
Şewket: Bo kwêyan bang kirdî?
Laşayî: Wîstibûyan biçme îdarey Sawak û lewê çawim be Kurdêk kewit. Her ke minî dî gutî hêndêk pirsyarim heye û biryar dira pirsyar bika û wulamî bidemewe. Yekem pirsyarî ke haletêkî sûkayetî kirdin be Kurdekanî tê dexwêndirawe bew risteye tewaw kird. "Êsta ke rêgrekanman nabûd kirduwe, herçî dezanî bîlê." Be bîstinî ew qiseye zor tûre bûm û pêm gut, "Destbecê lem dîwe derkewe derê." Zorî pê peşoka, çunke çawerêy nedekrid awa bicûlêmewe. Lew deme da ew cewaney xelkî Rezaye û "memûrî muhteremî Sawak" ke wekû hemîşe le gelim bû nawbijîwanî kird û minî le dîweke birde derewe. Minîş serim daxist û le îdarey Sawak hatme derewe. Îdî lew berware be duwawe kes soraxî nekirdim. Ew rûdawe ezmûnêkî baş bû bo min. Bo yekem car hestim kird, natuwanin her çîyekî biyanewê legel minî biken. Çunke be encamdanî wutuwêjî çapemenî û radyo têlêvîzyonî minyan gewre kirdbuwewe, neyandetuwanî dîsan bimgirnewe û zîndanîm kenewe. Deyanewîst bilên rêberî Sazmanî Înqîlabî teslîm buwe û bexişrawe. Girtnewem û dîsan azar dan û ezîyet kirdnim gişt sitratêjî ewanî serubin dekrid. Le ber ewe hestim kird ziyatir dewêrim û pêwîst naka hemîşe le tris û dilerrawke dabim. Ba wekû ewe ew dimeqaleye legel ew Kurde sawakîye le rûy pilanewe nebû, belam ezmûnêkî baş bû bom. Têgeyiştim barteqayek le nêwanman da saz buwe.
Ew wez'e le salekanî duwatrîş da berdewam bû û têgeyiştim bo Sawak dijwar debê dîsan bimgrêtewe û zîndanîm ka. Bew pêye katêk deyanewîst guşarm bo bênin le şêweyekî dîke kelkyan wer degrit. Bo wêne le hîç û xorrayî û bê ewey hîç belgeyekyan be destewe bê xuşkyan girtim [mebest hunermendî neqaş û wergêr Ferîde Laşayî ye, H.Q.]. Carêkî dîke dway yek dû sal Perwîz Wa'îzzadem le xiyabanê dît. Û webîrim dê nizîk nîwero le xuwar çuwarrêyanî Pehlewî deçûme malî, yek le dostanî xuşkim ke nexoş bû. Rastit biwê be bê ewey pare werbigrim lêr û lewê tebabetî îzin pê nedrawim dekrid. Her ke geyiştme nizîk malî ewan, le pir Perwîz le ber demim qut buwewe. Belam her ke minî dît, bê ewey bişemzê û zor be asayî serî daxsit û çuwe ew berî xiyabanê. Hewtûyek duwatir Mihemed Bahîrî, cêgirî werzîrî derbar pêy gutim: "Sawak raportî dawe be Şa to, Perwîz Wa'îzzade le rêberanî Sazmanî Înqîlabît le xiyaban dîtuwe û guzarîşit nekirduwe." Be bîstinî ew qiseye wîşk helatim. Bahîrî lêy ziyad kird be pêy îdî'ay Sawak ew meseleye nîşan deda Laşayî hêşta le rabirdûy xoy helnebrawe.
Dirêjey heye…
Wêne: Laşayî katî kobûnewe legel çapemenî u qise kirdin le têlêvîzyon u radio da; Şeme 1351.11.09 (mîladî 30.12.1972).
hsghazi@gmail.com