Ji bo ku mezintirîn şirketa otomobîlan a Elmanyayê VolksWagen (VW) li şûna Bulxaristanê li Tirkiyê fabrîkayê ava bike, derkete holê ku dostê Erdogan, serokwezîrê berê yê Elmanyayê Schroder xebatên lobiyê dike.

Nîqaşên li ser wê yekê, ka gelo VW fabrîkaya xwe ya nû wê li Bulxaristanê yan li Manîsaya ya Tirkiyê dayne, li Elmanyayê didomin. Piştî ku heftiya bihurî di çapemeniya Elman de derket holê ku şirketê li ser Tirkiyeyê biryar daye, Endamê Desteya Teftîşê ya VW’yê Stephan Weil daxuyanî da û got, wan hê biryar nedaye, ew he jî lê digerin bê ka fabrîkayê li ku derê daynin.

Tê payin ku VW heta payizê biryarê bide. Her wiha diyar bû ku ji bo ku VW biryara xwe li ser Tirkiyeyê bide, serokwezîrê berê yê Elman Gerhard Schroder xebatên lobiyê dike. Rojnameya Bildê di hejmara xwe ya doh de, bi nûçe-şiroveyekê got, yek ji dostên nêz yên Erdogan, Schroder di vê mijarê de hefsar kiriye destê xwe û rêveberiya VW’yê dixwaze li ser Tirkiyeyê biryarê bide.

Li ser mijarê VW’yê daxuyaniyeke fermî nedaye, lê li gorî rojnameyê sedema ku şirketê li ser Tirkiyeyê biryar daye ew e ku bi salan e bi hezaran şirketên Elman li Tirkiyê hene û ev berhemên xwe dişînin Elmanayê. 250 hezar mirov di sektora hilberandina otomobîlan de dixebitin û ev têra xwe xwedî tecrûbe ne.

Yek ji menejerên VW’yê ji rojnameyê re axivî û got, “Ji bo fabrîkayeke ku temenê wê 40 sal e, biryar tê dayin, Erdogan ew qasî li desthilatê namîne.”

BERLÎN