Herçend demek birya niha lihevkirinek li ser parvekirina petrolê û dayîna meaşên pêşmergeyan di navbera hikûmeta navendî a İraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê de çêbibe jî lê dîsa cemedên di navbera herdu aliyan de ji ber sedemên cur be cûr neheliya ye. Bêguman yek ji sedemên wê ewe ku hikûmeta Bexdayê ti caran nahêle kurd serbixwe bin, hem di şandina petrolê ji bo welatên derve û hem jî avakirina hêzek leşkerî a serbixwe de. Tirsa Bexdayê ji vê ye ku kurd bi vî awayî rêya serbixweyî bigirin û İraq parçe bibe. Mixabin ji aliyek din ve jî di nava partiyên kurd ên li başûrê Kurdistanê de jî lihevkirinek li ser çarenûsa herêmê tineye. Ji ber berjewendiyên hizbî û şexsî gelek şîrketên petrolê û hêzên parastinê di bin siya berjewendiyên şexsan de dimîne. Dema mirovek ji dûr ve li rewşa vir temaşe bike, zêde nayê fêmkirin ku çima partiyên siyasî li ser gelek mijaran li hev nakin, lê dema mirov ji nêz ve temaşeyî reqabet û hewildanên desthilatîxwazane dike, mixabin pêşeroja başûrê Kurdistanê gumanan dixe dilê mirovan.
Nakokiyên di navbera hizban de xwedî dîrokek dûr û dirêje. Çanda pêşmergetiyê xwedî bandorên neyênî bûye. Çanda ku mulkiyeta taybet li pêş xistiye û her kesek ne li ser navê welat, li ser navê xwe û partiya xwe siyaset dike. Ne li ser navê welat, li ser navê partiya xwe bi welatên derve re lihev dikin û heta hinek gavên pratîk jî bêhev davêjin. Nakokiyên li ser firotina petrolê berde bi İraqê re di serî de li herêma Kurdistanê jî bîr û rayên cuda di vê derbarê de heye. Wek mînak demek beriya niha parlementerek herêma Kurdistanê pêniyarpirsek pêşkêşî parlemenê kir, ser vê yekê ku ji 151 hezar varêlên petrola Kerkûkê, 2 hezar ji wan ne xuyaye. Ango bi dizî ji cihek din re diçe. Di vê derbarê de gelek belgêyên din jî derketine, nîşaneya vê yekê ku bi DAIŞ’ê re bazartî tê kirin. Ger mirov ji navikê ve bi celad û kujerê xwe ve girêdayî be, wek herriya miravekiye ku her mirovan dikşîne nav xwe û difetisîne. Hem hikumeta İraqê vê yekê baş dizane û hemû jî dewletên herêmî û yên navnetewî. Ev rewş dibe sedem ku ticaran îradeyek serbixwe dernakeve holê.
Tirkiyê, Îran û Amrîka sê welatên sereke ne ku li başûrê Kurdistanê bi bandorin û hemû hesabên xwe, nakokî û berjewendiyên xwe li ser vê parçeyê Kurdistanê li hember hevûdû, herêmê û bi taybet li hember gelê kurd dixin meriyetê. Tirkiyê bi xeyalên tinekkirina PKK’ê bêdilê xwe ji dewleta kurdî re serê xwe hejandiye, lihevkirin û yêkîtiya kurdan heta astekî ev plan vala derxistiye lê divê em ji bîr nekin ku hêjî baregehên leşkerî ên ku bi salane  li Başûr bi cih bûne, di cihê xwe de dimînin û heta bihêztir jî tê kirin. herwiha hêjî Tirkiye dikare sînorê hewayî ê Başûr bibezîne û êrîşî Qadên parastina Medya bike. Ji xwe bi kuştina zarokên kurdan re bûye qehremanê NATO yê. Dewletek din jî Îrane ku ji xwe bê ku kes pê bihese û his bike, şerê herî mezin ji tirsa ku dor werê, ji derve ve dimeşîne. Di bin navê Sipahê Qudis(hêza leşkeriya Îranê a derveyî sînor) de gelek operasyonên hevbeş bi pêşmergeyan re li herêmên Celewla û Xaneqînê dimeşînin. Îran hemû hewildanên wê ewe ku nebe İraq parçe bibe, lawaz bikeve yan jî herêmên ser sînorê Îranê bikeve destê DAIŞ’ê û dor were wî. Êdî kêm maye hinek partiyên li Başûr dest ji vegotina qehremantiya xwe berdin û di çapemeniya xwe de behsa serpêhatî û qehremantiya kesek wek Qasim Sulêymanî ku fermandartiya van operasyonan dike, dikin. Divê neyê ji bîr kirin ku ger Sulêymanî li vir qehremane li rojhilatê Kurdistanê di demên cuda de kêm destê wî di kuştina kurdan de nebûye. Herwiha Pêr Generalê Amrîkî, Martîn Dempsey, dîsa wek qehremanek din îjar ji çend avan wêdetir, li balfirgeha Hewlêrê danî û behsa tekoşîna li dijî ewladê xwe yê bêxêr, DAIŞ’ kir. Kes nîne jê re bêje gelek qaşo qehremanên wek te li vê balafirgê gotinên xweş gotin lê piştî her gotinan, her ku çû herêm di nava xwînê de gevizî. Kes nîne jê re bêje tûrikê berjewendiyên Îsarîlê li pişta te ye ne berjewendiyên kurdan. Mixabin kes nîne bêje û heta bi xaliya sor û gulên kesik tê pêşvazî kirin! wer diyar dibe ku li vir herkes qehremane derveyî kurdan bixwe.