Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger a li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan û ewlehî, tendursitî û azadiya wî ya li bajarê Strasbourgê di roja 26’an de didome.

Çalakgerên grevê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê merasima bibîranînê li darxist. Ji çalakgeran rojnamevan Gulîstan Îke û Mustafa Sarikaya li merasîmê peyivîn.

Em dixwazin bêdengiyê bi dawî bikin

Gulîstan Îke got, ew ê li ser şopa Sakîne, Leyla û Fîdan bin: “Leyla Guven jî ji bo hesabê qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî bê pirsîn û tecrîd were rakirin, li Amedê li ber xwe dide. Bi navê çalakgerên li Strasbourgê em jî dixwazin dawî li bêdengiya Fransayê bînin û rûyê rast ê hemû hêzan raxin pêş çavan.”

Me ji hev fêm dikir

Mustafa Sarikaya jî berxwedan û sekna Sakîne Cansiz bi bîr xist û got, “Bi hevala Sakîne re em li hepsê bi hev re neman, lê belê têkiliya me hebû. Li pişt dîwaran me dikarîbû bi hev re biaxivin. Dema ku hatim girtin, destpêkê ez birim qawîşa teslîmkaran. Li kêleka qawîşa hevalên jin bû. Rojekê min ji hevala Sakîne re qala rewşê kir. Wê jî got, ‘Kengî derî vebû ji wê qawîşê bireve. Naxwe wê li wê derê êşkenceyên giran li te bikin’. Bîranîneke me ya wisa çêbû.”

 

ANF/STRASBOURG