Xelkê Silopiya ya ser bi Şirnexê, 3 siyasetvanên jin ên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir bi bîr anî. Her sê siyasetmedarên jin, 4'ê Çileya 2016'an di dema qedexekirina derketina kolanan a Silopiyê de ji alî dewleta Tirk ve hatibûn kuştin.

Bîranîn di avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopiyê de pêk hat. Dayikên Demîr, Ûyar û Nayir, parlamenterên HDP'ê Ebrû Gunay û Hasan Ozguneş û gelek kes beşdarî bîr anînê bûn. Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr li ser keça xwe axivî û got: "Di vê sala nû de Kurd wê bi ser bikevin. Wê gelê Kurd azad bibe. Azadî wê bi hêza jinê pêk were. "

 

ŞIRNEX