Dema ku wêneyên girtîgehan li ber çavan bê girtin tê dîtin ku qat 3 qat hêjmara girtiyan zêde bûye. Dîsa tê dîtin ku ji zarok heta mezinan û heta kal û pîran di girtîgehê dene. Di vê serdema ku hikûmeta AKP'ê îdîa dike demokrasî pêş dikeve de, ji siyasetmedar, mamoste, doktor, parêzer, rojnameger, nivîskaran bigire heta şivan, gavan û rençeran her kes tên girtin. Hêjmara girtiyan derketiye lûtkeya herî jor. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya fermî heta 31'ê cotmehê bi tevahî 127 hezar û 74 girtî hene. Li gelek girtîgehan 3 qatî kapasîteya wan girtî tên girtin. Bi taybetî di 3 salên dawî de li ser navê Doza KCK'ê zêdeyî 5 hezar kurd hatin girtin.
Ji ber ku êdî ketober welatî tên girtin zarok, mezin, kal û pîr her kes di girtîgehan de kom dibe. Yek ji van girtîgehên ku pîr, dayik û bav û nevî di girtîgehê de dimînin jê girtîgeha Mêrdînê ye. Girtîgeha ku kapasîteya wê 380'ê girtî ye, niha 965 girtî dimînin. Di nava van girtiyên siyasî de 64 girtî jin in. Dema ku rewş û temenên hemû girtiyan li ber çavan tê girtin dewşa demokratîkbûna Tirkiyeyê bê şirove derdikeve ber çavan.

Ji 16 heta 70 salî
Di beşa girtiyên siyasî ên jin de ji jinên 16 salî heta 70 salî girtî ne. Di 19'ê kanûna 2011'an de di girtîgeha Mêrdînê de wêneyekî balkêş hate kişandin. Wêneyê ku bi rêya malbatan derket derve rewşa demokratîkbûna Tirkiyeyê li ber çavan raxist. Di wêne de hate dîtin ku nava 64 girtiyên siyasî yên jin de ji 16 salî heta 70 salî jin girtî ne. Di vî wêneyê ku ji girtîgeha Mêrdînê hate kişandin de rewş û helwesta hikûmeta AKP'e baş li ber çavan radixe.

SERKAN KURT - DÎHA/MÊRDÎN