BDP di 4’ê Îlonê de dê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar dixe. Amadekariyên kongreyê bi dawî bûn. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Fîlîz Koçalî bal kişand li ser girîngiya kongreya ku dê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali bê lidarxistin.
Peywîrên girîng
Fîlîz Koçalî destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke pir girîng de kongreyê li dar dixin û ji ber vê yekê jî mecbûr in rêveberiyeke xurt a bikaribe mudaxaleyî pêvajoyê biki hilbijêr in. Koçalî got ku di pêvajoya ku bombe dibarin û mirov tên kuştin de 3 peywirên girîng ên BDP’ê hene û wiha berdewam kir: „Ya yekemîn rawestandina şer û destpêkirina pêvajoya muzakereyan. Ya duyemîn tecrîda li ser birêz Ocalan ê ku dê pêvajoyê herî baş rêve bibe rakirin. Ya sêyemîn jî partiyeke baş a li gorî asta rêxistinkirina gelê Kurd ku gihîştiye derxistina holê ye.“
Koçalî di berdewama axaftina xwe de wiha got: „Rêxistinên me yên partiyê ji asta rêxistinbûna gelê me de paşdetir e. Li gorî asta rêxistinbuna gel rêxistinbûna partiyê derxistin deynê stûyê me ye. Em ê hewl bidin ku hem li navendê hem jî li herêman rêveberiyên xurt dexînin.“
Pêvajoya muzakereyê
Koçalî got ku heke pêvajoya muzakereyê dest pê bike BDP’ê dê demên pêş de di amadekirina makeqanûna nû de bibe aktoreke girîng û wiha axivî. „Ji bo ku destkeftiyên me yên heta niha hatine bidastxistin di makeqanûnê de cih bigire divê me di meclîsê de bibin mudaxîl. Ji ber ve yekê ji pêvajoya pêşiya me di warê siyasetê de pir girîng e. Ji ber vê yekê jî kongreya me tu caran evqas girîng nebû. Divê pişgitiyê bê dayîn. Ji ber ku êdî çareserkirina pirsgirêka Kurd êdî nayê taloqkirin. Niha şundetir êdî dema çareseriyê ye. Ev jî girêdayî rêxistinbûn, biryarî, sekn û peyamên me yê siyasî ye.“
Koçalî bilêv kir ku wan ji bilî Rojnameya Yenî Şafakê, ji hemû rojnameger, qunciknivîskar, akademisyen, rewşenbîr û hunermendan re dawetiye şandine, her wiha sefîr, partiyên derveyî welat, rêxistinên sivîl ên civakî û sendîka jî ji bo kongreyê hatine vexwendin.
Koçalî diyar kir ku ew ê hem bi peyam hem jî bi sekna xwe dîmeneke baş bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: „Em ê îro şunde ji bo BDP’ekî xurt bixebitin. Ji ber ku rola partiyê ji bo demokratîkbûnea Tirkiyeyê girîng e. Dê ji encama ku derkeve hemû gelê me kêfxweş be. BDP ji ber ku di nava KCD’ê de jî cih digire peywira wî ya herî girîng înşakirina Xweseriya Demokratîk e. Di vê mijarê de dê rola xwe pêk bîne.“
DÎHA/STENBOL