KYRIACOS TALIOTIS*


Hebû tinebû, jinebiyeke pîr û kurê xwe hebûn. Ew jinebiyeke xizan bû. Tiştekî wê tinebû bide kurê xwe. Qetek erdê wê hebû. Hinek pel û pincar, dexilûdan diçand, lê têra wan nedikir. Jixwe, erdê wan bê xêr û bê bereket bû. Her tişt lê şîn nedibû. Hişkesaliya li pey hev jî xêr nehiştibû. Tiştek di destê feqîra pîrejinê de tinebû bidiya tayê xwe yê bi tenê. Rewşa wan kambax bû. Halê wan ne ti hal bû. Kurê wê pir li ber vê rewşê diket. Rojekê ji rojan bêhna wî gelekî teng bû. Çû li ber diya xwe çong da erdê û got: "Ez ê ji bo jiyaneke xweş li pey bext û qismetê xwe biçim." Rondik ji çavên diya wî bi ser hinarkên rûyê wê de gêr bûn û neçar stûyê xwe li ber vê siûd û çarenûsê xwar kir.

Roja din, Kurê Pîrê xwe kar kir. Du nan û çend serî pîvaz xistin tûrekî û avêt milê xwe. Li kerê xwe suwar bû, pişta xwe da felekê û berê xwe da oxirê. Bi roj meşiya û bi şev bêhna xwe veda. Li bin ezmanê sayî kevir kir balgî, erd kir doşek û li stêrkan temaşe kir. Di newal û geliyan re, di nava gelek gund û bajaran re derbas bû. Li ser rêya xwe silav da gelek mirovan. Wî pirs ji wan kir, wan li halê wî pirsî. Cotkarekî silav lê kir û çavên xwe kuskusandin, bi baldarî lê nêrî û dît rêwî kesekî xerîb e. Cotkêr jê re got, "Xorto! Diyar e ku tu li van deran xerîb î, tu ji ku tê û bi ku ve diçî." Kurê Pîrê silava cotkar lê vegerand û got, "Xalo ez bi pey qismetê xwe ketime." Cotkar keserek kişand û got: "Tu dikarî li qismetê min jî bipirsî, pênc sal in ku ez genim diçînim, lê kengî roj bi roj diberide û diseride ji nişkê ve reng lê reş dibe, pûç û hişk dibe." Kurê Pîrê soz dayê ku ew ê li qismetê wî bipirse û xatirê xwe jê xwest û bi riya xwe de çû.

Roja din êvarê li ber golekê sekinî û kerê xwe bera nava mêrgê da. Kerê wî çêriya û ew jî ji bo destên xwe bişo, çû ser avê. Dema ku wê destê xwe bişuşta, masiyekî serê xwe ji nava avê derxist û pirsî: "Xorto ! Tu bi ku ve diçî?" Kurê Pîrê jê re got, "Ez bi pey qismet û bextê xwe ketime." Masî bi dengekî xembar jê re got, "Tu dikarî li çarenûsa min jî bipirsî?" Kurê Pîrê soz dayê û li binê darê xwe dirêj kir û ket xewê.

Kurê Pîrê, roja din, şeveqê rabû û segurî ket rê. Danê nîvro gihişt bajarekî. Bi navê bajêr nizanîbû. Keyayekî bajêr hebû. Leşkerên wî çawa çav li Kurê Pîrê ketin, ew girtin û birin pêşberî keyayê xwe. Keya yekî simbêlboq bû û rûyê wî zirav bû. Awir vedan û bi dengekî bilind pirsî: "Tu kî yî? Tu ji ku tê û bi ku ve diçî? Ji mêj ve kesekî xerîb nehatiye bajarê me." Kurê Pîrê li pêşberî keya hinekî bi heyecan bû. Xweziya xwe daqurtand û got, "Keyayê hêja ! Ez kurekî feqîr û gundî me. Ez bi pey qismetê xwe ketime. Ez li çarenûsa xwe digerim. Ez nizanim li cem çerxa felekê bextê min çi ye." Keya bîstekê bêdeng ma. Diponijî. Kakûniya tiştekî dikir. Piştî ku mitale kir, got, "Ez keyayekî xwedî mal û milk im. Erd û zeviyên min zehf in. Col û keriyên min bê hed û hesab in. Ji ser sifreya min xizan û muhtac kêm nabin. Kurekî min heye. Baş xwendiye û gihiştiye. Lê dîsa jî xemgîn im." Keya kuxiya û dîsa bêhnek da axaftina xwe û got, "Eger tu çûyî û te çarenûsa xwe dît, li çarenûsa min jî bipirse." Kurê Pîrê soz da Keyê û destûra xwe jê xwest da ku bi riya xwe de biçe. Keya xwarin û vexwarin jê re danî, gîhayê heşîn danî ber kerê wî. Paşê pêdiviyên wî giş tedarik kirin û ew bi rê kir.

Kurê Pîrê bi roj meşiya û bi şev bêhna xwe veda. Piştî heft rojan li ser riya xwe li xanîkekî rast hat. Pîrejinek mîna diya wî li ber xênî li ser dikê rûniştibû. Teşiya wê di destê wê de, dirêsiya. Kurê Pîrê kerê xwe li ber derî girê da û got, "Roja te bi xêr Pîrê!" Keybaniya teşîrês jî rojbixêriya wî kir û xwest li ser dikê pê re rûnê. Lê Kurê Pîrê dît dewrûber hinekî gemarî ye û xwest bi sivnikê paqij bike. Kêfa Pîrê jê re hat û got, "De baş e, heta tu gêzikê li ber derî bidî, ez ê jî ji te re xwarinê amade bikim." Kurê Pîrê ber derî paqij kir û paşê xwarina xwe xwar. Keybaniya pîr jê pirsî: "Xortê delal, tu ji ku ve tê û tu bi ku ve diçî?" Kurê Pîrê got: "Keybaniya hêja! Ez bi pey qismet û bextê xwe ketime, li çarenûsa xwe dipirsim."

Pîrejina demûdewran dîtî, zoq li nava çavên xort nêrî û girnijî. Jê re got, "Ka destê xwe bide min, her du çavên xwe bigire û guh bide min. Ez ê ji te re qala paşeroja te bikim." Kurê Pîrê destê xwe dirêj kir û her du çavên xwe girtin. Keybaniyê got, "Vegere biçe mala xwe. Sê qismet û bextê xweş li benda te ne. Belkî tu yekî ji wan hilbijêrî. Tu yê bi bext û qismetê xwe bextewar bibî. Mal û milk ê Xwedê ye, lê tu yê pirr dewlemend jî bibî. Heya tu hebî tu yê hewceyî kesî nebî." Kurê Pîrê bi gotinên Keybaniyê pirr kêfxweş bû û yekser rabû ser xwe ji bo biçe mala xwe. Li ber derî cotkar, masî û keya hatin bîrê. Li Keybaniyê vegeriya û got, "Bibexşîne, çend pirsên min hene, divê ji te bipirsim. Wexta ez hatim vir li ser riya xwe rastî bajarekî hatim. Keyayekî bajêr hebû. Xemgîn bû. Ji min tika kir ku ez li qismet û bextê wî jî bipirsim." Keybaniyê jê re got, "Keya kurekî xwe heye, lê ew ne kur e, ew keç e. Kinc û bedlê kuran li xwe dike û weke wan radibe rûdinê û dimeşe. Ji keya re tenê ev zarok çêbûye û ew jî keç e. Naxwaze keyatî ji dest wî biçe. Lema vê raza xwe vedişêre û xemgîn e." Kurê Pîrê dîsa got, "Li ser riya xwe, min di golekê de masiyek dît û wî ji min tika kir ku li qismet û bextê wî jî bipirsim." Keybaniyê jê re got, "Ew masî keçek pirr xweşik e. Pîresêhrekê sêhr lê kiriye. Derziyek di pişta wê de çikandiye û ew kiriye masî. Eger kesek wê derziyê ji pişta wê bikişîne, ew dibe keynikek pirr xweşik û bedew." Kurê Pîrê ji Keybaniyê re got, "Haya min ji min heye ku gelek pirsan ji te dikim û te bêzar dikim, lê li ser riya xwe rastî cotkarekî jî hatim û wî jî xwest ez li qismet û bextê wî bipirsim." Keybanî girnijî û piştî ku keserek kişand, got, "Erdê cotkar li ser kana zêr e. Eger ew 2 metroyan erdê bikole wê kanê bibîne."

Kurê Pîrê çû destê Keybaniyê, xatirê xwe jê xwest û ket ser riya malê. Li ser riya xwe pêşî çû bajarê Keyayê wî yê li bextê wî bipirsiya. Keya ew pirr baş pêşwazî kir. Xwarin û vexwarin jê re danî. Mîna hevalekî pê re da û stend. Keya jê pirsî, ka bext û qismetê xwe dîtiye û li bextê wî jî pirsiye. Kurê Pîrê lê vegerand û got, "Kurekî te heye, lê ew ne kur e, keç e. Tu ji bo textê xwe ji dest nedî, te ev raza xwe ji kesî re negotiye." Keya jî jê re got, "Rast e, tu yekane kes î ku êdî bi raza min dizanî. Were bi keça min re bizewice û li textê min rûnê." Kurê Pîrê pêşniyaza Keyê qebûl nekir û got; "Ez ê herim malê li benda bext û qismetê xwe bimînim." Keya pirr li ber Kurê Pîrê da, lê tewş bû. Tevahî keft û leftên wî hewante çûn. Kurê Pîrê xatirê xwe ji Keya xwest û bi lez da rê.

Kurê Pîrê li ser riya xwe, dîsa çû ser golê, dest û rûyê xwe şuşt. Bêhna xwe da û çavên xwe li masiyê gerand. Pirr neçû masiya jê xwestî li bextê wê bipirse serê xwe ji nava avê derxist. Masî xêrhatina Kurê Pîrê kir û pirsî ka bext û qismetê wê hîn bûye. Kurê Pîrê jê re got; "Pîresêhrê derziyek di pişta te de çikandiye. Eger kesekî bi te re bizewice wê derziyê ji pişta te bikişîne, tu yê dîsa weke berê bibî keynik." Masî kêfxweş bû û got; "De derziya di pişta min de çikandî bikişîne. Ez ê bi te re bizewicim, mal û milkê min tev bibe yê te. Li ser textê keyatiyê jî tu yê rûnî." Kurê Pîrê got; "Ez naxwazim bibim keya. Ez ê herim malê li benda bext û qismetê xwe bimînim." Masiya reben di golê de tena serê xwe ma. Kurê Pîrê pişta xwe dayê û ket ser rê.

Kurê Pîrê berê wî ketibû malê û bi heyecana bextê xwe yê xweş bibîne, bi bayê bezê diçû. Li ser riya xwe dît cotkarê berê dîtibû zeviyê xwe ji bo çandiniyê xweş dike. Cotkar bi dîtina wî şa bû, xêrhatina wî kir û got; "Gelo te li bext û qismetê min pirsî." Kurê Pîrê jê re got, "Xwe newestîne, di bin zeviya te de kaneke mezin a zêr heye. Tu du metroyan bikolî tu yê bibînî." Dema cotkar ev bihîst ji kêfan hew nemabû bifire û got, "Ji bo derxistina zêr alîkariya min bike û em bi hev re dewlemend bibin." Kurê Pîrê malavahiya wî kir û got; "Na, ez ê herim malê û li benda bext û qismetê xwe bimînim." Kurê Pîrê xatirê xwe ji cotkêr xwest û da rê.

Rêya Kurê Pîrê gelek rojan kudand, di gelek newal û dirban re derbas bû. Kêm bêhna xwe veda. Bi bayê bezê çû. Hingoriyan ket xewê û seguriyan ket ser rê. Pirr zor û zehmetî dîtin. Kerê wî jî ziman di devî de hat û westiya. Axirr, tevî her tiştî xwe gihand malê. Çû destê diya xwe û got; "Bext û qismetê me wê xweş be." Êdî Kurê Pîrê her roj li ber derî li ser dikê rûnişt û li benda bextê xwe ma. Roj derbas bûn bextê wî nehat, hefte derbas bûn bextê wî nehat, meh derbas bûn bextê wî nehat. Ewqasî çavên wî li rêya bextê wî ma, pelikên çavên wî qerimîn. Her diçû hêviya wî kêm dibû. Rojekê dît, Keybaniya ku mizgîniya bextê xweş dabûyê li ser rê xuya kir. Keybaniyê silav dayê, rojbixêra wî kir û li halê wî pirsî: "Tu çawayî kurê min?" Kurê Pîrê bi dîtina Keybaniyê kêfxweş bû, lê westiyayî bû. Jê re got: "Demeke dirêj bû ku li benda bextê xwe me. Lê heya niha min ti tişt nedît. Ji bilî te kes bi aliyê me de nehatiye." Keybaniya dem û dewranan li rûyê wê xet û xal çêkirî, gelek rojgar dîtî û di nava çerxa felekê de pirr bûyer û serhatî dîtî, bi girnijîneke xembar weha ji Kurê Pîrê re got; "Bext û qismetê te sê caran hat ber lingê te. Lê te ew nedîtin. Keya xwest te bi keça xwe re bizewicîne û te li şûna xwe li text deyne, te qebûl nekir. Masiyê xwest tu derziya pişta wê derxî, pê re bizewicî û bibî keyayê wê keynikê, lê te ew jî nekir û te pişta xwe dayê. Cotkar xwest tu alîkariya wî bikî û pê re dewlemend bibî, te ew jî hişt û tu hatî li vir rûniştî." 

Keybaniya dinyadîtî û serwext, piştî bêhnekê keserek kişand û weha dewam kir: "Kurê min ! Baş guhê xwe bide min, eger bext û qismetê te carekê vebû, divê tu bibînî û ji dest nedî. Carekê çû û pê ve pirr zor e ku tu dîsa bigihîjî bextê xwe." Kurê Pîrê li ber gotinên Keybaniyê xemgîn bû. Ji ber ku niha fêhm dikir çi şaşî kirine. Bextê xwe yê dibû para kêm kesan, çawa ji dest daye. Ji ber vê rewşê cangiran bû û çavên wî zexel bûn. Serê xwe rakir ji Keybaniyê bipirse ka divê ji niha û pê ve çi bike, lê hew dît Keybanî li naverastê tineye, ji ber çavan wenda bûye.


* Rêşad Sorgul ev çîrok adapteyî Kurmancî kiriye.

** Ev resm hemû ji dest û qelema Nesîp Çakar ê bi navê hunermend Sîlvan derketine. 


1

2

3

4

5

6

7

8

9