Li Rojavayê Kurdistanê li Kantona Cizîrê ji bo pêşî li asîmilasyonê were girtin xabatên perwerdeya Kurdî dewam dikin. Di encama xabatên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de li akademiyan û cihên taybet dersên zimanê dayîkê  têne dayîn.  Niha li dibistanên fermî jî ji dibistana seretayî sinifa yekê heta dibistana navîn sinifa sisiyan zimanê Kurdî weke ders tê dayîn. Ev jî zarokan gelek keyfxweş dike. Ji ber ku piştî çend salan bi zimanê dayîka xwe xwendin heyecanekê bi zarokan re peyda dike û dema ders dibe Kurdî li ser lêv û rûyên wan zarokan qet ken kêm nabe.
Zarokên ku li dibistanê dersa zimanê Kurdî dixwînin sereqet malavahiya mamosteyên xwe dikin. Ew zarok wan mamosteyan mîna xêrker ji bo xwe dibînin. Mamoste jî pirr bi kêfxweşî dersên zimanê Kurdî didin zarokan. 
Mamosteyên dersa zimanê Kurdî diyar dikin ku ew dema biçûk bûn bi zorê dersên Erebî fêrî wan dikirin. Wan ji tirsan qet nedikarî yek peyvê jî bi Kurdî bibêjin. Ew dibêjin, "me pir êş û zilm li me bû." Mamostey destnîşan dikin ku lewma ew îro baş dizanin ka ziman çiqasî girîng e: "Ji ber ku her netewek zimanekî xwe heye. Ziman nasnameye netewan e. Zimanê Kurdî jî hebûn û nasnameya me ye."
Xwendekaran balkişand ser roja yekê dema mamoste hatin refê ji bo ku dersa zimanê Kurdî bidin: "me bi Erebî got ´Rojbaş mamoste´ mamosteyên me xwe aciz kirin. Mamosteyan ji bo megot, ji vir û pê de hûnê bi Kurdî ´Rojbaş´ bibêjîn".

Heyecan û kêfxweşiya zarokan

Mamoste dibêjin, beriya ku dema dersa zimanê Kurdî were, xwendekar bi heyecaneke mezin li benda dersê dimînin. Qet derseke mîna zimanê Kurdî keyfxweşî û heyecan bi xwendekaran re çênake. Ji ber ku zimanê dayîka wan e zû fêr jî dibin. Li gorî mamosteyan, her xwendekarek bi dilxwazî û bi dilgermî tevlî dersa ziman dibe û naxwaze ders bi dawî bibe. Mamoste dibêjin: "Ji bo wê, her tim xwendekar ji me daxwaz dikin ku hemû dersên mîna bîrkarî, zanyarî, coxrafiya bi Kurdî bin."

Ji ber ku piştî ewqas sal zarok bi azadî dersa zimanê dayîka xwe dibînin, nizanin ji eşqan wê çi bikin. Her xwendekarekî dixwest li beramberî kameraya me helbest û stranên Kurdî bibêje. Zarokan bi hev re strana zimanê Kurdî şirîn e got. 


RIZGAR ADANMIŞ/ANHA/QAMIŞLO