Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî şerê li Çelê daxuyaniyek HPG’ê  da xuyakirin ku şer û çalakiyên li Çelê didomin, têkîldarî rewşa herêmê jî ev agahî parve kirin; “Operasyona artêşa TC a ku ji 30’ê Tebaxê ve li qada Ertûş a li herêma navçeya Çelê ya Colemêrgê dane destpêkirin, hê jî dewam dike. 5’ê Îlonê danê sibehê hêzên me li dijî leşkerên TC ên xwe li derdora girê Şehîd Newal bi cih kiribûn çalakî li dar xistin. Li vir kêmanî cenazeyê 10 leşkeran hene. Dijmin mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Kobra ve 2 caran ji qadê rakirine. Di şer de ku 4’ê Îlonê li qada Ertûşê rû da, 4 gerîlayên me bi şerekî lehengî şehîd bûn.”


Helîkopter bûn hedef

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiya li dij Tugay a Çelê ya helîkopter bûne hedef de jî ev agahî parve kirin: “ 5’ê Îlonê saet 11.00’an dema wesayîteke leşkerî ji Çelê ber bi qereqola Şkêr diçû, hêzên me ew şopandin û bi çekên giran lê dan.

5’ê Îlonê saet 17.00-17.30’an hêzên me bi topên hewanê li dijî Tûgaya Çelê çalakiyek li dar xistin. 5 helîkopterên Skorsky ên Serokwezîrtiyê ku li pîsta helîkopterê bûn, kirin hedef û di encamê de 3 helîkopterên Skorsky îmha bûn, 2 helîkopterên Skorsky jî derbe xwarin. Her wiha, gelek roketên hewanê li avahiyan ketin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Dûvre tûgayê qadên derdor bomberdûman kir.”


Çalakî berdewam dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku 5’ê Îlonê li dijî qereqola Hêşet a girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê çalakî hatiye lidarxistin.

HPG’ê destnîşan kir ku leşkerên hewl dane tankê bi kar bînin hatine hedefkirin, diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de li dijî qereqola Okçûlar ji du baskan çalakî hatiye lidarxistin.

HPG’ê bi daxuyaniya nivîskî, têkîldarî çalakiyên gerîlayên HPG’ê ev agahî parve kir: “2’yê Îlonê hêzên me li ser girekî Kerborana Mêrdînê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi gelek wesayitên zirxî û bi piştevaniya cerdevanên Mîdyadê kemînan datînin.

5’ê Îlonê saet 18.15’an gerîlayên me bi çekên navîn û ferdî çalakî birine ser qereqola Hêşetê ya Berwarî ya Sêrtê. Hin leşkerên ku xwestin tankê bişixulînin derb xwarin, hin leşker mirin û hin jî birîndar bûn. Hejmara li vê derê zelal nebû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de, 5’ê Îlonê, derengiya şevê saet 01.30’an hêzên me li dijî qereqola Okçular a Palû ya di navbera Depdepe-Qovanciyanê ya Elezîzê de ji du aliyan ve êrîşek li dar xistine. 

5’ê Îlonê saet 15.00’an gerîlayên me li ser rêya Amed-Çewlikê çalakiyek li dar xistiye û wesayita sîxurên dewletê hatiye şewitandin.

5’ê Îlonê di navbera saetên 16.30 û 18.00’an de gerîlayên me di navbera Mûş û Pasûr a Amedê de, li ser rê çalakiya kontrolê kirine. Ji rêwiyan re têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo agahî hatiye dayin. Piştî çalakiyê qereqola Şiktikê ya Pasûrê bi tank û hewanan Abombe avêtine qada çalakiyê.

5’ê Îlonê di navbera 22.40-23.00’an de balafirên şer, girê Koordîne yê Qilebanê, saet 22.00-23.00’an Girên Şehîd Dîren ê li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 22.30’an heta saet 01.00’ê mintiqeyên Lelîkan û Kanî Qirêj ê Xakurkê bombe kirine.

2’ê Îlonê artêşa TC’ê operasyona li çiyayê Cûdî da destpêkirin. Yekîneyeke me ya gerîla ya ku ji 3 kesan pêk hatî, di dema operasyonê de bi êrîşên çekên giran şehîd bûne.”  



Nasnav: Avareş Zagros

Nav û Paşnav: Ferhat 

Kirmizigul

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik û Bav: Husnu - Abdulmutalîp

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Şirnex


Nasnav: Sorxwîn Kiçî

Nav û Paşnav: Zahîde 

Malgoz

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik û Bav: Fatma - Şemsettîn

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Şirnex


Nasnav: Baran Serhed Mîrza

Nav û Paşnav: Bunyamîn Kiliç

Cihê Jidayikbûnê: Çewlik

Navê Dayik û Bav: Fatma - Kasim

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Îlona 2016’an / Şirnex 


ANF/BEHDÎNAN