Şaredariya Gel a navçeya Cindirêsê ji bo çareserkirina pirsgirêkên şebekeya belavkirina avê, bi derfetên kêm, alav û pêdiviyên pêwîst ji Komîteya Ava Vexwarinê re pêşkêş kir.
Şêniyên navçeya Cindirêsê berî çareserkirina pisgirêkan, ava vexwarinê bi bermîlan dikirîn. Ava ku welatiyan ji kolanan bi bermîlan dikirî jî ne wekî ava tora şaredariyê paqij e.
Di çalakiya Şaredariyê de: Matorekî elektrîkê nû hat kirîn, matorê berê hat temîrkirin, komîteya Tora (şebekeya) Avê hat nûkirin, komîteyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tora Avê hat orgenîze kirin û her wiha pêdiviyên pêwîst ji bo temîrkirina tora avê û matorên li ser bîrên avê jî hat amadekirin.
Hevseroka Şaredariya Gel a Cindirêsê Nîgar Bakîr hemleya çareserkirina pirsgirêkên Tora Avê di pilansaziya pirojeyên Şaredariyê de bû. Piştî hijbijartinên Hevserokatiya Şaredariyan, wan berê xwe da pêdivî û pirsgirêkên welatiyan. Projeya temîrkirina torên avê yên sereke û yên şaxî jî ji plansaziya Şaredariyê bû.
EFRÎN