Rêxistina Navnetewî ya ji bo parastina Xwezayê Greenpeac’ê têkildarî sebzeyên li Akdenîz (Behraspî) ya Tirkiyê raporek pêşkêş kir.

Di rapora Greenpeac’ê de tê gotin, di sebzeyên Tirkiyê de madeyên kîmyawî yên qedexekirî hatine tespîtkirin.

Servîsa Tirkî ya malpera DW rapora Grênpeacê ya bi sernava, ‘Metirsiya li ser sifreya me: pestisit’ weşand.

Endazyarê Xorak yê Greenpeace ya Akdenîzê Bûlent Şik li ser firingî, xiyar û îsotê li bazarê tê firotin lêkolînek kiriye û encamên wê jî wiha eşkere dike: “Ji 90 cûreyên sebzeyan di nava 14’an de madeyên pestisit ango madeyên kîmyawî yên qedexekirî hatiye tespîtkirin. Di nava 46 cûreyan de jî bandorên nebaş yên madeyên kîmyayî û hormonî hatiye tespîtkirin.”

Rapor, di Tebaxa 2019’an de hatiye amadekirin. Di dema lêkolînê de ji 5 marketên mezin nimûneyên 30 firîngî, 30 îsota kesk û 30 xiyar ji bo lêkolînê hatine girtin.

Di raporê de agahiyeke din a girîng jî tê dayîn û têgotin, di sebzeyên marketan de madeyên kîmyawî zêdetirin ji yên di nava bazaran de tên firotin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN