Li Şedadê cenazeyên Hisên El-Celal (Museb), Abdulletîf El-Elî (Murad Mergeda), Nûrî El-Mihêmîd (Xebat Şedadê) û Mihemed El-Mihêmîd (Hemade Mergeda) doh bi merasîmekê hatin veşartin.

Di merasîmê de yek ji fermanarên YPG`ê Elî Şedadê axivî û sersaxî ji malbatên her çar şehîdan re xwest.

Her wiha bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Nacî Nicûm destnîşan kir ku hemû şehîdan ji bo azadî, aramî û ewlehiya gelê herêmê canê xwe feda kiriye û diyar kir ku ew weke Saziya Malbatên Şehîdan dê her tişta giranbuha ji bo parastina destketiyên bi xwîna şehîdan misogerkirî, bidin.

 

ANHA/HESEKÊ