Sedat Ozgen ê ji Elmanyayê û Artyom Trakhanov a ji Rûsyayê di Festîvala Xêzeromanan a Herceg Novi (HSF) a 14´an de mêvanên pispor in. Festîval îsal wê di navbera 4 û 9´ê Îlonê de li gelek mekanên li Herceg Novi bi rê ve biçe. Sedat Ozgen bi xwe Kurdekî Êzîdî ye û dêûbavên wî ji Batmanê ne.

   

Sedat Ozgen weke ji hunermendên xêzeromanan ên mezin ên roja me ya îro tê dîtin. Ew yek salî hatiye Elmanyayê. Wî li Munsterê Dîzayn û Îlustrasyon xwendiye. Kariyera wî ya profesyonel bi weşandina “Lai Van,” “Phantom,” û “Airboy and Heavenly Fighters” ji bo çapxaneya Emerîkî Moonstoneê dest pê kir. Ji 2014´an ve li Emerîkayê navdar dibe. Halê hazir ew li ser beşa duyê ya efsaneya “Fix” dixebite ji bo weşanxaneya PKMM Entertainment.

 

NEW YORK