Cenazeyên ciwanên Kurd ên bi navê Azad Rehîm (25), Aso Heme Salih (24), Mihemed Salih Qadir(19) Îbrahîm Mihemed (22)  yên di 21’ê Tebaxê de di qaseya qamyonekê de li nêzî paytexta Avustûryayê Viyanayê hatin dîtîn, anîn Hewlêrê. 

Li gorî agahiyan cenazeyên 2 birayên hev û mamekî wan yên ku di heman qamyonê de jiyana xwe ji dest dayî ku xelkê Dihokê ne, wê bînin Herêma Kurdistanê.

Di 22’ê Tebaxê de di qaseya qamyonekî li rex rêyeke li nêzî paytexta Awustûryayê, Viyanê parkkirî de cenazeyên 71 koçberên ji ber bê hewatiyê jiyana xwe ji dest dayî, hatibû dîtin. Ji van 71 cenazeyan 21 yên xelkê Herêma Kurdistanê bûn, ji berî niha jî 4 cenaze anîbûn.


‘25 hezar kes ji Herêma Kurdistanê koçber bûne’

Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê Dr. Derbaz Mihemed diyar kir ku peywendiya koçberbûna ciwanan bi rewşa nihe re heye û got, di nava 9 mehan de li Herêma Kurdistanê nêzî 25 hezar welatî koçber bûne.

Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê Dr. Derbaz Mihemed piştî cenazeyên 4 ciwanên Kurd yên ku di 22’ê Tebaxê li nêzî paytexta Awûstûryayê di qasaya wesayîsetê de fetisîn, anîn Hewlêrê, ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku koçberbûna ciwanan peywendî bi kirîzê niha li Hewlêrê û Bexda re heye.

Dr. Derbaz Mihemed anî ziman ku wan aliyên Ewropa û Iraqê derbarê mijarê de agadar kirine ku ew qeyran qeyraneke mezin e û got: “Bi çareserkirina qeyranê re wê pêla koçberbûna xelkê ber bi Ewropa ve kêm bibe.”

Mihemed destnîşan kir ku kesên karên mafiyayê dikin bi rêya qaçaxciyan çi li Tirkiye, çi li Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi kêfa xwe û hêsan tevdigerin û wiha ragihand: “Pêwîst e ku aliyên ewlehiyê wan rêyên ku kesên karên mafyayê dikin û jiyana ciwanên me dixin tehlûkeyê, bigrin.”

Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê Dr. Derbaz Mihemed bal kişand ser daneyên koçberbûna welatiyan a ber bi Ewropa ve û got: “Daneyên bi cih hiştina welat nefermî ne. Li gorî daneyên li gel me, di nava 9 mehan de li gel Herêma Kurdistanê 150 hezar kesan Iraq bi cih hiştiye. Ji van nêzî 25 hezar kesî ji Herêma Kurdistanê bûn. Kesên ku li ser rêya koçberbûnê jiyana xwe ji dest ji dayî jî nêzî 40 ta 50 kesan in.”


HANA AZAD/ROJNEWS