Saziya Teknolojiyên Zanîstî û Ragihandinê (BTK) ji îro û pêve di bin navê “înterneta bi ewle” de dest bi sansurkirina malperên înternetê dike. Ji îro û pêve dê BTK bi keyf û dilê xwe malperan sansur bike. Li Tirkiyeyê hejmara malperên heta niha hatine qedexekirin ji 6 hezarî derbas bûne, piştî pêkanîna sansura di bin navê “înterneta bi ewle” tê diyarkirin ku wê bi sedhezaran malper bêne sansurkirin.
Li gorî Komeleya Înformatîk a Alternatîf îdiaya BTK’ê berovajiyê, xwe naspêre dildariyê. Pêkhênerên servîsên înternetê dikarin lîstên reş û spî yên îdareyê pêşkêş kirine, red bikin. Ev raye bi karanîna hêza dewletê tê pêkanîn û ev yek wê bandorê li milyonan mirov bike.
Wê sibê li ser înternetê “Bi destê dewletê sansur bê destpêkirin” û bi vî awayî êdî wê Serokatiya Ragihandin û Tekonlojliyê (BTK) wê biryar kî dê bi keve kîjan malperê. Bikarhinerên înternetê nikarin naveroka fîltreyê biguherîne.
Serokê Komeleya Teknolojiyên Înternetê Mustafa Akgul diyar kir ku li cîhanê nêzî 500 miliyon gihandinên înternetê hene û got; “Wê BTK bi kîjan raye û bi kîjan hêzê vana binirxîne. Kî vê rayeyê dide wê. Di her carekê de naveroka van malperan diguherin. Wê çava vana kontrol bike. BTK li vir ne adil e. Malperên ku neecibîne an jî naveroka wan ne li gorî dilê wê be sansur dike û asteng dike.”
Akgul wiha axivî: “Ne gengaz e ku mirov berê bizane BTK’ê çi qedexe kiriye. Xwedê dizane wê çend malperan sansur bikin. Xebitîneke wan a zelal tune ye. Tiştên ku dizanin dikin. Rayedarên wê jî ji hiqûqê fêm nakin, rêgezên bingehîn ên hiqûqê bin pê dike. Gava BTK tiştek neecibîne, bê ku dadgeh biryar bigire, dibêje tu hatî astengkirin. Gava ku hûn ketin malperê hûn ji nişka ve dibînin malper hatiye astengkirin. Lê ev malper çima û çawa hatiye astengkirin, tu kesek hesabê vê yekê nad.”
Ji bo BTK vê pêkanîna fîltreyê betal bike, Komeleya Înformatîk a Alternatîf li Şûraya Dewletê doz vekir.


 ENQERE