Heyeta bi serokatiya Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş pêk tê, Fatma Kurtulan, Nadir Yıldırım, Osman Baydemir, Besime Konca, Îmam Taşçier û Celal Dogan jî di nav de hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomînin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemir der barê serdana şandeyê ya Başûr de axivî. Baydemir diyar kir ku gelên Kurdistanê di firsendeke dîrokî re derbas dibin û got, divê sedsala 21‘an bibe sedsala azadiya Kurdan.
‘Amed, Hewlêr û Kobanê yek in’
Baydemir di destpêka axaftina xwe de got, ez weke ewladek yê gelê Kurd ji bo ku îro li Başûrê Kurdistanê me gelek keyfxweş im û wiha axivî: “Çawa ku Amed warê tevahiya Kurdan e, Hewlêr, Silêmanî, Kobanê û Qamişlo jî warê tevahiya gelên Kurdistanê ye. Bi vê boneyê ji bo min keyfxweşî û serbilindiyeke mezin e ku ez îro li mala xwe me.”
‘Em îro li ser Pira Seratê ne’
Baydemir der barê serdana şandeyê de jî axivî û wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku ev serdana me bibe bingeha îtifaqa Kurdan. Weke gelê Kurd em li tevahiya Kurdistanê di demeke dîrokî re derbas dibin, ev dem weke Pira Siratê ye. Li aliyekî me alozî û li aliyê din jî azadî li benda me ye, divê di vê dema pîroz de em hêvî dikin ku hemû rêxistin, siyasetmedar û rêberên Kurdan li hev bikin û îtifaqekê ava bikin.”
‘Sedsala 21’an bikin sedsala Kurdan’
Baydemir anî ziman ku divê ev firsenda dîrokî ya ketiye destê gelê Kurd baş bê nirxandin û wiha axaftinên xwe domand: “ Divê em tevahiya gelê Kurd sedsala 21’an bikin sedsala gelên Kurdistanê, ji bo ku ev sedsal bibe sedsala azadiya gelên Kurdistanê tifaq lazim e. Bi vê boneyê me destpêkê li Hewlêrê bi rêzdar Mesud Barzanî re hevdîtin pêk anî, em bi vê hevdîtinê û naveroka vê hevdîtinê gelek keyfxweş in. Em ê weke şandeya HDP’ê hemû partiyên ku koma wan di meclîsê de heye serdana wan bikin.”
Îtifaqa me bersiva şehîdan e
Baydemir bilêv kir ku ji bo ji şehîdên Kurdistanê re bibin bersiv, divê îtifaq were avakirin û wiha peyivî: “Li Mexmûr, Kerkûk û Kobanê keç û xortên Kurdistanê bê ku bêjin Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat ref bi ref li eniya berxwedanê de li dijî dijminan şer kirin û şehîd ketin. Divê hemû partiyên Kurdisanê jî li ser vê xetê bibin yek û firsenda dirokî baş binirxînin.”
DENÎZ UMUT / HEWLÊR