“Pêvajo ber bi Sûriyeya Demokratîk û Kurdistana Azad ve diçe. Loma jî ne hewcê ye em bi meseleyên biçûk dakevin û serê xwe pê gêj bikin. Divê em li siberoja xwe û hedefên demdirêj bifikirin.”
YEKO ARDIL / BERLÎN
Siyasetvanê Kurd û endamê Meclîsa Giştî a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî li Berlînê peyivî. Hesen Mihemed Elî got, berê hin dewletên ku bi wan re dipeyivîn, nedixwestin xwe eşkere bikin bes halî hazir bixwe dibêjin bila her tiştên me vekirî bin. Her wiha Mihemed Elî got siyaset û sînorên Rojhilata Navîn a 100 salî ser û bin dibe û di vê serûbinbûnê de sedsala 21´ê wê bibe sedsala Kurdan.
Li paytexta Elmanyayê Berlînê panela bi mijara “Pirsgirêkên Efrînê û Sûrî û rêyên çareseriyê” hat lidarxistin. Semîner ji aliyê PYD Elmanyayê ve hat organîzekirin. Endamê Meclîsa Giştî a MSD´ê Hesen Mihemed Elî weke qiseker tevlî semînerê bû. Semîner li waqfa Rosa Luxemburg a Stiftungê pêk hat. Tevî PYD Berlîn, Meclîsa Kurd a Berlîn, Cemaeta Kurd a Berlîn, Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK),Nûnertiya Rojava a Berlîn,Nûnerê Partiya Yekiti (El Wehde), akademîsyen û rewşenbîr jî di nav de gelek kes tevlî semînerê bûn. Hevseroka PYD´ê Berlînê Silêman Haji û Endama meclîsa jinan a PYD Berlîn Diya Berîvan, moderetoriya semînerê kirin.
Pergala 100 salî ya li herêmê ser û bin dibe
Di semînerê de Endamê Meclîsa Giştî a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî derbarê rewşa dawî ya Sûrî, Rojava û herêmê de axivî. Hesen Mihemed Elî îşaret bi prosesa siyasî a li Bakurê Sûriyeyê kir û wiha peyivî: “Pevajoya ku em tê re derbas dibin ne ji rêzê ye. Niha li herêmê hemû hêzên cîhanî hene. Eger di vê pêvajoyê de hesab û planên aqilanê baş neyên kirin ev pêvajo dikarê berovajî jî bibe. Pergala 100 salî ya li herêmê ser û bin dibe. Piştî encamên şerê sedsala 20´an ji bo Kurdan ti cîh nehat dayin. Pergal hatin sazkirin, welat hatin avakirin lê Kurd û çend gelên din li derve hatin hîştin. Piştre şer û têkoşîna ku hat meşandin bi komkujî û asîmlasyona hat tepisandin. Ji lewma têkoşîna ku niha tê meşandin tenê ne ya meye ya hemû gelên bindest e.”
Me rêya siyaste vekir
Siyasetvanê Kurd Hesen Mihemed Elî îşaret bi siyaseta “xeta sêyemîn” jî kir û li ser mijarê wiha axivî:” Siyaseta rejîma Surîye rojane tê guhartin. Berê gelek hêzên mixalîf hebûn lê ji ber nedikarîn li hemberî siyaseta rojane xwe biguherînin yek bi yek heliyan. Lê ji destpêkê ve weke xeta sêyemîn me di têkoşîna xwe de israr kir. Minaka wê di Berxwedana Kobanê de diyar bû. Li Kobanê şerê me yê li dijî DAIŞ´ê gelek nêrîn û têgiştinên li dijî me hatin guhartin. Beriya Kobanê mudaxelaya me ya ji bo Minbic û Raqayê dihat asteng kirin. Lê me bi berdêlên giran hemû rêya siyaste vekirin û hêz û aktorê sereke li herêmê niha emin. Di vê demê de gelek derfetên dîplomatîk ji bo me derketin.”
Niha em di qonaxeke baş de ne
Di semînerê de Hesen Mihemed Elî bal kişand ser dîplomasiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got hin dewletên ku berê nedixwestin li ber çavan bi wan re bipeyivin niha bixwe dixwazin her tişt eşkere bibe. Derbarê dîplomasiyê de Hesen Mihemed Elî wiha xeber da: “Berê hin dewletên ku bi me re dipeyivîn, nedixwestin xwe eşkere bikin. Halî hazir jî bixwe dibêjin bila her tiştên me vekirî bin. Ser meselê, gava Brîtanya hat cem me li gel xwe medyaya navneteweyî jî anîbûn. Ew pêvajoya hanê ber bi Sûriyeya Demokratîk û Kurdistana Azad ve diçe. Loma jî ne hewcê ye em bi meseleyên biçûk dakevin û serê xwe pê gêj bikin. Divê em li siberoja xwe û hedefên demdirêj bifikirin. Niha em di qonaxeke baş de ne. We bi xwe dît, gava Emerîka got, em ê ji Sûriyeyê vekişin, dewletên Ewrûpî xwe çawa aciz kir û got: ´Divê Kurd bê parastin nemînin´ Çendek berê Trump jî bi xwe ji Erdogan re got. Ew tiştên hanê delîla vê yekê ye ku sedsala 21´ê wê bibe sedsala Kurdan. Ew rewşa hanê ji bo Bakur û Rojhilat jî lê ye. Çawa ku bawermendeke rojana îbadeta xwe dike divê em jî ji bo azadiya xwe îbadetê bikin, bixebitin.
Em dikarin veguherînin firsendeke dîplomatîk
Her wiha Hesen Mihemed Elî li ser pirsa “Gelo destketiyên Kurdan li Sûriyeyê wê rojek têk biçe?” jî sekinî û derheqa wê yekê de wiha peyivî: “Divê em siyaseteke alternatîf û deriyên wê pir in, bikin. Em xwe mehkûmî deriyekî tenê nekin. Ji bo li Rojava û Sûriyeyê desketiyên heyî û mezinkirina wê me tevbîrên xwe stendine. Li welatên Ewrûpa jî gerek divê bi aqil û bîreweriyê em bixebitin, siyasetê bikin. Dêhna xwe bidin, em niha dikarin têkiliyên ekonomîk jî pêş bixin. Darizandina girtiyên DAIŞî em dikarin veguherînin firsendeke dîplomatîk a dîrokî. Hin dewletan dibêjin li Iraq an Urdunê wan darizînin, lê belê li kîjan welatî sûc kiribin, divê li vî welatî bên darizandin. Ew kesên ku dibêjin bila li dewleteke din bên darizandin, esas naxwazin statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin.”
Gelek bi zanebûn çêbûn
Der barê şewata zeviyên de jî Hesen Mihemed Elî ev nirxandin kir: ”Şewîtandina zeviyan weke şerê aborî hat meşandin. Ev sal saleke bi bereket bû. Ji ber barana zêde mûsma îsal gelek dewlemend bû. Hinek şewat bê hemd çêbûn lê belê gelek bi zanebûn çêbûn. Armanca wan ya sereke derxistina qirîzeke aborî bû. Destpêkê bi rêya ambargoyan xwestin vê qirîzê derxin. Dîtin ku ew nabe vê çarê berê xwedan dexl û danê xelkê. Ji ber şert û mercên şer hinek zahmetî hebin jî lê me tevbîrên pêwist girtine. Di serî de xelkê me yên li Ewrûpa divê li her qadê li hamberî van êrişan em helwesta pêwist raber bikin.”