Seehofer hetikandin
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Seehofer, ku dixwaze Elmanya deriyên xwe li penaberên nû bi temamî bigire û sîstema ‘dewleta polîs’ li ser tevahiya welêt ferz dike, li paytexta eyaleta Bayernê, Munchenê ji aliyê 50 hezar kesî ve hate şermezarkirin.
Saziyên alîkariya penaberan, sendîka, komele, partiyên siyasî û dêr jî di nav de 130 saziyan bang kir û li ser vê bangê, pêr berêvarê li bajarê Munchen xwepêşandaneke mezin pêk hat. Xwepêşandan bi dirûşma “Li dijî siyaseta tirsê têkoşîna hevpar”, siyaseta Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer a li dijî penaberan hate şermezrkirin. Bi heman rengî hewldanîn wî yîn avakirina dewleta polîs jî hatin rûreşkirin.
Qisekeran nerazîbûneke tund nîşanî rêveberên Partiya Xiristiyanên Civakî (CSU) dan ku li Bayernê desthilatdar e. Wan got, Seehofer, Serokwezîrê Eyaleta Bayernê Markus Soder û Serokê Koma CSU ya Eyaletê, Alexander Dobrîndt dest dane hev û aramiya eyaletê ji holê rakirine.
Xwepêşandêran bang kir ku siyaseta nîjadperestî ya li dijî penaberan ku Seehofer serkêşiya wê dike, tavilê biqede û li eyaletê aştiya civakî pêk were. Xwepêşandêran her wiha xwest qanûna ku gelek erkan dide polîsan ku beriya çendekî li meclîsa eyaletê hate qebûlkirin, bê betalkirin. MUNCHEN