Di demekê de ku tê gotin, Fermandarê Hêzên Qudis ê Supay Pasdaran ê Îranê Qasim Silêmanî ji bo danûstnadinên li ser îstifa Serokwezîr Adil Ebdulmehdî li Bexdayê ye, cara sêyemîn konsolosxaneya Îranê ya li Necefê hate şewitandin.

Di encama xwepêşandanên 2 mehan û kuştina zêdetirî 400 xwepêşanderî de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser daxwaza Rêberê Şîeyan Elî Sîstanî 30’ê Mijdarê îstîfa kir. Di vê çarçoveyê de niha di nava aliyên siyasî yên Iraqê ji bo wezîfeya serokwezîrtiyê danûstandina destpê kiriye.

Li gorî malperên Iraqê, piştî Adil Ebdulmehdî nameya îstifa xwe ya pêşkêşî parlamentoyê kir, Fermandarê Hêzên Qudis ê Supay Pasdaran ê Îranê Qasim Silêmanî ji bo berî îstifa Ebdulmehdî were pejirandin li gel hêzên Iraqê danûstandina bike, hatiye Bexda, niha jî Ajansa AFP’ê ragihand ku Qasim Silêmanî hîn li Bexdayê ye. Qasim Silêmanî li ser destnîşankirina serokwezîr danûstandina li gel hêz û aliyên Iraqê dike.

Berhem Salih serokwezîr diyar bike

Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî diyarkir ku divê serokkomarê Iraqê li gorî madeya 76’an ya destûra Iraqê, di nava 15 rojan de namzetek ji bo cihê serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî diyar bike.

Madeya 76 ya destûra Iraqê dibêje, pêwîste serokkomarê Iraqê di nava 15 rojan de kesek ji fraksiyona herî mezin ya nava parlamentoyê de, ji bo pêkanîna kabîneya nû erkdar bike. Divê kesê hatiye erkdarkirin di nava 30 rojan de hikûmetê ava bike.

 

NAVENDA NÛÇEYAN