Li başûrê Fransa bajarê Marsîlyayê, ji bo silavkirina berxwedana Sûr, Cizîr, Silopiya, Kerboran û Nisêbînê û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk, bi beşdariya 2 hezar kesî meşek hat lidarxistin. Tevî biryara rewşa awarte ya li Fransayê, ku hînê di meriyetê de ye û hemû çalakiyan qedexe dike, Kurdistanî ji meydana Canebîere heta meydana Vieux-Portê meşiyan. Kurdan dirûşmên „Kujer Erdogan“, „Bijî Berxwedan“, „Em hemû PKK’yî ne“ gotin û pankarta li ser nivîsandî „Li Kurdistanê komkujî heye, bêdeng nemînin“ hilgirtin.

Meşa Kurdistaniyan li meydana Vieux-Portê veguherî mîtîngê. Nûnerên Meclîsa Gel a Demokratîk a Kurd li Marsîlya û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan a Marsîlyayê axivîn. Di axaftinan de bang hat kirin, ku mîna Kobanê bi ruhê seferberiyê xwedî li berxwedana li Bakurê Kurdistanê were derketin.

Di axaftina li ser navê Navenda Çanda Elewiyan a Marsîlayyê de bal hat kişandin ser Komkujiya Mereşê û hat destnîşankirin ku komkujiyên îro li Bakur tên kirin jî bi heman armancê tên kirin.

Li Bajarê başûrê Fransayê Montpellierê jî bi boneya salvegera qetlîamên Mereş û Roboskî merasîma bîranînê hat lidarxistin. Kurdistanî doh li Navenda Civaka Demokratîk a Montpellîer hatin cem hev. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku zîhniyetên komkujiyên wek Mereş û Roboskiyê pêk anîn, hê jî hebûna xwe diparêzin. Hate diyarkirin ku tevî qetlîaman jî Kurdan dest ji têkoşîna xwe bernedane. Piştî axaftinan pêşendana sînevîzyonê hate kirin.

Li bajarê Îtalya Pîsa ciwanên Kurd, ji bo bala raya giştî ya navneteweyî bikişînin ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, çalakî li dar xistin. Ciwanan bi vê armancê, li birca Pîsa ku rojane bi hezaran tûrîst diçin dîtina wê, pankarta bi nivîsa „Tirkiye komkujiyê li Kurdan dike“ a bi zimanê Îtalî daliqand. Li bajarê Elmanya Rheine, êrîş û komkujiyên dewleta Tirk hat şermezarkirin. Girseya gel a li ber avahiya Şaredariya Rheine civiya, pankartên li ser nivîsandî „Bila hêzên Tirk ku li Kurdistanê dagirker in, vekişin“, „Bila xweseriya xwerêveberiyê bê naskirin“ hat hilgirtin.Li bajarê Elmanyayê Heîlbronnê bi dehan ciwanî polîtîkayên qetlîama li ser Bakurê Kurdistanê protesto kirin. Ciwanan bang li tevahî ciwanên li Ewropayê kir, peyama, “Em ruhê berxwedanê yê Kurdistanê li her deverê belav bikin” da. 


Li Lozan û Zurîxê bibîranîn

Li bajarên Swîsre Zurîx û Lozanê, qurbaniyên komkujiyên Mereşê, 19’ê Kanûna 1978) û Roboskiyê hatin bibîranîn.

Li Zurîxê, di panela ji aliyê ÎDGB´ê ve organîzekirî de, nûnerê DEM-KURD’ê piştî deqeyeke rêzgirtinê mafê axaftinê girt û da zanîn ku komkujiyên mîna yên Roboskî îro jî li Kurdistanê tên kirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Lozanê jî, der barê komkujiyan de doh çalakiyek li dar xist. Piştî nîşandana sînevîzyona li ser komkujiyan, nûnerên ÎGÎF û DEM-KURD’ê axivîn. 


 NAVENDA NÛÇEYAN