
Li gorî daneyên amarên dawî yên fermî, ji ber erdheja tesîr li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kirî, li Kirmaşan û parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 423 kes mirine û 7 hezar û 370 kes jî birîndar bûne. Li gorî heman daneyan bi hezaran xanî bi temamî hilweşiyane. Ji ber vê yekê jî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şîn hatiye ragihandin.
12´ê mehê saet 21:18 deqîqeyan bi rengê ku cihê herî bi tesîr a erdhejê wilayeta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê û wilayetên Helebce û Silêmanî yên Başûrê Kurdistanê bin, bi şid erd hejiya. Li gorî navenda jeofizîk a Îranê şida erdhejê li Kirmanşanê 7.6 bû û herçî Navenda Keşnasî û Erdhejzanînê ya Başûrê Kurdistanê ye, da zanîn ku erdhej li Başûrê Kurdistanê bi şida 7.2 bûye.
Li gorî daneyên herî dawî ku Îranê fermî ragihandin, li navçeya Serpêla Zehaw 316 kes, li navçeya Qesrê Şîrîn 28 kes, libajarê Kirmaşanê 25 kes, li Îslamavaya Xerbê 22 kes, li Selas û Bawecanî 15 kes, li Krênd 14 kes û li Ciwanro jî 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Tirsa zêdetirbûna qurbaniyan heye
Ji metirsiyê hîna ew e ku ev hejmar zêde bibe, lewma li gundan gelek kesan bêyî ku navên kes û xizmên xwe yên di erdhejê de mirî fermî qeyd nekiriye.
Wezîrê Karê Hundir ê Îranê, Ebdulreza Rehmanî Fezlî got, ji ber erdhejê li hezar û 900 gundî û 7 bajarên parêzgeha Kirmaşanê zirar û ziyan bûye. Wezîr her wiha da zanîn ku pêwîstiya welatiyan bi ava vexwarinê, xwarin û konan heye.

Pêdivî bi ava vexwarinê û konan heye
Parlamenterê Kirmaşanê, Ehmed Seferî jî li ser pêdiviya bi alîkariyê got, pêdiviya xelkê Kirmaşanê bi cihê lêmanê, û bi pêdiviyên germkirinê heye û daxwaza alîkariya lezgîn kir.
Cîgirê Saziya Bînesazî ya Îranê Ezîzullah Mehdiyanî dibêje, “Di encama erdhejê de li Kirmaşanê 12 hezar xanî bi temamî hilweşiyane. Hinek gund bi tevahî wêran bûne. Pêwîstiya 15 hezar xaniyan jî bi nûjenkirinê heye. Me ji hikûmetê xwest ji bo nûjenkirina van xaniyan zêdetir bûdceyê dabîn bike.”
Ji ber erdhejê li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê şîn hate ragihandin.
Seferberiya ji bo alîkariyê
Herwiha xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî ji bo alîkariya welatiyên Kirmaşanê seferber bûne. Şeva derbasbûyî hemû firinên bajarê Kamyaran û gundên vî bajarî bi awayê xwebexşî ji bo kesên ziyanlêbûyî nan çêkirin.
Erdhejê ziyan gihandiye parêzgehên Îlam û Sineyê jî. Li gorî rapora Rêveberiya Kontrolkirina Qeyranan a parêzgeha Sineyê, li bajêr li 312 xanî, li gundan li hezar û 216 xanî, herwiha li 20 dibistan 79 govan jî ziyan bûye.
Bi her halî daneyên ne fermî ji daneyên fermî ragihandî guhertî ne ku behsa zêdeyî 450 kesên li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dayî dikin û hejmara birîndaran jî wekî bêhtirî 7 hezaran diyar dikin. Herçî Başûrê Kurdistanê ye, li wir jî 7 kesan jiyana xwe ji dest da, 535 kes birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN