
Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Hemwelatiya Azad û Yeksan Feqe Mihemed Musa ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin; “ di bin navê komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo, em weke Tevgera Hemwelatiya Azad û Yeksan dixwezin di vê daxuyaniya çapemeniyê de rêjeya îmzeyên ku hatine komkirin ji raya giştî re eşkere bikin. Ji devera Raperîn re hatibû diyarkirin ku bi qasî 75.000 îmze kom bike, lê heyecan û daxweza gelê Kurd ya ji bo azadiya Rêber APO û hemû girtiyên siyasî, her wiha tevî germahiya ku di vê pêvajoyê de tê jiyîn, em dibînin ku rihê neteweyî her diçe bilindtir dibe. Ji ber vê li bajarê Ranya rêjeya ku jê re hatibû diyarkirin derbas kir û bi qasî 85.000 îmze niha di destê de amedeye.
Di daxuyaniyê de her wiha bal hate kişandin ser keda ku di vê pêvajoyê de hatiye dayîn û hemû kesên ku di vê demê de rolê xwe leyîstine jî hatin spaskirin. Ji ber ne tenê gelê Kurd, her wiha hemû tevgerên medenî, partî û rêxistinan, bi taybet ew serokê partî û nûrerê rêxistina jî di vê demê de erkên xwe yê netewî û menewî bi cîh anîne û di daxuyaniyê de hate gotin ku; “ careke din devera Bitwîn ya bi navê din Raperîn rojên dîrokî jiya û em dikarin vê yekê jî bi raperîneke din bi nav bikin. Ji ber ji salên 1990’î ve heyanî niha cara yekeme ku di vê radeyê de ewqas mirov û gelê Kurd bi heman hest û hiziran têkoşînê bi rêve dibin. Her wiha heyanî niha me nedîtiye ku li vê deverê mirov bi xwe pelên îmzeyan dibin û bi û îmze bikin, lê berpirsyariyek neteweyî dagirtin û anîn ji me re, ji ber vê bi rastî germbûn û yekîtiyeke awerte hebû. Û em hêvî dikin ku wê ev kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêber APO bibe wesîleya azad kirina Rêberê me û emê bi hev re di Kurdistaneke azad de bijîn.
'Derbeyeke li hemberî neyaran e'
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku; “ ev pêvaoya îmze komkirinê derbeyeke li hember neyaran e. Ji ber gelê Kurd îfadeya îradeya xwe di rêberê xwe de dibîne û gelê Kurd rêber APO ye û rêber APO jî gel e.
Her wiha Smer Mihemed jî li ser navê Rêxrawî Jinanî Azadıxwezî Kurdistan RAJK di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û wiha got; “ bi wesîleya bi dawî kirina îmzeyan li devera Raperîn bajarê Ranya em her kesî spas dikin. Her wiha em dawa li hemû rayadar bi taybet kesên ku di vê kampanyayê de îmzeyên xwe bi kar anîne ku xwedî li vê pêvaoyê derkevin û ji bo Rêber APO azad bibe vê helwesta xwe berdewam bikin. Bi taybet daxweza me ew e ku hikûmeta herêmê di vê mijarê de bi rekên xwe yên neteweyî rabe. Ji ber ev daxweza gelê Kurd. Em jî weke RJAK emê kampanyayên bi vê rengî berdewam bikin heyanî ku Rêberê me azad dibe. "
Daxuyaniya çepemeniyê bi duruşmên bijî Rêber APO, bijî aştî û na ji bo na şer û bi gerandina guvendê bi dawî bû.”
Şêx Şûşê: Dema yeketiya Kurdan hatiye
Li navçeya Diyana ya Hewlêrê Şêx Şûşê kurê Şêx Daro neviyê Mela Seyîd Taha Nehrî ku di dîroka Kurdistanê de xwedî ked û xebatek berbiçav e ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze avêt kampanyayê û piştgiriya xwe da kampanyayê. Şêş Şûş, têkildarî kampanyayê û yeketiya netewî axivî û wiha got: "Êdî dema yekîtiya Kurdan hatiye. Pêwîste hemû Kurd ji bo azadiya Rêber Apo û serxistina vê pêvajoya siyasî ya kû li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Rêber Ocalan ve hatiye despêkirin îmze bike."
Li Hesekê ji bo Ocalan Îmze
Li taxa Rojhilat ya bajarê Hesekê Komîteya Azadiya Ocalan berhevkirina îmzeyan didomîne. Meclîsa taxa Rojhilat ya bajarê Hesekê bi alîkariya Tevgera Civaka Demokrat (TEV-DEM) kampaniyek ji bo berhevkirina îmzeyan birêxistin kirin, her wiha bi sedan ji welatiyên taxê berê xwe dan navenda kampaniyê ji bo îmzeyên xwe bidin.
Li Nantesê stand
Ji aliyê din ve Li bajarê Nantes ya Fransayê jî ji bo kampanyayê stand hate vekirin. Di bin bana Komeleya Çanda Kurd ya Engîn Sîncer de standên li navenda Nantes hatin avakirin de ji bo Azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin û zimanên Kurdî hat nasandin.
Nûnerên Komeleya Çanda Engîn Sîncer diyar kir ku armanca wan eve ku zimanê Kurdî bi gelên din bidin nasîn. Nûnerên komeleyê destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhevkirin.
Nûneran da zanîn ku dê bi saziyên li Nantesê re diyaloga xwe pêşve bibin û ji bo balê bikişînin sre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê de û geşedanên daweî dê hevdîtinan bikin.
RANYA/DIYANA/HESEKÊ/NANTES
Li Qamişlo 500 hezar îmze
Nûnerên insiyatîfa "Azadî ji bo Oacalan", li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê, diyar kirin ku tevî embargo û êrîşên li ser herêmên Kurdan jî, hijmara kesên ku tevlî kampanya îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bûn gihîşte 500 hezarî.
Nûnerên insiyatîfa "Azadî ji bo Oacalan", li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê bi beşdariya piraniya endaman civîna xwe ya 2’emîn lidar xist, di civînê de tevlîbûna girseyî ya hemû beşên pêkhateyên civakê hatin nirxandin û bal hat kişandin ser rola girîng ya rêxistinên jinan û Ciwanan.
Komîteyê diyar kir ku pêvajoya Rêberê Gelê Kurd dest pê kiriye li herêmê û li nav Kurdan hêvî û xweşbîniyeke mezin peyda kiriye, ji bo rawestandina pevçûnên leşkerî û dest pê kirina pêvajoya diyalogê pêwîst e Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azad bibe.
Komîteyê şopandina çapemeniyê ya qels rexne kir, her wiha hin welatiyên ku ji coş û dilgermiyê bi xwîna xwe îmze diavêtin rexnekir û xwest ku tenê îmze û careke tenê were dayîn.
Komîteyê di civîna xwe de rewşa zarokên ku dixwazin tevlî kampanyayê bibin jî nirxand, komîteyê diyar kir ku zarok ji ber temenê xwe yê biçûk nikarin tevkî kampaniyayê bibin û pêşniyar kir ku zarok dikarin hestên xwe di derbarê Rêber Ocalan de bi nameyan ragihînin û nameyan radestî komîteyên herêmî bikin.
Di dawiya civînê de Komîta insiyatîfê bang li her kesî kir ku tevlî kampaniya îmzeyan bibe.
ANHA/QAMIŞLO