Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 13. Civata Giştî de ji hemû hêz û aliyên Kurd, daxwaz û bangên van hêzan ên ji yo yekîtiyê re malovanî kir. Her wiha bi deklerasyon û belavoka encamê ya komcivînê KNK’ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bangên girîng li hêz û aliyên pêwendîdar kir. Her wiha modela Hevserokatiyê jî di komcivînê de hate pejirandin.

Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç têkildarî plansazî û pêşengên dema pêş ên KNK’ê de bal kişanda ser van mijaran: “Piştî 13. Civata Giştî wezîfeya herî girîng a KNK’ê ewe ku pêwistiyên bangên ku hemû hêzên Kurd ji bo KNK’ê kirin e. Ev bang jî ew bû ku KNK pêşengiya yekîtiya neteweyî bike. Her wiha ji bo serkeftina pêvajoya li bakûrê Kurdistanê bi Newrozê re hate destpêkirin hem di qada netewî hem jî di qada navnetewî de xabatên dîplomatîk wê werin meşandin. Bêguman ji bo pirsgirêka Sûriyeyê û mafên nasnameyî yê gelê me yê rojavayê Kurdistanê ku mijar li Cenevreyê wê were guftûgo kirin xabatên di asta seferberiyê de werin meşandin. Bi rihekî netewî ji bo hestyariya têkildarî rojavayê Kurdistanê bipêş bike plansazî û xebatên dema pêşiya me de werin meşandin ji bo me gelekî girîng in.”
Têkildarî asta kongereyê, biryarên hatine standin û hewldanên ji bo yekîtiya netewî Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç pirsên me bersivandin.

Asta beşdariyê ya 13. Civata Giştî ya KNK’ê li gor nerîna we çawa bû?

Di 13. Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) tabloya yekîtiya Kurdistanî ku gelê me ji berê de dixwest bibîne pêk hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê tevî partiyên siyasî nûnerên rêxistinên Îslamî, Elewî, Êzîdî, Yarsanî, jin, xwendekar, akademisyen, rêxistinên civaka sivîl dîsa kesayetên temenê xwe ji bo azadiya gelê me derbas kirin û tevî van tevan nûnerên gelên Asûrî-Sûryanî û Keldanî beşdarî komcivînê bûn. Nerînên bîrdozî yên cuda û meyldariyên siyasî yên Kurd ku di rewşeke asayî de bi tu awayî neyên cem hev di 13. Civata Giştî ya KNK’ê de li hev civiyan û li ser bingehê yekîtiya hêzê ragihandin ku di vê pêvajoya krîtîk a Rojhilata Navîn deji bo çareseriyê amade ne. Di 13. Civata Giştî ya KNK’ê de bi zelalî derkete holê, ji ber ku mijara gotinê azadiya gelê me ye hemû hêzên siyasî nakokiyên xwe li aliyekî danîn û li hev civiyan. Wek KNK’ê em ji bo hemû hêz, derdor û kesayên ku bi beşdarî û peyamên xwe yên ji bo komcivînê bi zanistî û berpirsiyariya dîrokî tev geriyan re em bi rêya we jî spasdariyên xwe pêşkêş dikin.

Derbasbûna sîstema Hevserokatiyê tê çi wateyê? Bi 13. Civata Giştî re gelo KNK’ê mîsyoneke ji ya heta niha meşand cudatir digire ser xwe?
KNK’ê di nava 14 salên borhi de nerînên cuda yên Kurdistanî di bunyeya xwe de kom kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka yekîtiyê têkoşîn da. Sazkirina wê û xabata wê ya 14 salan bi vê mabestê bû. Ji ber ku mijara yekîtiya neteweyî ne tenê girêdayî polîtîkayê û pêşketinên rojane be, berovajî ji bo bibe xwediyê karakterekî civakî KNK’ê her dayim beşdariya jinan watedar û girîng dît. Li ser bingehê yekîtiya neteweyî hêrî zêde jinên Kurdistanê alîgirê çareseriyeke mayinde ya pirsgirêka Kurd in. Ji ber ku mîna nava malbatê di nava civakê de jî jinên Kurd tim hêza hevgirtênê ne. Her wiha bi sedê salan tevî hemû êrîşên giran ên hêzên mêtînger û dagirker nasnameya çandî ya Kurd xarastine. Lê belê ji ber rastiya me ya civakî ya kevneşop ku xwe disipêre serdestiya mêr, mîna tê xwestin di nava siyaseta Kurd de jin di asteke tê xwestin de nehatin temsîl kirin.
Weke KNK’ê tim parast ku hêzê siyasî yên Kurd ku ji bo yekîtiya neteweyî hatine cem hev di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka jinê ku yek ji pirsgirêka me ya bingehîne jî bibin xwedî hewldan. Yanî ji pîvanên siyaseta me ya demokratîk jî ewe ku ji îradeya azad a jinê re rêz were girtin, di cîhana siyasetê de ku paşeroja civakê tê diyarkirin de bi cudakariya erênî beşdarî û rolgirtina jinê were xwurt kirin û di vê mejarê de kar dikeve ser milê partiyên siyasî. Di çerçoveya vê têgihiştina KNK’ê de di 13. Civata Giştî de me pêwistiya pêkanîna reformê dît û hem hejmara endamên jin hate zêdekirin hem jî em derbasî sîstema hevserokatiyê bûn. Yanî di xebatên yekîtiya netewî yên werin meşandin de ji bo xabateke mayinde û civakî were meşandin jin wê bihêztir beşdar bibe. Ji bo partiyên di yekîtiya neteweyî de xwedî biryarin bibin xwedî karakterekî bihêztir sîstema hevserokatiyê wê roleke mezin leyize. Li bakûr, rojhilat, başûr û rojavayê Kurdistanê, her wiha li diyasporyê jinên Kurd ên xwe bipêş dixin, dibin xwedî rêxistin û zanebûn dixwazin beşdarî her qada ku civakê eleqedar dike. KNK di vê mijarê de ji bo astengiyên li pêşiya jinê werin rakirin wê têkoşînê bide.
 
Bi destpêka 13. Civata Giştî re KNK’ê deklerasyonek belav kir, dîsa di encamnameyê de jî biryar û bang hebûn. Di pêvajoya pêş de KNK’ê wê girîngiyê bide kîjan xabatan?
Piştî 13. Civata Giştî wezîfeya herî girîng a KNK’ê ewe ku pêwistiyên bangên ku hemû hêzên Kurd ji bo KNK’ê kirin e. Ev bang jî ew bû ku KNK pêşengiya yekîtiya neteweyî bike. Her wiha ji bo serkeftina pêvajoya li bakûrê Kurdistanê bi Newrozê re hate destpêkirin hem di qada netewî hem jî di qada navnetewî de xabatên dîplomatîk wê werin meşandin. Bêguman ji bo pirsgirêka Sûriyeyê û mafên nasnameyî yê gelê me yê rojavayê Kurdistanê ku mijar li Cenevreyê wê were guftûgo kirin xabatên di asta seferberiyê de werin meşandin. Bi rihekî netewî ji bo hestyariya têkildarî rojavayê Kurdistanê bipêş bike plansazî û xebatên dema pêşiya me de werin meşandin ji bo me gelekî girîng in.
Bi deklerasyonê û encamnameya me aşkere kir re me xwest em beyan bikin ka hêzên beşdarî yekîtiyê bibin li derdora kîjan pîvanan bicivin. Di van de yek ji mijarên derkete pêş ewbû ku pêvajoya li bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin tevahiya parçeyên Kurdistanê elaqedar dike û destek dayina pêvajojê berpirsiyariyeke netewî ye. Dîsa di hemû peyamên ji bo civata giştî hatibûn şandinde tesbît hebû ku ji bo çareseriya bakûrê Kurdistanê bipêş bikeve azadiya Rêber Apo gelekî girîng e. Dîsa berpirsiyariyeke girîng a li pêşiya me bi rewşa rojavayê Kurdistanê ve têkildar e. Cewherê hemû peyaman tesbît an banga ku welatên cîran bi rêyên demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bikin bû. Dîsa bi bangên ji bo DYA û Ewropayê jî me daxwaz kir ku daxwazên rewa yên gelê Kurd werin dîtin û ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên gelê me hewldanên aştiyê destek bikin.

Diyar e di mêzînên dema nû yên Rojihata Navîn de êdî kes nikare Kurdan ji nedîtî ve were. Ji bo bidestxistina mafan û statuyê divê Kurd çi bikin?
Di çerçoveya vê pirsa we de dixwazim yek bi yek rewşa parçeyên Kurdistanê bigirim dest. Pêvajoya li bakûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin hemû welatên cîran jî yekser bandor dike. Bi vê yekê re siyaseta xitimî ya Rojhilata Navîn dibe xwedî alternatîf, çareserî û pêngaveke nû. Tê dîtin ku netew-dewletên ku hêzên Rojava li gor berjewendiyên xwe ava kirin tên derbas kirin. Gelê Kurd jî ev 200 salin li dij heman têgihiştinê ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşiya û li ber xwe da. Bi kevneşopiya berxwedanê ya 200 salî em gihiştin asteke zanistiyê ku sînorên ji aliyê mêtîngeran ve hatine destnîşan kirin hatin derbas kirin û di siyaseta navnetewî de jî em bûne aktorekî girîng. Di encama têkoşîna li Bakûrê Kurdistanê de têgihiştina siyaseta înkar û tinekerinê îflas kir. Projeyên çareseriyê yên KCK’ê ji sala 2007’an ve meşandin ji bo rojhilat û bakûrê Kurdistanê jî alternatîfên girîng derdixin holê.
Di sala 2003’an de li dij rejîma dîktator a Iraqê têkoşîna Kurdan bi forma statuya federalî kete sedsala 21’emîn. Ev statubûn ji bo tevahiya Kurdan destkeftineke mezin e. Bi vê yekê re hate nîşandan ku Kurd dikarin xwe bi xwe birêve bibin û dîsa hate dîtin ku statubûna Kurdan zirarê nade tu hêzê. Mijara ku li vir bê çareserî maye û me tevan eleqedar dike pirsgirêka Kerkûkê ye. Mîna KNK em çareseriya pirsgirêka Kerkûkê ji bo pêşketin û bihêzbûna başûrê Kurdistanê gelekî girîng dibînin.
Li rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zext û zordariya rejîma Îranê jî gelê me di mercên herî giran de xwe birêxistin dike, her wiha tevî îdamê jî ji bo mafê nasnameyî li ber xwe dide. PJAK ji ber ku bi çareseriya siyasî bawer e pozîsyona agirbestê didomîne. Vê agirbestê û bingehê aştiyane yê pêre afirî êdî rêya çareseriyê jî vekirî ye.
Di vê pêvajoyê de ji bo me ya herî girîng rewşa rojavayê Kurdistanê ye. Di 13. Civata Giştî de herî zêde li ser rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê em rawestiyan. Gelê me li Rojava ev du salin di şert û mercên giran de, beranberî şerekî ku hiqûqa wî tune ye gav bi gav jiyana xwe rêxistin kir. Tevî birçîbûn, gef û êrîşên heyî jî li Rojava gelê me bi pratîka xwe ji her kesî re nîşan de ku modeleke pir çandî, pir etnîkî, pir olî dikare pêk were. Li Rojava siyeseta Kurd gelekî demokratîk e, ji ber ku di çareseriyê de Ermenî, Asûrî û Ereban weke himên bingehîn dibîne û bi girtina dest a cudabûna mîna dewlemendiyê jiyaneke bi hevre diafirîne. Di rewşa heyî de li bakûr, başûr û rojhilatê Kurdistanê ji bo rojavayê Kurdistanê ji aliyê siyasî û civakî ve ketine nava seferberiyê.

Rêya bi tenê ya serkeftina Kurdan yekîtî ye. Gelo xebatê yekîtiyê di kîjan astê de ne?

Ev 14 salin KNK ji bo yekîtiya neteweyî hewldanên giranbûha dan. Ji bo vê yekê gelek caran heyet şandin başûrê Kurdistanê. Gelek caran komxabat organîze kirin û hewl da konpesteke netewî pêk were. Herî dawî di cotmeh a 2012’an de ji bo rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê li Meclîsa Netewî ya Fransayê komxebateke berfireh pêk anî. Li ser bingehê vê komxebatê û 13. Civata Giştî û deklarasyonên hatin aşkere kirin emê plansaziya berbiçav a Konferansa Neteweyî pêk bînin. Ji xwe dikare were gotin ku 13. Civata Giştî gava amadekariyê ya Konferansa Netewî ye. Derket holê ku partî û hêzên Kurd li benda hewldanên KNK’ê yên ji bo Konferansa Neteweyî ne. Dîsa diyaloga bi KCK’ê ya bi PDK, YNK, Goran, Yekgitiya Îslamî, partiyên sosyalîst û komunîst re girîng e. Dîsa peyama Serokê Herêma Fedaral a Kurdistanê Mesûd Barzanî û hikûmetê hêz dane vê xabatê.

Ji 4 konferansên ku Rêberê Gelê Kurd pêşniyar kiribûn yek li Enqerê pêk hat. We asta vê konferansê çawa dît?

Asta guftûgo ya konferansa Enqerê destpêkeke girîng bû. Biryarbûna ji bo paşerojeke demokratîk derkete holê. Lê belê ji bo pratîzekirine van biryaran hewldaneke xwurt lazim e. Di bingehê asta zilma desilatdariyê Tirk de parçebûn û nehatina gel hev a hêzên demokratîk heye. Ji ber vê yekê jî civak neçarî AKP’ê hatiye hiştin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di deklerasyona Newrozê de rêya beşdariya civakê ya nava siyasetê û demokratîkbûna siyasetê vekir. Di nava gelan de guftûgoya ji bo paşerojeke demokratîk dest pê kir. Bi berxwedana Taksîm û Parka Geziyê jî hêzên alternatîf ev bendewarî wergerandin çalekiyê. Konferansa Enqerê li ser vî bingehî xwedî derfeta ku xabatên demên borî qat bi qat derbas bike ye. Ji bo vê yekê jî yekbûn û hevkariya cudabûnan pêwist e. Di vir de ya girîng paşerojeke demokratî ya civakan e. Dema ev esas be jî divê tu hêz xwe ferz neke û li dora konsensusekê karibin bigihijin hev. Encamên konferansa Enqerê bi berxwedana Geziyê divê baştir werin pêşwazî kirin. Derkete holê ku li Tirkiyeyê êdî mirov serî ji polîtîkayên zextê yên AKP’ê re natewînin. Beşdarên konferansa Enqerê ji bo ev berxwedana rewa ya gel nekeve bin bandora derdorên nijatperest ên li dij demokratîkbûnê ne, pêwiste bi xwe pêşengiya vê berxwedanê bikin.

Ji bo serkeftina konferansên Amed, Evrupa û başûrê Kurdistanê berpirsiyariyeke çawa dikeve ser milê partiyên siyasî, sazî û kesayetên Kurd?
Di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn tevlîheviyeke mezin heye de, di ser çareseriya pirsgirêka Kurd re pêkanîna aştiyeke mayinde û aramiyê di serî de ji bo me Kurdan mijareke jiyanî ye. Nirxandin û sûdwergirtina ji derfeta ku dîrokê derxistiye pêşiya me û em karin çarenûsa xwe diyar bikin de şertê yekemîn beşdariya pêvajoyê her kes û derdorê ya bi ruhê seferberî ye. Lewra di serî de beşdariya hemû derdor û rengan a konferansa girîng e. Her wiha bûyina parçeyekî pêşxistina pêvajoyê ya hemû hêz û kesayetên beşdar bûn wê girîng be. Di çareseriyê de gihiştina biryardariyeke hevbeş jiyanî ye. Bêgûman divê herkes bi reng û şêwazê xwe hêzê bide û hevkariyê bipêş bixe. Li gor nerîna me li Kurdistanê ev reng û cudabûn çavkaniya dewlemendiyê û hêzê ne. Li hev kombûn û gihandina hev a ezmûn, tecrûbeyan wê di encamê de tecrûbeya netewî derxe holê. Ji bo vê yekê asta beşdariya me gelekî girîng e. Yanî zimanê demê ewe ku em karibin hev bihêz bikin, rêzgirtinê esas bigirin, li ser bingehê xweşbînê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl bidin û empatiyê bipêş bixin.
Yekîtiya neteweyî li dij hêzên lokal û global ên mêtînger me bihêztir bike. Têgihiştina me ya yekîtiya neteweyî ewe ku hemû nasname û rengên Kurdistanê weke hîmekî bingehîn bibînin û hêza wan jî ji bo çareseriyê jênger bigirin dest. Ji ber ku em gihiştine merheleya ku bi hêza xwe ya xweser em karibin çareseriyê avabikin. Bicîhanîna vê yekê û serkeftin di heman demê de wê were wateya bûyina bersiv û hêjayîbûna şehîdên li çar parçeyê Kurdistanê ji bo azadiyê canê xwe kirin berdel jî. 

Konferansa yên li derve hatine hiştin

Amadekariyê koferansa li Ewropayê were lidarxistin di kîjan astê de ne? Bendewariyên we ji vê konferansê çi ne?
Dikare were gotin ku pêşamadekariyên konferansa Ewropayê baş dest pê kirin. Sedema serkeftina xabatên destpêkê jî tevger û nêzîkbûna li gor pîvanên demokratîk û wekhev e. Komîteya Amadekar bi hemû beşên civakê yên li derve hatine hiştin re civiya û xwest her yek ji wan mîna hêzeke bingehîn xwe bibîne û ew beşdarî civînên amadekariyê kirin. Wek KNK me malovaniya civîna yekemîn kir. Gelek rêxistinên siyasî û civaka sivîl, dîsa bi nasnameyên bawerî û etnîkî yên bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê re me hevdîtin pêk anîn.
Bendewariya me ji vê konferansê ewe ku em Kurd ezmûnên xwe yên berxwedanê bi yên Tirkan, Çerketan, Lazan, Eremeniyan, Ereban, Rûmên Pontusê, Asûriyan, Eleviyan, Êzîdî û yên Îslama alternatîf diparêzin re parvekin, hêza xwe bikin yek û li bersiva pirsa ‘ li dij têgihiştina tevkuj, em çawa dikarin civakeke xweşbîn ava bikin’ bigerin. Bi heman espiriyê em dikarin çawa rêxistinbûyin û çalakiyên hevpar pêk bînin. Dîsa ji ber ku em li Ewropayê ne wê bangê me ji dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê re hebin da ku siyaseteke di xizmeta demokratîk kirina Tirkiyeyê de bipêş bixin. 


'Pêwistî bi stratejiya netewî heye'


Bi avakirina stratejiyeke hevbeş a Kurdan de konferansa li başûrê Kurdistanê were lidarxistin çiqasî diyarker e?

Karta Kurd li Rojhilata Navîn dihate wateya mekanîzmaya aramî an tevlîheviyê. Li ser kurdan û tevkujiya Kurdan li Rojhilata Navîn mêzîneke bêvîcdan afirî. Ji ber ku gelê me li dij vê yekê li ber xwe da êdî karta Kurd a amûra parçe bike û birêve bibe dema xwe qedand. Divê konsepteka giştî ya ku daxwaziyên azadiyê yên gelê me li çar parçeyan li ber çavan digire were amade kirin. Divê pîvanên hevbeş ên yekîtiyê werin destnîşan kirin. Yanî divê prensîbên ku ji bo hemû Kurdan derbasdarin û wan girê bidin weke biryar ji vê konferansê derkevin. Her wiha hebûna mekanîzmayeke ku van prensîban biparêze jî gelekî girîng e. Mîna tê dîtin li rojavayê Kurdistanê di navbera hin partiyan de car caran nakokiyên siyasî derdikevin. Di encama vê yekê de sînorê rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên başûrê Kurdistanê ve tê girtin. Nakokiyên siyasî jiyana gelê me yekser bandor dikin. Dema ku nakokiyên siyasî digihijin asta cezakirina gel wê demê jî werdigerin pirsgirhekeke netewî. Tê zanîn di deriyê sînor re amûrên tenduristiyê û zad dihate şandin. Niha ev mijareke gelekî girîng e û kî wê çareser bike? Di vir de ya partî wê werin cem hev an jî saziyeke jor a were avakirin bikeve dewreyê. Lê mixabin di vê rewşê de saziyeke jor tune ye. KNK di destpêka pirsgirêkê de banga xwînsariyê û tevgera rast kir. Lê belê pêdiwî bi avakirina platform, hevkarî an saziyeke jor a xwedî hêza mudaxeleyê ye. Dîsa pêwistiya rizgarkirina ji parçebûnê, avakirina yekhêzî û koordineyê ya dîplomasiya Kurd heya. Dema em hêza xwe bikin yek, bêgûman wê encam û destkeftiyên berbiçavtir jî werin bidestxistin. 


Girîngiya konferansa Amedê


Dawiya hefteya bê konferansa Amedê pêk tê. Ev konferans xwedî wate û girîngiyeke çawa ye?
Amed navendeke ku di warê yekîtiya neteweyî de mohra xwe li bin gelek pêşketinan daye. Beşdariya hemû hêzên Kurdistanî yên siyasî, bawerî û etnîkî wê girîng be. Bingehê vê konferansê ewe ku têkoşîna yên li derve hiştine ji bo çareseriyê bibin hêzek. Bi daxwaziyên hevpar wê beşdarên konferansa Amedê projeya civakê ya çareseriyê pêşkêşî AKP’ya ku hêna ne bûye xwediyê projeke çareseriyê bikin. Aliyê herî bingehîn ê van konferansan ewe ku ji bilî çareseriya demokratîk tu rêyê ji hikûmetê re nehêlin. Ez difikirim ku tabloya bi berxwedana Parka Geziyê re derketiye holê ji bo konferansa Amedê motîvasyon û hêza mezin a encam girtinê afirandiye. Tiştê ku heta niha dihate meraq kirin ewbû ka girseyên li Tirkiyeyê çi dixwazin. Bi berxwedana Parka Geziyê derket holê ku yên li derve hatine hiştin demokrasî û azadiyê daxwaz dikin. Li Kurdistanê gelê me di pratîkê de bûye parçeyekî pêvajoyê. Ji bo meşa azadiyê ya gerîlayan di ewlekariyê de dom bike di serî de jin tevahiya gelê me berpirsiyariya xwe ya siyasî bicîh tîne.
 



ERDEM ÎNAL / FRANKFURT