Atalan bal kişand ser qedexeya li Nisêbînê jî û diyar kir ku 6 tax bi têlên rêsanî hatine dorpêçkirin û ev rewş şiband Gazzeyê û wiha got: “Divê di serî de Şaredariya Bajarê Mezin, wekîlêm me û hemû sazî û rêxistinên girêdayî me ji bo rewşa Nisêbînê seferberiyê bidin destpêkirin. Divê ji bo Nisêbînê çi pêwîst bike bê kirin. Ji welat û ji derveyî welat, dîsa bi taybetî ji gelê Mêrdînê divê gelê me di nava hewldanan de be. Gelê me di vegerê de bi israr e. Divê em jî ji bo binesaziya vegerê çi pêwîst bike pêk bînin.” ‘Divê bi ruhê seferberiyê em tevbigerin’ Atalan aşkera kir ku wan wekî HDP komîsyonek ava kiriye, dê ev komîsyon di serî de aliyê hiqûqî û ji bo hemû pêwistiyan di nava tevgerê de be û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo vegerê çi pêwîst divê em bikin. Divê ev ji berê hêj xurtir û bi rêxistinkirî be. Ji bo Nisêbîn ji nûve bê avakirin difê bi ruhê seferberiyê em tev bigerin.”
DÎHA/MÊRDÎN