Li gorî salnameya welatiyên Amerîkaya Latîn sala nû di roja herî dirêj ya 21’ê hezîranê de dest pê dike. Wekî her sal bi hezaran bolîvyayî îsal jî di 21’ê hezîranê de ku hêj roja sibêhê derneketiye, li gundê Ayo Ayo yê cihê ji dayikbûna Tupac Atarî bû hatin cem hev.

Hikûmeta Eyaleta La Paz û Şaredariya Ayo Ayo  pîrozbahî organîze kirin û bi hezaran kes li Qada Tupac Atarî ligel muzîka herêmî reqisîn. Di pîrozahiyê de axaftin hatin kirin û di axaftinan de bal kişandin ser veguherîna di sala 2006’an de pêk hatiye û di sala 2009’an de derbasbûna civaka pir netewe şa Bolîvyayê.
Pîrozbahiyê bi dirûşmeya ‘Bi gelê Kurd û Ocalan re piştevanî û ji berxwedana Taksîmê re silav’ hat pîrozkirin, qada pîrozbahiyê bi alên PKK û KCK’ê hatin xemilandin.
Cîgirên Serokê Hikûmeta Eyaleta Potosî, Marcela Arroyo û Lotrîzîo Ortîz,  parlamenter Martîn Quîzpe, Cîgirê Walî Fernando Amaru û Şaredarê Ayo Ayo Branlîo Ocloquo axaftin kirin. Di axaftinan bal kişandin ser têkoşîna gelê Kurd ya bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û hat diyar kirin ku gelê Kurdistanê dê azad bibe.
 
Aştî bi Ocalan pêkan e

Lotrîzîo Ortîz di merasimê de axivî û ev tişt anî ziman: “Birayê me Ocalan ev 15 sal in  di nava şert û mercên dijwar de dijî. Heta azadiya Ocalan pêk neyê ne pêkan e ku ev şerê 40 sal in didome bi dawî bibe. Em ligel Ocalan û PKK’ê ne. Em ê piştevaniya xwe bi wan re zêdetir bikin. Em berxwedana Taksîmê jî silav dikin.”
Şaredarê Ayo Ayo Branlîo Olcoquo hestên xwe yên piştevaniyê anî ziman û got ew têkoşîna gelê Kurd a ligel hemû zext û zordariyan dimeşînin silav dikin.
 Lİ Arjantînê meş
Li aliyê din li paytextê Arjantînê Buenos Airesê li ser banga komîteya piştevaniya Kurdistan-Amerîka Latîn, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ên Arjantînê li ber Fakulteya Hiqûqê kombûn û bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”,  “Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiya ne” û “Ji berxwedana Taksîmê re silav” ber bi Sefaretxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan.
Plaza Del Mayo-Dayîkên Qada Gulanê ên Arjantînê, Partiya Sosyalîst a Yekbûna Arjantînê (PSTU), Rêxistina Ciwanan a Guavarîst, Konfederasyona Sendîkayên Karkeran, endamên Baskê Gel a Dario Santillan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiya pêk hat de beşdarvanan dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurdistanê”, “Bijî berxwedana Taksîmê” berz kirin.
Dema ku çalakvan gihîştin Sefaretxaneya Tirkiyeyê rastî benda polîsan hatin. Piştî nîqaşekî dem kurt, polîsan destûr da li ber sefaretxaneyê daxuyaniyê bidin. Di axaftinên ku li vir hatin kirin de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Hat diyarkirin ku tekoşîna gelê Kurd a ji bo Tirkiyeyê bêguherînin û demokratîk bide pêwîs te gelê Tirkiyeyê jî tevli berxwedana Taksîmê bibe û bal kişande ser girîngiya tevgerekî demokrasiya hevgirtî.Hat destnîşan kirin ku hikûmeta AKP’ê li Rojhilata Navîn nûnertiya emperyalîzmê dike û hat daxwazkirin ku Ocalan û girtiyên siyasî bêne berdan. Di çalakiyê de pêvajoya çareseriyê ya Ocalan daye destpêkirin jî hat silav kirin.
Peyama KCK’ê 5’ê hezîranê bi sernivîsa “Berxwedana Geziyê peyama Tirkiyeyekî nû ye” ku di çalakiyê de bi zimanê spanî hat xwendin, rastî eleqeyek mezin hat.

ANF/POTOSÎ- BUENOS AIRES




Ji YNK’ê ji bo Ocalan kampanya

Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) li bajarê Sydney ê Awûstralyayê kampanyaya “Ji Ocalan û tevayî girtiyên siyasî re azadî” da destpêkirin. Rayedarên YNK'ê destnîşankirin ku armanca wan li tevayî Awûstralyayê komkirina 2 milyon îmzeya ne.
Di şeva bi munasebeta kampanyayê hat organîzekirin de ligel gelek nûnerên partiyên siyasî, hevserokê Komeleya Kurd a Awûstralyayê û endamên wê, nûnerên KNK û PDK’ê yên Awûstralya û her wiha Hunermend Xanemîr jî di nav de gelek kes beşdar bûn.  Axaftina destpêkê ya şevê ji aliyê Berdevkê YNK’ê yê Awûstralyayê Yusuf Omar ve hat kirin. Omar got ku, wê kampanyayê li tevayî welat bi rê ve bibin û hedefa wan 2 milyon îmze ne.
Piştî axaftina berdevkê YNK’ê nivîsek Îngilîzî ya têde behsa jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, revandina bi komployê û esareta Ocalan a li Îmraliyê tê kirin hat xwendin.
Axaftvanên ku di nav de endamên Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistan, nûnerên PDK û KNK ên  Awûstralya hebûn, destnîşankirin ku wê kampanyaya ji Ocalan re azadî tevkariyê li demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bike û her wiha yek ji şertên destpêkê ye ku aştiyeke birûmet were Kurdistan.

'Azadiya Ocalan roleke girîng e'

Nûnerê YNK’ê  Dr. Mofaq Soranî da xuyakirin ku, azadiya Ocalan ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiye, Iraq û Îran û heta li Rojhilata Navîn jî ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan wê roleke girîng bilîze. Soranî di berdewama axaftina xwe de  anî ziman ku tenê muzakereyên jidil dikarin pirsgirêkan çareser bikin û PKK’ê bi vekişînê re di vê mijarê de çi qasî jidil e nîşan daye û pêwîst e bê ku were taloqkirin Tirkiye jî gavên pêwîst biavêje. 
Nûnerê KNK’ê yê  Awûstralya Brusk Aiveri jî ku bi hêviya başiya tenduristiya Mam Celal dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser çalakiya nobetê ya ew saleke li ber Konseya Ewropa didome. Aiveri, di axaftina xwe de got ku azadiya Ocalan a mîna lehengê gelekî Mandela kilîda herî girîng a demokrasiyê ye û axaftina xwe bi  ‘Bijî Kurdistan, Bijî yekîtiya Kurdan’ bi dawî kir.
Piştî Helbestvanê Kurd ê ciwan Ferîd Mexmurî yê li Sydney dijî helbesta xwe ya bi navê ‘Shayînî’ xwend şev bi dawî bû. 

ANF/SYDNEY




Di 7 rojan de 3 hezar îmze

Li navçeya Babê ya Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 7 rojan de 3 hezar îmze hatin komkirin.
Komîteya Berhevkirina Îmzeyan li navçeya Babê ya Helebê û gundên wê ku Kurd û ereb lê dijîn, di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya cîhanê hatiye destpêkirin de, dest bi komkirina îmzeyan kir. Kampanya ji gundê Ehres ê ku 25 kîlometre dûrî Helebê ye û 4 hezar kes têde jiyan dikin destpê kir. Bi dehan welatiyên ereb jî tevlî kampanyayê bûn. Di xebata 7 rojan de 3 hezar îmze hatin komkirin.
Komîteya berhevkirina îmzeyan diyar kir ku kampanyaya wan li 88 gundên herêmê ku piraniya şêniyên wê Kurd in dê bidome.

HELEB




Li Şamê 11 hezar îmze

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ku ji bo  azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li tevahiya cîhanê hatiye destpêkirin de, li peytexta Suriyê Şamê heta niha 11 hezar û 318 imze hatine komkirin.
Komîteya berhevkirina îmzeyan derbarê mijarê de li taxa Zorava ya Şamê bi beşdariya endamên Meclîsa Gel civînek çapemeniyê lidar xist.
Endamên komîteyê Mihemed Îbiş û Newroz Xelîl di civînê axvîn û sipasiya her kesê ku tevlî kampaniyayê bûne kirin.
Îbiş, diyar kir ku tevî rewşa aloz a bajarê Şamê û taxên Kurdan jî gelek partî û hêzên siyasî, her wiha bi hezaran kes tevlî kampanyayê bûne.
Newroz Xelîl jî bal kişan ser rola jinan a ji bo kampanyayê û xebatên Yekîtiya Star. Piştî axaftinan endamên komîteyê dan zanîn ku li Şamê heta niha 11 hezar û 318 imze hatine berhevkirin. 

ŞAM