Hilbijêrên li derveyî welat dijîn, ji bo hilbijartinên giştî yên serdema 26. doh dest bi dayîna dengan kirin.

Deng li sefaretxane yan jî konsolosên li bajarên cuda yên Ewropayê û li deriyên sînor tên bikaranîn. Tevî Elmanya ku herî zêde hilbijêr li vî welatî hene, li Belçîka, Awûstûrya, Danîmarka, Fransa, Swîsre û Qibrisê, hilbijêr wê heta 25’ê Cotmehê karibin dengê xwe bi kar bînin. Li 52 navendên cuda yên 21 welatên Ewropayê sindoq hatin danîn.

Li gorî bernameya ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve hatiye diyarkirin, cih û dema dengdayîna li derveyî welat bi vî rengî ye:

„Elmanya, Awûstûrya, Belçîka, Danîmarka, Fransa, Swîsre, Qibris di navbera 8-25’ê Cotmehê de 18 rojan, li Awûstralya di navbera 16-25’ê Cotmehê de 10 rojan, li DYA di navbera 14-25’ê Cotmehê de 9 rojan, li Norwêcê di navbera 19-25’ê Cotmehê de 7 rojan, li Hollandayê di navbera 21-25’ê Cotmehê de 5 rojan, li Brîtanya û Romanyayê di navbera 22-25’ê Cotmehê de 4 rojan, li Bûlgarîstan, Îtalya, Kanada, Erebîstana Siûdî û Tirkmenîstanê di navbera 23-25’ê Cotmehê de 3 rojan, li Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bosna Hersek, Cezayîr, Îsraîl, Swêd, Kazakîstan, Kirgizîstan, Makedonya, Rûsya û Yewnanîstanê di navbera 24-25’ê Cotmehê de 2 rojan, li Arnavût, Azerbaycan, Bahreyn, Komara Çek, Çîn, Fînlandiya, Afrîka Başûr, Gurcîstan, Îran, Îrlanda, Spanya, Japonya, Qatar, Kosova, Qûweyt, Lubnan, Macarîstan, Misir, Ozbekîstan, Polonya, Sûdan, Tayland, Ûkrayna, Ûmman, Urdun û Zelanda Nû di 25’ê Cotmehê de 1 rojê wê deng bên bikaranîn.“


Hevserokê CDK-F bang

Hevserokê CDK-F Ozay bang li hilbijêran kir kubiçin ser sindoqan û got, „Li dijî faşîzma AKP’ê divê her kes bikeve nava tevgerê.“Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, hilbijêrên li derveyî welat dijîn îro dest bi dengdayînê kirin û wê heta 25 Cotmehê dengên xwe karibin bi kar bînin. Hilbijêrên li Fransayê dijîn, ji danê sibehê ve li Parîs, Marsîlya, Lyon, Strasboûrg, Nantes û Bordeaûxê diçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar tînin. Li gelemperiya Fransayê 311 hezar 796 hilbijêrên qeyidkirî hene. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi giştî 115 hezar 547 hilbijêr çûn ser sindoqan. Ji sedî 29.62 ê van dengan HDP’ê wergirt û bû partiya duyemîn. HDP di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de hîn bi îdîa ye û dixwaze dengê xwe bi du qatan zêde bike. Di vî warî de xebatên HDP’ê dewam dikin.

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê (CDK-F) Rustem Ozay daxuyaniyek da û bang li hilbijêrên li gelemperiya welêt kir ku biçin ser sindoqan û dawî li desthilatdariya AKP’ê bînin.

Ozay bal kişand ser komkujiya AKP a faşîst li Kurdistanê dike û got, „AKP bi polîsên xwe yên kujer re, jin, ciwan, zarok, extiyar her kesî qetil dike, Kurdistan veguherandiya gola xwînê û bi qasî ku cenazeyê ciwanan li pişt panzerê ve girê bide û bi erdê re kaş bike, dîn û har bûye. Bi hezaran endamên HDP’ê avêtine binê zîndanan. Em ê li ser sindoqê bersiva pêwîst bidin van polîtîkayên êrîş û şer ên AKP’ê. Bi dengê xwe re em ê vê rêveçûnê bisekinînin.“

Di civîna Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Marsîlya de, hat diyarkirin ku ji bo hilbijêr di navbera 8-15’ê Cotmehê de hê bi zanebûn deng bikar bînin û bersivê bidin hilbijêrên ji semtên derve tên wê li ber Konsolosxaneya Marsîlya konek bê vedan.

Li paytexta Fransa Parîsê, Komîsyona Hilbijartinê ya Jinên HDP’yî ya Parîsê, der barê hilbijartinê de standa agahdarkirinê vekirin.Di standa li semta Saînt Denîs de, jin tevî endamên Komîsyona Jinê ya TEV-ÇAND’ê li ber lêdana erbanê û stranan li esnafan geriyan û der barê hilbijartinê de agahî dan welatiyan. 


 NAVENA NÛÇEYAN