
Endamên Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya Kolnê li bajarê Elmanya Kolnê kom bûn û ji bo diyarkirina nexşeya rê civîna xwe ya destpêkê lidar xistin. Di civînê de Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê, endamên Tevgera Jinê û Yekîtiya Hêzê amade bûn. Di civînê de Giştînameya Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropa ya HDP’ê hat xwendin û hemû endaman li ser neşxeya rê ya xebatên werin meşandin, nêrînên xwe anîn ziman.
Bi taybetî bal hat kişandin ser kêmasiyên di hlibijartinên 7’ê Hezîranê de rû dan û hat destnîşankirin, ku ji bo dengdayîna di 8’ê Cotmehê de destpê bike divê propaganda û xebateke bi dîsîplîn were meşandin. Endaman gotin, “Ji ber ku demeke kurt ji 8’ê Cotmehê re maye, divê em karibin hemû derdoran tevlî xebatên hilbijartinê bikin.”
Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê de, pêkhateyên HDP’ê, saziyên di nava tifaqê de cih digirin, nûnerên Însiyatîfa Gel a Kurecikiyên li Ewropayê û Komeleya Daricayî amade bûn. Di civînê de ji bo meşandina xebatên hilbijartinê koordînasyonek hat avakirin. Her wiha ji bo bajar û taxan jî komîteyên cuda hatin avakirin.
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê nûnerên saziyan ên di bin navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk de, li lokala Federasyona Yekîtiyên Elewiyan ên li Awûstûryayê, civiyan û plansaziya xebatên hilbijartinê derxistin.
Rîchard Berger ê di nava xebatên HDP’ê yên hilbijartinê de cih digire, di axaftina xwe ya li civînê de anî ziman ku ew ê bi koordînasyonek ji 50 kesan bikevin nava gel. Berger da xuyakirin ku koordînasyon wê di asteke welê de be ku li gelemperiya Awûstûryayê ji bo serketina HDP’ê xwe bigihîne hemû hilbijêran.
Li Saarlandê xebat didomin
Li Saarlandê xebatên hilbijartinê yên HDP’yiyan didomin. Komîsyona hilbijartinê, xwest her kes tevlî xebatên hilbijartinê bibin û tavilê qeydên xwe temam bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo di hilbijartina 1’ê Mijdarê de tevlîbûneke bihêz çêbibe hemû derfet hatine seferberkirin, li herêma ku kirine 8 beş 61 kes di komîsyonan de cih digirin.
Hat ragihandin ku ji derveyî komîsyonan jî sempatîzanên HDP’ê jî xebatan bi rê ve dibin û hat xwestin ku pêwîst e her kes bi hestyarî nêz bibe.
Komîsyonê diyar kir ku kesên qeydên wan nînin tên tespîtkirin û qeydên wan tên kirin û pêwîst e ji bo qeydan 6 rojên li pêşiya me baş bên nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên di nav hefteyê de dixebitin dikarin dawiya hefteyê biçin konsolosxaneyan qeydên xwe bikin. Hat ragihandin ku dawiya hefteyê di navbera saet 10.00 û 14.00’an de konsolosxane vekirîne.
Komîsyonê destnîşan kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de heta niha bi sedan kesî re hevdîtin pêk anîne û bertekên erênî girtine.
Hat diyarkirin ku Komeleya Demokratîk a Kurd a Saarbrucken, Însiyatîfa Dêrsim, xebatkerên AGÎF, Komeleya Elewiyan û gelek kes di nav xebatên hilbijartinê de cih digirin. Komîsyona Rêveber diyar kir ku di hilbijartina 7’ê Hezîranê de 2140 kesî deng daye HDP’ê û di hilbijartina 7’ê Hezîranê de hedefa wan 4 hezar kes e.
NAVENDA NÛÇEYAN