Endamên komîsyonê dan xuyakirin ku ew xebateke berfireh dimeşînin û ev meheke bi ruhê seferberiyê di nava tevgerê de ne. Endamên komîsyonê dan zanîn ku wan gelek plan destnîşankirin û di rojên pêş de ew ê li navenda bajêr standên ji bo HDP’ê vekin, biçin serdana bazara gel, esnafan ziyaret bikin, belavokan belav bikin û panelan lidar bixin.
Ji HDP’ê li Elmanyayê rêze panel
HDP’ê ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lez da xebatên xwe yên li Ewropayê. Ji bo zêdekirina dengên xwe, bi komîsyonên ava kiriye re xebateke berfireh dimeşîne. Koordînasyona HDP’ê ya Hilbijartinê ya Elmanyayê, rêze civînên xwe yên di 25’ê Îlonê de da destpêkirin, wê heta 11’ê Cotmehê bidomîne. Tê payîn ku di civînên li Frankfûrt û Stûttgartê de Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş amade be. Di bernameya 54 cihan pêk tên de parlementer û rêveberên HDP’ê û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê dijîn amade dibin.
WUPPERTAL