Seferberiya ji bo hilbijartinan ferz e
“Ji bona ku em Kurd in, me dikujin. Kîjan Kurdî dikuje, yê ku dibêje ez xwediyê şeref û rûmeta xwe me. Cudatiya me melayên mizgeftên Kurdan û îmamên camiyên Tirkan heye; ew bi alaya xwe dibêjin, biçin şer, em teşwîqa şer nakin.”
LUQMAN GULDIVÊ
Melayê Mizgefta Ehmedê Xanî ya li Clichy sous Boisa li herêma paytexta Fransayê Parîsê ya 93´yan, Feyzî Mîr Hesen, agahî derbarê xebatên xwe dan. Feyzî Mîr Hesen got ew bang li cemaeta xwe dikin ku hestyar bin di bicihanîna ferzên xwe yên dînî de û alîkariya mazlûman û nexasim jî Kurdistaniyan bike li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.
Feyzî Mîr Hesen bi bîr dixe ku mizgefta wan nû tê hesêbê, avahiya mizgeftê kirêkirî ye, lê dîsa jî cemaeta wan êdî rûniştiye û wiha dipeyive: “Ev mizgeft berê ya cimaetên din bûn, cemaeta me jî li hin cemaetên din belav dibû ji ber ku mizgefta wê bi xwe nebû. Li herêma bêhtir cemaeta me xelkê Qersê ne, xelkên din ên Serhedê jî hene, hine xelkê Rihayê jî hene, ji Xarpêtê jî hin endamên cemaeta me ne. Niha di meha Remezanê de em nanê Remezanî didin. Rojê sed ta dused kes tên vir tevî zarok û maliyên xwe, pîrekên xwe. Li qata jor a mizgeftê ji bo cemaeta ji zarok û jinan cih heye.”
Di warê netewetiyê de ev mizgeft rind bû
Feyzî Mîr Hesen dema behsa mizgeftê û cemaeta wê dike, girîngiya netewetiyê jî ji bo cemaetê wiha îfade dike: “Heger em behsa dîn tenê bikin, tiştekî em bibêjin nîne, lê xwe bi xwe heger cemaeta xwe bi rê ve bibe, hingê mesele tiştekî din e. Ji ber wê jî di warê netewetiyê de ev mizgeft rind bû. Meletiya min kirî, ne di cîh de bû. Ji ber ku mizgefta me nû bû û ji ber ku melekî cemaeta xwe esas bigire di warî millî û baweriyê de lazim bû, cemaetê ez tercîh kirim. Ez jî di Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) de di şûraya wê de min kar dikir, cemaetê em qebûl kirin.”
Berhevkirina fitreyan ji bo Efrînê
Feyzî Mîr Hesen bi bîr xist ku derveyê meha Remezanê, Nîvroj û Esran cemaetê wan çêdibin, ji ber rewşa jiyanê ya li Fransayê û Remezan jî bûye wesîleyeke baş ji bo civîna cemaeta wan û wiha qise dike: “Ya din jî, fitreyên me yên ku li ser navê CÎK´ê ji bo mexdûrên me yên di konan (li Efrînê) de em kom dikin. Bi zimanekî neteweyî û dînî bêyî ku em insanên xwe biêşînin em karê xwe dimeşînin. Bi qasî em dikarin em berê cemaeta xwe didin netewetiya wî, çi fitre û zekat in bi vî rengî ne, fîşên me hene, em didin wan.”
Ji bona ku em Kurd in, me dikujin
Feyzî Mîr Hesen îşaret bi wê yekê dike ku miletê Kurd bi belayê re rûbirû ye, tenê ji ber hebûna xwe weke Kurd in û wiha dipeyive: “Em Kurd in. Çûne Efrîn dagir kirine. Erdogan erdê 500 hezar Kurdî bi navê dîn dagir kiriye. Li vir em jî vê dibêjin, heger dîn ev be, Erdogan be, çete bin, DAIŞ be, ev ne dînê Îslamê ye. Belaya hatiye serê me ne ji ber dîn e, ne ji ber Sunîtî, Elewîtî û Êzîdîtiyê me dikujin. Hem Şêx Seîd darda dike hem jî Seyid Riza darda dike. Yanî em propagndayê jî nakin, heger ji ber ziman û netewetiya min min dikuje. Ji bona ku em Kurd in, me dikujin. Kîjan Kurdî dikuje, yê ku dibêje ez xwediyê şeref û rûmeta xwe me. Cudatiya me melayên mizgeftên Kurdan û îmamên camiyên Tirkan heye; ew (Tirk) bi alaya xwe dibêjin, biçin şer, em teşwîqa şer nakin. Em di çarçoveya baweriyê de ferqê me çi ye wê îfade dikin.”
Feyzî Mîr Hesen wekî din da zanîn ku heta bi cejnê ew ê fitre û sedeqeyan jî berhev bikin û bigihînin cihê pêdivî pê heye. Mele Feyzî Mîr Hesen bang li bawermendên Kurd kir ku alîkariyên xwe bigihînin xelkê hewce yên mexdûrê dagirkeriya dewleta Tirk.
Seferberiya ji bo hilbijartinan
Mele Feyzî Mîr Hesen îşaret bi girîngiya beşdariya pêvajoyên siyasî ji bo ferza dijberiya zaliman û dawîanîna li zilmê dike û dibêje, “Bi vî karî hilbijartinê jî endam û rêveberên me rabûn. Kesên ketim bûn, çûn ew qeyd kirin, yanî li mizgeftê ji nimêjê û wêde, seferberiyeke bi qasî derfetên xwe, çawa em dikarin ji cemaeta xwe re bibin bersiv. Lê em têr nakin, em tenê ne, mizgeft û saziyên me hema hema weke hev dimeşin û ev pêşiya me teng dike. Em rexneyê xwe li xwe bigirin. Pirgirêkên di warê aborî de jî hene, divê em zêde li ser bixebitin.”
Ya insanî û Îslamî jî ev e
Ji bo pêkhateyên HDP´ê û cihê wê û mînaka wê di dîroka Îslamê de jî Fezyî Mîr Hesen Peymana Medîne bi bîr dixe: “Em li nav partiya xwe dinihêrin, ji Suryaniyan, Kildaniyan, Ermeniyan, Êzîdiyan û hemû baweriyan, yanî çiqas bawermed û nebawermend hene, her kes di nav de ye. Ya insanî û Îslamî jî ev e.”
Herî dawî Mele Feyzî Mîr Hesen xwest çalakî û kirinên wan bi raya giştî re bîn parvekirin, ji ber ku ew cemaeteke li xelkê û cemawerê vekirîne.