Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, der barê pêla mezin a êrîşan, ku di 15’ê Îlonê de li hemberî herêma Kobanê destpê kir, nirxandinên girîng kirin. Karayilan da xuyakirin ku berxwedana gelê Kobanê heta roja îro li dijî DAIŞ’ê nîşan daye, berxwedaneke gelekî mezin û lehengiyeke destanî ye. Karayilan bal kişand ser şikestina DAIŞ‘ê ya beriya niha di êrîşên li hemberî Kobanê de û got, “DAIŞ’ê piştî vê yekê li Iraqê dest bi pêngaveke nû kir; Êrîşî Şengal, Hewlêr, Mexmûr û Kerkûkê kir. Hinekî bi pêş ket û moral girt. Maşînên zirxî yên ji artêşa Iraqê stend derbasî Kobanê kir û dest bi amadekariya êrîşeke berfireh kir. Yanî êrîşa di şeva 15’ê Îlonê de destpê kir, êrîşa sêyemîn e. Ev êrîş ji yên din berfirehtir e û dixwazin Kobanê têk bibin.”


´Metirstiya komkujiyê heye´

Karayilan diyar kir ku DAIŞ’ê hemû hêza xwe komî ser hev kiriye û ji aliyê rojhilat, rojava û başûr ve bi tank û topan dor li Kobanê girtiye û dixwaze têk bibe. Karayilan got, “Bêguman li vir rewşeke mîna ya Şengalê nayê jiyîn, lê belê eger ji berxwedana gelê Kobanê, hêzên YPG û hêzên Artêşa Azad ên li wir destek neyê dayîn, berxwedan jî hebe dibe ku komkujiyeke mîna ya Şengalê rû bide. Ji ber vê yekê eger nayê xwestin karesateke duyemîn a mîna Şengalê rû bide, divê her kes destekê bide û bikevin nava tevegrê. Kî dikare çi bike, divê bike. Pêwîste gelê Kurd bi seferberiyê destekê bide berxwedana mezin a li Kobanê.” Karayilan da xuyakirin ku banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, ne tenê ji bo beriya mehekê ye û destnîşan kir ku ev bang îro jî derbasdar e, heta ewlekariya Kobanê mayînde bibe wê derbasdar be. Karayilan got, “Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin ku rewşa xwe ya seferberiyê xurtir bike û bi rihê seferberiyê berxwedanê mezintir bike. Karayilan anî ziman ku ev 3 roj in berxwedaneke leheng tê meşandin û di serî de Bakurê Kurdistanê, ji tevahiya gelên Kurdistanê xwest, ku xwedî li vê berxwedanê derkeve.

´Pêwîstiya profesyonelbûnê´
Karayilan bal kişand ser girîngiya piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê û parçeyên din ji bo Kobanê û axaftina xwe wiha dewam kir: “Her wiha gelê Kobanê bi xwe, beşdariyeke xurt li berxwedanê dike. Gelê Kobanê gelekî bi rûmet e, di tevahiya dîrokê de serî netewandiye, ji kevneşopiyeke berxwedanê tê. Lê belê di vir de qelsiyek heye. Mînak, gelê Kobanê destekê dide berxwedanê, bi xwe tevlî berxwedanê dibe , lê belê tevlîbûneke profesyonel a ku hêzên berxwedanê xurtir dike, nake. Wekî din ciwanên Kobanê bi dîtina perwerdeyê re li ser bingeha bûyîna leşkerê profesyonel tevlî refên YPG’ê nabin. Bi tenê gundê xwe diparêze, radihêje çeka xwe û derdikeve meydanê, şer dike. Lê belê bi şerekî ewçend klasîk û amator re berxwedana li hemberî DAIŞ‘ê bi ser nakeve. Pêwîste gel û ciwanên giranbuha yên Kobanê vê zanibin: Serketina li dijî DAIŞ‘ê bi tevlîbûna li nav refên YPG’ê û li ser bingeha perwerdeyê bûyîna leşkerê profesyonel dibe. Niha qelsiyeke bi vî rengî li Kobanê heye. Yanî mirov li ber xwe didin, şer dikin, lê vê bi amatorî dikin. Halbûkî bi tevlîbûna li nav refên YPG’ê, bi dîtina perwerdeyê re eger karibe mîna leşkerekî profesyonel beşdar bibe, ev berxwedan wê xurt bibe û bigihêje serketinê.

´Kobanê wê Tirkiyê zelal bike´
Karayilan helwesta hêzên navneteweyî û bi taybetî jî ya Tirkiyeyê li pêşberî DAIŞ‘ê nirxand û da zanîn ku heta roja îro bi alîkariya Tirkiye û hêzên navneteweyî û herêmî hewl hat dayîn ku DAIŞ bê xurtkirin, lê belê di nuqteya heyî de ji ber ku DAIŞ ji kontrola wan derket diyare hêzên navneteweyî dixwaze fren bikin. Karayilan da xuyakirin ku ji niha ve ne diyare ka Tirkiye wê helwesta xwe ya berê dewam bike yan na û ev nirxandin kir: “Bi pêvajoya şerê li Kobanê destpê kir re, rengê Tirkiyeyê jî wê derkeve holê. Pêvajoya şerê li Kobanê wê bibe eynika Tirkeyeyê. Sekna rast a Tirkiyeyê wê di vê demê de bê dîtin. Diyare ji du aliyan ve ev pêvajoya şerê li Kobanê wê nêzîkatiya Tirkiyeyê zelal bike: Ya yekemîn; wê nîşan bide ku Tirkiye di pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo daye destpêkirin de çiqasî samîmî ye. Ya duyemîn jî; wê zelal bibe ku bi rastî jî têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re dibire yan na. Yan jî wê helwesteke cuda nîşan bide yan na.”

´Herêma tampon xetere ye´
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan nîqaşên li ser avakirina herêma kampon ji aliyê dewleta Tirk ve nirxand û destnîşan kir ku eger bi rastî jî ya behsa wê tê kirin avakirina herêmeke tampon be ev gelekî xetere ye. Karayilan got, “Tambon tê wateya dagirkirina Kurdistanê. Ev yek wê rê li ber demeke nû ya berxwedanê veke. Yanî eger Artêşa Tirk rabe di bin navê ‘herêma tampon’ ava dikim Rojavayê Kurdistanê dagir bike, ev yek wê were destpêkirina şerekî nû li dijî tevahiya gelê Kurd. Hingî tiştekî bi navê pêvajoya çareseriyê namîne. Lê belê mebesta vê nîqaşê çi ye baş nayê fêmkirin. Polîtîkaya Tirkiyeyê wê di nava çend rojên pêş de zelal bibe. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî berxwedana Kobanê wê hem nêzîkatiya wê ya li hemberî pêvajoya çareseriyê, hem jî helwesta wê ya rast a li hemberî DAIŞ’ê nîşan bide.”

ANF/BEHDÎNAN