
Tevî ku di 25’ê Hezîranê de komkujiyek li Kobanê pêk hat û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest da, ji bo avakirina ji nû ve ya Kobanê biryarek xurt derket holê. Der barê avabûnê de projeyek derket holê. Nexweşxane, dibistan, akademî, malên jinan, qadên zarokan, ekolojîk, çandî û hunerî gelek xebatên projeyê dimeşînin. Nûnerên rêxistinan têkildarî xebatan de ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn.
Kampanyaya alîkariyê
Seroka Komeleya Piştevaniya Kurdistan a Fransayê Sylîve Jan got: „Ji bo penaberên Kobanê heta niha me 50 hezar Euro berhev kir. Şaredariya Rhone Alp di 29’ê Hezîranê de 20 hezar Euro alîkarî da. Ji bo avakirina jinûve a Kobanê hewcedarî zêdene û em bi rêxistinên cuda re ketin têkiliyê. Di encama vê hewldanê de rêxistina Mîmarên Lezgîn beşdar bû. Em ji bo Elektîrîkvanên Sînornenas jî ketin hewldanan.“ Jan bi lêv kir ku ew hewl didin karsazên Fransî jî beşdarî avakirina Kobanê bikin got hewldanên wan yên di alî Fransayê de zêddetir siyasîne.
Komeleya Piştevaniya Kurdistan a Fransayê piştî dagirkirina Şengalê bi armanca piştevaniya Êzidiyan çûbû Bakurê Kurdistanê û lêkolîn kiribû. Li vir bi şaredariyên DBP’î re kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin. Ev xebat niha koçberên Kobanê jî digire nav xwe û berdewam dike.
Rêxistina Mîmarên Lezgîn çû Kobanê û rewş tespît kir. Rapor amade kir. Li gorî agahiyên ji Sylvîe Jan hatiye girtin, rêxistina Mîmaran di destpêkê de 500 hezar euro daye. Ji bo vê jî planek mîmarî ya mayînde û ekolojîk ava dike.
Elektrîkvan dikevin tevgerê
Sindoqa Navenda Aktîvîteyên Civaka Fransayê (CCAS) di 1’ê Tîrmehê de li Brukselê bi armanca piştevaniya Kobanê di konferansê de amade bû. Li ser navê CCAS ser Gîles Chatelaîn beşdar bû. CCAS wek komîteya şîrketa herî dewlemend a mezin ya welat tê dîtin.
Gîles Chatelaîn diyar ku di rewşa heyî de xebatekê dimeşînin, hîna projeyek ava nekirine û got: “Pirsgirêka elektîrîkê ya sereke ye. EDF ekîban naşîne herêma bi rîsk. Divê em rêyekê bibînin. Em hewl didin bi Elektîrîkvanên sînornenas re bikevin têkiliyê.“
Dibistaneke felsefeyê
Femînîsta Belçîkayî Nele Vandengrîessche ku bi komîteya Şengal-Kobanê re dixebite, diyar kir ku ew dixwazin li Kobanê dibistanekê vebikin û got: „Ev projeyek Pedagojîk e. Ev dibistaneke felsefîke.“
Proje tenê bi Kobanê re ne bi sînor e. Ji bo kantonên din jî xebat tên meşandin. Rêxistina tenduristiyê ya navneteweyî Medîco Internatîonal û rêxistina Civaka Azad a Frankfûrtê ji bo Amûdê projeyek hevbeş ava kirin. Hat gotin ku wê sînemeya Amûdê ji nû ve ava bikin.
MAXÎME AZAD
ANHA/BRUKSEL