
Mamoste Serwet Denîz bi bîr xist ku Akademiya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn di sala 2010'an de di bin sêwana Şaredariya Kayapinara Amedê ve hat damezirandin û di gelêk beşên hunerê de tevna xebatên xwe berfirehtir kir.
Ji mamosteyê Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn Serwet Denîz der barê xebatê Akademiya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn de bersivê pirsên DÎHA'yê da.
Mamoste Serwet Denîz anî ziman ku yek ji armanca wan ya sereke çanda Kurdan ya bi salan e rastî qirkirinê tê careke din rake ser piyan û li hember vê ferasetê têbikoşe û çand, huner û wêjeyek alternatîf derdixe holê.
Denîz diyar kir ku Akademiyê bi dirûşma "Werin em bi hev re bi çand û hunerê jiyanek azad ava bikin" dest bi xebatan kirin û armanca wan bi xebatên xwe valahiyên çand û hunerî dagirin.
Denizî da zanîn ku Akademiya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ji sala 2010'an de bi awayek aktîf xebatên xwe li gel hemû zorî û zehmetiyan dide meşandin û heya niha bi sedan şagirt perwerde kirine.
Mamoste Serwet Denîz di derbarê xebatên xwe de jî agahî da û wiha pêda çû: "Akademiya Cigerxwîn di şeş beşên weke sînema, şano, govend, wêne, muzîk û wêje de xebatan dimeşîne. Waneyên ku di van beşan de jî tên dayîn xwedî naverokek dewlemend e. Ji dîroka wêjeya kurdî ya nûjen û klasîk, kevneşopiya dengbêjiyê, şanoya Kurdî, bingeha muzîka Kurdî heya ya cîhanê, wane di van beşan de pêşkêşî şagirtan dike."
Şertên qeydan û belgeyên ku tên xwestin
Denîz da zanîn ku zimanê akademiyê jî sedî sed bi Kurdî ye û ji kesên ku serî li akademiyê jî bidin zanîna zaravayên Kurdî tê xwestin û wiha axivî: "Xwendekarên ku bi zaravaya Dimilkî dipeyivîn divê bi xwendin û nivîsandinê baş bizanibin. Divê xwendekar ji 16 salî mezintir bin. Ji bo tevahiya beşan divê xwendekar ji 30 salî biçûktir bin. Xwendekar, divê herî kêm dibistana seretayî qedandi bin an jî bi xwendin û nivîsindinê baş bizanibin. Divê xwendekar bi xwe formên serlêdanê dagirin, ên ji derveyî bajêr dikarin bi riya înternetê serlêdana xwe pêk bînin. Fotokopiyên nasname û destûrnameya xelaskirina dibistanê tê xwestin."
Dewreyên muzîkê jî tên dayîn
Denzî anî ziman ku di her dawiya salê jî xebatên kolektîf ku bi xwendekaran re tên meşandin pêşkêşî gel tên kirin û got: "Her beş li gorî naveroka beşa xwe xebatên cuda cuda amade dikin. Dîsa ji derveyî waneyên akademiyê li Cigerxwînê jî dewreyên weke şano, govend, wêne, erbane, tenbûr, gîtar û wêje jî tê dayîn."
'Huner bi Kurdî xweş e'
Denîz bal kişand li ser bingeha akademiyê û got: "Her darek li ser koka xwe şîn dibe. Em bingeha xwe ji çand û hunera Kurdî ya gelerî digrin. Gelek kesên vî karî dikin hene lê em ji wan cuda ne. Ji ber ku em bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdehiyê didin."
Denîz anî ziman ku gelek kes bi karê muzîkê, sînemayê re mijûl dibê û gotinên xwe bi vî awahî dawî kir: Muzîk û sînemeyek bi rengên Kurdî, hunerek bi hişmendiya Kurdî, hunerek ji bo bikeve dibin xizmeta Kurdan de em didin afirandin. Ji ber ku heya niha bi çand û zimanê Kurdî di aliyê hunerî de perwerdehî nehatiye dayîn. Perwerdehiya hatiye dayîn jî bi hişmendiya tirkî hatiye dayîn. Her hunerek bi reng û zimanê xwe xweşe."
OMER ÎKE/DÎHA/AMED