Ku tekoshîna Tevgera Azadî negihîştiba wê asta berz û serkariya kemalîstên laîk nekiriba ser xeta têkçûnê, dê tu carî ji bo Erdogan rêya serkariyê veneba. Hêzên rêvebir yên li pişt dewleta tirk Erdogan û hevbendê wî fetulahî li gel hin pêşveçûnên din, bi taybetî ji bo vî erkî anîn ser kar. Ango armanca vê koalisyona sentêza Tirk-îslam ya yekem têkbirina Tevgera Azadî bû. Lê ew bi ser neketin, bi hev ketin.
Li aliyê din kêliya ku Erdogan serkariya xwe da rûnitin, bêku rastiya hêza kurdistanî li ber çavan bigire, li pey eniyeke îslamên sûnî ya di rêveberiya xwe de bû, bi serkeftina Birayên Misliman li Misirê, bi organîze kirina çeteyên terorîst yên li Suriyê, ew gihîşte wê baweriyê ku ewê bikane li hemberê erkdarên xwe yên emperyalîst jî serî hilde. Lê çeteyên wî li hemberê berxwedana Rojava têkçû, Li Misirê jî pêşî li Mursî hete girtin.
Di ashitiyê de bi biryarbûn û manevrayê Tevgera Azadî ev koalisyona Erdogan û Fetullahî ku hetanê qirikê ketiye nava gendeliyê ji hev da pelişandin. Di warê parvekirina gendelî û saziyên dewlete de bi hev ketin. DYA bi destê rêxistina xwe gulenciyan mudaxale kir, ku vê koalisyonê di xeta xwe de bigire.
Di vê mudaxeleya serkariyê de herêmên Kurdistanê tune. Ne aliyê gulenciyan, ne jî aliyê Erdogan gendelî û bêbextiyên li herêmên Kurdistana bakur pêkanîne naynin ziman, heta mirov dikane bibêje, ew koalisyona wan a li Kurdistanê hê jî di nav çaçoveya şerê qirêj de wekî berê didome, her roj di ser malên welatparêzan re digirin. Êriş, gaz, girtin, bêbextî, darezandinên li ser bingehên viran, bê navber didome.
Carê Fetulah Gulen û duvikên wî dijminê kurd û kurdistanê ye, le gel wê wer xuyaye Erdogan hemû dek û dolabên bîzansî-osmanî, hemû sextekariya takiyeyê di serkariya xwe de civandiye. Dixwaze bi hin manevrayên canbazî, dekûdolaban derbeyek li Tevgera Azadî bixe û bi wî awayê ji vê qeyrana ew aniye ber kertika têkçûnê rizgar be!
Ji ber vê sedemê ew çend roj berê civîna Cenevre II. derket sefera Ewropayê. Berê ji bo îcazetê serî li navenda YE ê da. Wer xuyaye, nekaniye wan di hin wanran de îkna bike, jiwê berê xwe da bala cihanê, di peyama yekem ya wek sonxwarinê de ev niyeta xwe zelalkir, got: „...Ez li dij terorîstên PKK, PYDê şer dikim!“ Ango di wateya bile YE bi min bawer bin û piştgiriya min bikin de ye.
Tengasiyeke wî yê din hebû, ew jî berê ku ew derkeve sefera Ewropê, bi dengê kujêr ê di medya civakî de û bi belgeyên di çapemeniyê de hatin weşandin zelal bû ku tiliya MIT a girêdayîyê serokweziriyê di kuşeriya Parîsê de heye. Lema dostê xwe Hollande jî ziyeret kir ku bikanin bi hev re pêşî li derketina rastiyan bigirin û nehêlin ku ew kujerî were zelalkirin. Armanceke vê gerê jî ew bû ku bikane pêşî li nunêrê gelê me yê Rojava bigire, daku ew tevê Cenevre II nebin.
Her çendî bi Îranê re di qada Surî de bi awayekî aşîkar ketibû nava şerekî dijwar jî, berê li ser serkariya Iraqê re têkilî danî û çawa ji gera Ewropê vegeriya, mîna ku di navbera wî û Îranê de tu tiştek neqewimî be, berê xwe da Îranê.
Ev her du gerên wî pir bi guman in. Bi bawerî û dîtina min, ew li pey manevrayeke ye dixwaze derbeyekê li Tevgera Azadî bide û wê jî ji derketina vê kirîzê re têke pêpilika bingehîn. Heta mijara hilbijartinê jî bi awayekê dane aliyekê, her li ser vê mijarê kûrbûne. Divê her kurd di vî warî de amade û şiyar bin.
Seferên Erdogan ne yê xêrê ne
Êdî li rojhilata navîn kilîta hemû pêşveçûn, hemû guhertin û çareserikirinan pirsgirêk û kêşeyan Kurdistan e, hêza kurdan e. Bingehê hemû guhertinan jî ew e. Xwerû jî wek xeta sêyemîn, ya ku çareseriyê di hevgirtin û azadiya gelan de derxistiye pêş e. Lema ne plan û projeyên DYA û ne jî yên paşverûtiya Rojhilata Navîn dikeve jiyanê. Ev dibe egera guhertina serkariyên welatên herêmê jî, wek mînak kirîz û geremola serkariya li Tirkiyê.