Sêgoşeya Berxwedanê; Bradost
GELAWÊJ EWRÎN
Bradost navê eşîr û navê du herêman e. Herêmek li Başûrê Kurdistanê û ser bi parêzgeha Hewlêrê ye, navçeya wê jî Sîdeka ye. Herêma din jî li Rojhilatê Kurdistanê û ser bi parêzgeha Urmiyê ye ku wek Somaya Bradost tê naskirin. Bradost wek herêm di sêgoşeya sê parçeyên Kurdistanê de ye. Ji ber girîngiya wê ya stratejîk gelek caran kesên xwestin li Kurdistanê hukim bikin, hewl dane vê herêmê bixin destê xwe. Lê belê ji ber erdnîgariya wê ya asê, nekarîne encamê bigirin û her tim têk çûne. Gelek peyamên bi dizî û eşkere di navbera dewletên dagirker ên herêmê û hêzên derve de li ser herêma Bradostan çêbûye. Siyaseta herî berbiçav ku van hêzan bi kar anîye jî ew bûye ku Kurd parçe kirine, bi taybetî eşîrên Kurd ên li wê herêmê jiyane, berdane pêsîra hevdu û wisa hukmê xwe dewam kirine. Li Bradostan mixabin berovajî navê xwe yê hêja, her dem xiyanetê derbên mezin li tevger û serhildanên Kurdan daye.
Di ware erdnîgarî de herêma Sîdeka xwedî av û axek gelekî bi bereket e. Zozanên vê herêmê bi nav û deng in. Mêrge Mîr û Mêrge Dukan, mêrgên herî bedew ên vê herêmê ne. Çiyayê herî bilind ê vê herêmê çiyayê Helgurt e ku dikeve rojhilatê herêma Sîdekan. Çiyayê Hesen Beg li nêzî Diyana, Çiyayê Rebenok li Goşînê, Çiyayê Bolê, Çiayayê Ber bi Zînê, Çiyayê Qelender, Çiyayê Şekîf, Çiyayê Avdil Kêwî, Siyako, Şemaşe, Hacer, Çiyayên Xakûrkê û Berazgir.
Şerê Bradostan û Barzaniyan
Li herêma Bradostan di sala 1931´an de herî zêde şerê di navbera eşîra Bradostiyan û Barzaniyan mohra xwe li dîroka Kurdistanê daye. Şerê birakujî bi salan berdewam dike. Eşîra Barzan naxwazin ku Bradostî li wê herêmê bicih bibin û wan wek muhacir û penaber didîtin ku divê ji wir derbikevin. Kurdên herêma Bradostan ji ber şer û dagirkeriyê bi darê zorê hatine koçberkirin. Bi salan şerê di navbera her du eşîrên Kurd de berdewam bûye û hikûmeta Iraq û Îngilîz navbeynkariyê dikin. Nakokiya di navbera her du eşîran de heta niha jî berdewam e. Eşîra Barzanî, dixwaze tevahiya herêma Bradostan ji Hewlêrê heta milê din ê sînorê Rojhilat bixe bin destê xwe. Her wiha li dijî mîr û begên eşîrên li vê herêmê dijminahiyek mezin tê kirin.
PKK li Bradostan
Tevgera azadiya gelê Kurd bi pêşengiya PKK ê ji 1984´an û vir ve li vê herêmê bicih bûye.
Di sêgoşeya Kurdistanê de hebûna PKK´ê
cihbûna wê li herêma Bradostan heta astekî guhertin çêbû. Ji bo wê jî gelek îtifaq û pîlanên qirêj li dijî PKK´ê li vê herêmê hat destpêkirin. Bi hêzbûna hêzên Kurdî li herêma Bradostan ji ber di sêgoşeya Kurdistanê de ye, her sê netew dewletên wek Îran, Iraq û Tirkiye bêzar û aciz dike. Hebûna PKK´ê li herêmê ji bo wan tê wê wateyê ku tevahiya Kurdistanê ji destê wan biçe. Sînorê herî hesas ê van netew dewletan sînorên di sê goşeya herêma Bradostan de ye. Hebûna PKK´ê di vê sê goşeyê de ji bo wan tê wateya jidestdayîna tevahiya xaka Kurdistanê ya di bin serweriya wan de.
Bradost niha li pişta gerîla ye
Şerê ku gerîla niha li herêma Bradostan li dijî dagirkeriya Tirk dike, xwedî wateyek gelekî mezin e. Herî zêde piştgiriya xelkê herêma Bradostan ji vê berxwedanê re, wê herêmê ji devê gurên har ên dixwazin xwe li ser herêmê serwer bikin, xilas bike. Xelkê herêma Bradostan divê hêjayî dîroka xwe ya tije berxwedanî li dijî vê dagirkeriyê bisekinin.
Di hemû serhildanên ku Kurdan xwe li çiyayên asê de parastine, ew der hatine hedefkirin û hatine rûxandin. Bi rûxandina kelayekî dawî li serweriya Kurdan li wê herêmê hatiye anîn. Tişta ku îro rejîma Erdogan jî li vê herêmê dike ew e ku bi desteka zêde ya teknîka NATO´yê hemû çiyayên bilind ên li vê herêmê dagir bike û li serê wan ji xwe re qela çêbike.
Heta gerîla li Kurdistanê hebe
Bi teknîka di dest de dikare yek du giran dagir bike, lê ti caran wê gerîlayên azadiya Kurdistanê destûr nede ku ew li wan çiyan jixwe re hêlîn çêbikin. Heta gerîla li Kurdistanê hebe, heta felsefeya azadiyê hebe, dagirkerî nikare demdirêj li çiyayên Kurdistanê xwe bicih bike. Kesek wek Îskender jî nekariye van çiyan derbas bike yan jî demdirêj tê de bimîne. Di rewşa niha de ger desteka hêzên herêma Bradostan ji dagirkeriya Tirk re nebe, ew nikarin gavekî jî pêşde werin. Mixabin di vê mijarê de hê jî dersên pêwîst ji dîrokî nehatiye derxistin. Hê jî berjewendiyên eşîr û malbatê di holê de ye. Hê jî xaka Kurdistanê di berdêla nezaniyek kûr de tê firotin.
Bi gel û gerîla herêm wê ji dagirkeran re bibe goristan
Li herêma Bradostan û tevahiya Başûrê Kurdistanê bi gel û gerîla, wê herêm ji dagirkeriyê re bibe goristan. Êdî xelkê herêma Bradostan jî di wê baweriyê de ne ku PKK behane ye û dagirker dixwazin tevahiya Kurdistanê bixin bin serweriya xwe. Gel ji berê hişyartir e û ev bingehek xurt e ji bo ku li dijî dagirkeriya li ser vê herêmê pêngavek nû were avêtin. Gerîla pêngava rizgarkirina herêma Bradostan ji bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi navê Pêngava Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de daye destpêkirin. Paralel bi vê pêngavê re lidarxistina çalakiyên mertalên zindî, şermezarkirina helwesta hêzên herêmî û hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê, wê dagirkeran neçar bihêle ku paşde vekişin.