Filma li ser Filistînê li ser gundê Kefer Qeddûm e ku sala 2002´yan Îsraîlê dest danî ser da ku lê waran ava bike ji bo Cihuyan. Ji hingê ve şêniyên gund her hefte çalakiyan li dar dixin li ser rêya ku li wan girtiye tê re derbas bibin, ji bo u doza mafê xwe bikin. Vê çîrokê derhêner Ahmad Shawar bi navê “I Have a Weapon (Sîleheke min heye)” vedibêje.

Herçî derhêner Jihan El-Tahri ye bi filma xwe Egypt’s Modern Pharaos (Fireûnên modern ên Misrê), ji sale 1952´yan heat 2011´an behsa dîroka siyasî ya welêt dike. Dema vê dike jî çîroka Cemal Abdil Nasir (1954-1974), Enwer el-Sedat (1970-1981), Husnî Mubarek (1981-2011) dihûne.
O deserto do deserto (Çola çolê), filma Samir Abujamra û Tito Gonzalez Garcia ye behsa Sahraya Rojava dike ku heta 1974´an koloniyeke spanî bû. Bi rengekî van erdan didin dest Fasê û ji dema ku Fasê erdên vî welatî îlhaq kirine jî, ev dibe sedema pirsgirêkên siyasî.
Herçî belgefilma “The Sniper of Kobani (Segvanê Kobanî)” li ser jiyana rojane ya segvanê Kurd Harûn ê li Kobanê dike. Filma bi derhîneriya Rêber Dosky behsa Harûnê ku li Kobanê weke qehremanekî tî dîtin dike; xewn û xewnereşkên Harûn der dixe pêş.

The Sniper of Kobani û I Have a Weapon di beşa pêşbirka filma herî baş a kurt a navenetweyî de tên nîşan dan. Filma serketî wê ji bilî xelateke pere, nîşana festîvalê a ku hunermend Carlito Carvalhosa amade kirî wergire. 


 NAVENDA NÛÇEYAN