Şehba herêmek biçûk e, lê mozaîka gelên li Sûriyê ye û ji aliyê erdnîgariyê ve jî pirr dewlemend e. Ji aliyê civakî ve Kurd, Ereb, Tirkmen û Çerkez lê dijîn. Bi sedan sal in ku ev gelên li wê derê di nava biratiyê de jiyana xwe didomînin. Lê bêşensiya vê herêmê ew e ku dewleta Tirk bi dagirkeriyê bûye sînor vê herêmê. Ev herêm xeteke krîtîk e di navbera Efrîn, Heleb, Bab û Reqayê de û wan bi hev ve girêdide. Ji bo vê jî hemû polîtîkayên di asta Sûriyê û herêmê de bi awayekî yekser bandorê li ser vê herêmê dike.
Hîn di destpêka şoreşa Sûriyê de li gundewarên vê herêmê li Til Hasil û Til Eranê komkujî pêk anîn. Ev herêm dikarî bibûya hêlîna şoreşê û bi hêza xwe ya cewherî dikarîbû li ber xwe bida. Bi vê komkujiyê ev ji holê rakirin. Ev herêm bi desteka opozîsyona Sûriyê radestî komên çete kirin. Ji wê demê û şûn ve gelê wê derê êşên mezin jiyîn, koçber û derbider bûn.
Lê gelên li wê derê ji ber esalet û welatparêziya xwe dest ji xaka xwe bernedan û ewladên wê ên bi xîret careke din di bin navê Artêşa Şoreşgeran de xwe bi rêxistin kirin. Hemû kesên welatparêz xwe ji Artêşa Azad qut kirin û hatin beşdarî vê hêzê bûn. Beranberî vê rewşê ji milekî ve dewleta dagirker a Tirk tûgayên mîna Sultan Mûrad û Neviyên Selehedîn ava kirin û bi desteka Artêşa Tirk di bin navê parastina Tirkmenan de derbasî vê herêmê kirin. Ji ber girîngiya herêmê hêzên koalîsyona navneteweyî jî ji milê din ve grûpên xwe yên ‘perwerde û bi çek bike’ li Tirkiyê perwerde kirin û şandin vê herêmê. Li milê din jî rejîma Baes û Îranê jî di bin navê parastina Nibil û Zehra de ku du bajarokên Şiî ne, hêzên xwe li wan herêman bi cih kirin û Rûsyayê jî piştgiriya wan kir.
Ji ber vê rewşê herêm ji bo gelên li wir bû weke dojehê. Şer û pevçûnên mezin di navbera van hemû hêzan de çêbûn. Heta bi xistina balafira Rûsan re gihîşt asta şerê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de. Ji ber van şer û pevçûnan xelkê vê herêmê bi deh hezaran ji cih û warên xwe bû.
Lê ev çirûska ku li vê herêmê pêket û niha belav bûye dikare hevsengiyên li ser asta Sûriyê biguherîne. Ji ber ku kîjan hêz li ser vê herêmê serweriya xwe ava bike, dikare li ser Helebê û Babê jî bi bandor be. Wisa diyar e ku Rûsya û Amerîka li ser parvekirina herêman li hev kirine. Ew ê Amerîka operasyona Reqayê bide destpêkirin û ji hewldanên Rûsya ên li ser Helebê re dengê xwe neke. Ji bo wê Rûsya destpêkê xwest Hêzên Şoreşger di rizgarkirina Bab û Helebê de bi kar bînê, lê dema Hêzên Şoreger şertên xwe danîn, Rûsya bi Tirkiyê re li hevdû kirin û Hêzên Şoreşger bi êrîşên dagirkeriya Tirkiyê re rû bi rû hişt. Wisa bawer dikirin ku Hêzên Şoreşger ên berxwedana Şehbayê wê li hemberî balafirên Tirkiyê têk biçin. Lê weke tevahiya cîhanê jî bû şahid ku ev meheke Hêzên Şoreşger berxwedaneke bê hempa li dijî hemû cureyên teknîka pêşketî û balafirên Artêşa Tirk a dagirker nîşan didin û her roj mohra xwe li bin serketineke nû didin. Di vê berxwedanê de bi pêşengiya rêheval Şiyar û Eylul, şehîdên qehreman hatin dayîn. Hîn jî ev berxwedan didome.
/**/
Ev ruhê berxwedanê yê ewladên vî gelî bi jiyana xwe ya mutewazî û aşiqê jiyana azad û biratiya gelan, ew ê qedera şerê li Helebê û hemû Sûriyê biguherîne. Rizgarkirina vê herêmê wê desteka Tirkiyeyê ya ji çeteyên wê re qut bike, bazara wan a bi Rûsan re bê wate bike. Hêzên dagirker ên cîhanî hertim bi komployan dixwazin hêzên herêmî bikin qurbana berjewendiyên xwe yên navdewletî, lê hêzên herêmî jî dikarin bi berxwedana xwe û sekna xwe ya bi rûmet van planan pûç bikin û lîstikên heyî xera bikin.