Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk bi şiyara "Bê Serok jiyan nabe û rûmet bi hebûna dagirkeriyê tine ye" di çarçoveya pêngava "Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye" li Kantona Şehbayê çalakî lidar xist. Di çalakiyê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Federal a Efrînê hatin şermezarkirin.
Nûnerên Hevbendiya Demokratîka Niştimanî ya Sûrî, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Desteya Rûspî û Êlan û Meclîsa Rêveber a Kantona Şehbayê jî tevlî meşê bûn.
Meş ji ber Navenda Asayîşa Kefernaye dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Ey dagirker derkeve", "Gelê Kantona Şehbayê serê xwe natewîne", "Ciwanên Ereb azad in", "Bijî Şehba", "Bijî berxwedana Hêzên Şoreşger" û "Na" ji dagirkeriyê re" hatin berzkirin. Li aliyê din tevlîbûna zêde ya jinên ciwan di meşê de bal dikşand. Di meşê de, gel ala Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê, al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyeyê hatin hildan.
Meşa ku li kolanên navçeya Kefernaya dewam kir, li qada dibistana Kefernaya veghurî mitîngê. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Ocalan" qediya.
ŞEHBA