Rayedara Zimzimê, Akgonul: Em tiştên xweş û xweşik dikin. Beşdariya malbatên zarokan gelekî girîng e. Kreşeke ku bi hemû zimanan re li hev e, ev dever. Zarok bixwaze bi kîjan zimanî bipeyive, em derfetê didinê.

BÎRCAN DEGÎRMENCÎ / AMED

Wergêrê pirtûka çîrokan a Selahattin Demirtaş a bi navê Seher, Redûr Dîjle dibêje, ji ber ku pirtûk bi hisiyateke Kurdî hatiye nivîsandin, wergera wê zehmet nebûye. Dîjle dibêje, divê pirtûk di nava wêjeya girtîgehê de bê sinifandin.

Dahata ji pirtûkê wê bê bexişandinî kreşa bi navê Mutlu Tavşan Zimzim (Kîvroşka Bextewer Zimzim). Rayedara kreşê Şadime Akgonul got, “Vê yekê gelekî kêfa me anî. Di warê aborî de zehmetiyên me hebûn. Hindik be jî em ê rehet bikin.”

Roja destpêkê ya danasîn û îmzekirina pirtûkê, Bezgin Bekir Cafe bi xwîneran bi serî ve tijî bû. Çawa ku berê me nûçeya wê dabû, xwîneran ji bo ku pirtûkan bi Sirri Sureyya Onder, Yuksel Genç, Rênas Jiyan, Sîdar Jîr, Rêdûr Dîjle, A. Hicri Ozgoren û Ozgur Amed bidin îmzekirin, rêzên dirêj çêkirin.

Wergêrê pirtûkê Rêdûr Dîjle dibêje, dema ku Weşanên Aram ji bo wergerê pêşniyaz li wî kirin, ew gelekî bextewer bûye, û dilxweşî jî ev teklîfa hanê qebûl kiriye. Dîjle bixwe, helbestvaneke ku du pirtûkên wî yên helbestan derçûne. Ew dibêje, ji dema xwendina xwe ya lîseyê ew bi wêjeyê re mijûl e, lê ev yekem wergera wî ya pirtûkan e. Rêdûr Dîjle got, ji ber ku pirtûk bi hisiyateke Kurdî hatiye nivîsandin, werger pê zehmet nebûye, û hin çîrokên di pirtûkê de jî gotin bi gotin wergerandine.

Di sinifa wêjeya berxwedanê de

Dîjle dibêje, divê ’Seher’ weke berhemeke wêjeya girtîgehê heta ya berxwedanê bê nirxandin û wiha dewam kir: “Demirtaş, siyasetvanek e ku di meydana siyaseta demokratîk de dixebite, û ji bo civaka Tirkiyeyê jî bûye hêvî. Li derveyî girtîgehê li ber xwe dida. Dema hat girtin, di girtîgehê de ev berxwedana xwe li meydana huner jî dewam kir. Dema ku em li edebiyata dinyayê dinihêrin, em dibînin gelek kesan berhemên hunerî li girtîgehan afirandine.”

Dîjle di dewamê de ji bo xisletên pirtûka Seher dibêje, “Xisleteke din a Seherê li derveyî wêjeya girtîgehê, bi mijarên aktueltir, ên di rojevê de jî daketiye. Şert û mercên civaka Kurd di navê de diyar in. Seher radihêje pirsgirêk û mijarên gelên Tirkiyeyê. Demirtaş di girtîgehê de weke dewama berxwedana xwe ya li derve, bi rêya daketina bi van pirsgirêkan kete nava mala her kesî.” etti.

Wêje û jidilbûn di zik hev de

Dîjle dibêje, di dîroka siyaset û wêjeya Kurdî de gelek nimûneyên vê rewşê hene û wiha dipeyive: “Osman Sebrî, keseke ku di Serhildana Şêx Seîd de li ber xwe daye. Navên Celadet Bedirxan û heta Mûsa Anter jî em dikarin di nava van kesan de bibin. Van hem li meydana siyasî xebat kiriye, li meydana wêjeyî jî berhemên girîng afirandine. Em dikarin Demirtaş jî di wê kategoriyê de binirxînin. Ez ne rexnekerekî wêjeyê me, lê bi qasî ku ez jê fêm dikim, bi hizra min ji bilî çend çîrokan, ên din baş hatine sêwirandin. Wî kariye pirr baş jidilbûn û hunerî bixe zik hev de. Heger siberojê karibe li ser wêjeyê jî bihizire, hin çîrok wê hêviyê didin ku ew ê berhemên baş bide. Çîrokên sêwirandina wan başkirî jî hene.”

Dahata ji pirtûkê ji bo kreşê ye

Dahata ji pirtûkê wê ji kreşa bi navê Kîvroşka Bextewer Zimzim (Mutlu Tavşan Zimzim) re biçe. Ji rayedarên kreşê Şadime Akgonul got, “Vê yekê gelekî kêfa me anî. Di warê aborî de zehmetiyên me yên mezin hebûn. Hindik be jî em ê rehet bikin.” Navê vê kreşê jî zarokan lê kiriye, û Akgonul dibêje, li kreşê ew ji bo zarokan dorûbereke demokratîk diafirînin û bi hev re fêrî tiştan dibin: “Em tiştên xweş û xweşik dikin. Beşdariya malbatên zarokan gelekî girîng e. Kreşeke ku bi hemû zimanan re li hev e, ev dever. Zarok bixwaze bi kîjan zimanî bipeyive, em derfetê didinê.”