Li gorî pirraniya wan, ew piştî koçberiya bi darê zorê û koledariya bi destê Asûriyan beriya bi 2 hezar û 500 salan li erdên Kurdistanê jî bi cih bûne. Hinek ji wan jî di sedsalên 12 û 13´an de ji ber seferên xaçperestan reviyan û xwe li cihûyên li Çiyayên Kurdistanê girtin. Piştî damezrandina Îsraîlê, nexasim ji ber ku helwêsta Iraqê guherî, erdên wan hatin desteserkirin, Cihûyên Kurdistanê çûn Îsraîlê. Di navbera salên 1949 û 1952´yan de qederê 25 hezar Cihuyên Başûrê Kurdistanê çûn Îsraîlê. Îsraîlê wan salan bi temamî 120 hezar Cihû ji Iraqê derxistin. Cihûyên Kurdistanê yên ku li Qudsê bi cih bûn, îro jî bi bîr tînin ku cîranên wan ên Kurd alîkariya wan kirine da ku karibin xwe bigihînin Îsraîlê. Wan bi xwe re cejna xwe jî bire Îsraîlê: Seherane. Ev cejna hanê rengê Newrozê yê di nava Cihûyên Kurdistanê de bû û gelekî muhtemel e ku navê wê jî ji peyva seyranê hatibe.
QUDS