Çawa ku di her mijarê de berovajîkirin hatibe pêşxistin di vê xalê de jî têgihîştîneke şaş çêbûye. Divê bê gotin ku di xeta şehadetê de takekesîtî, ezezîtî nîne! Xeta şehîdan bi armancên mezin tê hûnandin. Nirx, sinc û çanda civakê bi vê xetê tê parastin.

Herîkîna pêşvecûna nirxên mirovahiyê her tim bi bedêlên mezin ên giranbuha gengaz bûye. Lewre di her nirxên civakî de manewiyateke qewîm heye û bi ked, hewldan û xwînê hatine afirandin. Tu gel û civak bê ked û bedêl nikare li ser lingan bimîne. Di civakên Rojhilata Navîn de navê vê bedêlê pir caran dibe şehadet! Şehîd, navê yên ji bo maf û doza welatê xwe canê xwe didin e. Di têgîna olî de şehîd wekî ew kesên ku dê biçin bihuştê tên dîtin. Lewre her tim pîroz rûmetdar û hurmetdar in. Gelo kî ji bo çi dikare mirinê bigire ber çavan? Bi çi fikir û zikrî diçe mirinê? Xeta şehadetê ji me çi dixwaze? Bêguman mirov dikare pirsan zêde bike. Tiştê ku tê lêpirsînkirin ne qelsî û lewaziya xwediyên vê dozê ye! Ê ku tê lêpirsînkirin û divê bê lêpirsînkirin em bi xwe ne! Têgîn, feraset û fêmkirina me ye. Nêzîkatî û erzaniya şêwaza me ya jiyanî ye… Zanîna armanca şehîdan ji me re dibe erk û peywira demê. Lewre ponijîn, haydarbûn û tefekur li me ferz e.

Çawa ku di her mijarê de berovajîkirin hatibe pêşxistin di vê xalê de jî têgihîştîneke şaş çêbûye. Di asta yekemîn de divê bê gotin ku di xeta şehadetê de takekesîtî, ezezîtî nîne! Ango xeta şehîdan bi armancên mezin tê hûnandin. Nirx, sinc û çanda civakê bi vê xetê tê parastin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê li ser vê ferasetê koka xwe digihîjîne axa qedîm û axa pîroz. Tovê jiyana azad bi gotina “Em bi qasî ku dikarin di riya wê di bimirin ji jiyanê hez dikin!” tê avêtin û “berxwedan” dibe “jiyan” di têkloşîna Apogeriyê de xeta şehadetê ne ew xet e ku şehîd tenê xwe bigihîjînin bihuştê. Na! Di pîvana Apogeriyê de şehadet anîna bihuştê ya li rûyê dinyayê ye û di vê xetê de jiyan bi xwe dibe bihuşt. Armanca mezin ev e! Çi wext li welatê me zarok neyên kuştin; jin rastî tecawizê neyên û neyên kuştin; çand, ziman, bîr û baweriyên gelan çi wext neyên înkarkirin, em wê demê dikarin behsa layîqbûna bi xeta şehîdan bikin.

Lê ne tenê ev e; hetaşoreşa zîhnî pêk neyê, heta şoreşa wijdanî û sincî neyê kirin xweşûştin û paqijkirina ji pergala modernîteya kapîtalîst nebe, wate û kûrbûna armanca xeta şehîdan jî nayê zanîn! Xwedîderketina rast, temamkirina armanca şehîdan e! Îro, roj roja rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad e! Ev tehayul xeyala me ya welatekî azad e! Ango em bi coş û serbilindî bin ku îro armanca şehîdên me wê pêk bê. Lê ev pêkanîn bi tenê bi destên dildarên vê xetê gengaz e! Ev xebata avakarî bi hiş û mêjiyê çîna serdest û navîn pêk nayê; qada pêkanîna vê armancê ne tenê bajar û metropolên werimandî û herimî ne; zimanê vê pêkanînê ji serî heta dawiyê kesên bi bîr û baweriya jiyana nû ne; bi ruh û coş in! Her rûxandina feraset, hînbûn û saziyeke pergala modernîteya kapîtalîst ji me re dibe moral.

Ango çalakiya ‘kirin’, ‘avakirin’, ‘guherîn’ û ‘veguherîn’ têkoşîna me ya cewherî ye. Lewma her kirineke xweş, gotineke rast û fikirîneke baş me nêzî xeta berxwedêriya şehîdan dike. Bi van pîvanan avakirina her komun û meclisan bi ruhê Heqî, Mazlum û Kemalan candar dibe. Her xweşikbûn û estetîk wekî bedewbûna Zîlan û Bêrîtan, Sema û Viyanan welatê me dê bixemilîne. Da ku em jî wekî Xeyriyan bibêjin “Em bi ser ketin!” û wekî Ferhatan bêjin “Agir venemirînin, agir geş bikin!” Şehîd, di serdema ku modernîteya demokratîk de dê her li pêş bin!


SERKAN BAYRAK*



*Ji Girtîgeha Tîpa-F a BOLUYÊ