Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG’ê Kendal Efrîn (Reşîd Simo) ku li herêma Eyn Îsa dema ku bi erka xwe ya eskerî radibû, şehîd bû, li gundê Ehrezê yê Şehbayê bi merasîmekê defin kir.
Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Merwan Efrîn axivî û got, “Ji destpêka tevgera me ya azadiyê ve em şehîdan didin. Şehîd bingeha serketina me ne. Em ê rêya wan heta pêkanîna azadî û serfiraziyê bişopînin.”
Di merasîmê de her wiha endama Rêveberiya Kongreya Star, Rojhilat Arif axivî û diyar kir ku şehîdan her tiştê xwe yê giranbuha di ber welatê xwe de daye û ji bo biratiya gelan canê xwe feda kiriye.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Kendal bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.
ANHA/ŞEHBA