WELAT KURECÎK / KÛRTAY SERHAD
ANF / ZAGROS
Gerîla şervanên azadiyê ne û ev huner timî bi hunerên din re di zik hev de ye. Şehîd Rizgar Oremar jî şervan bû û evîndarê tembûra xwe bû.
Gerîla Rizgar Oremar 9’ê Tebaxê li bejahiya gundê Meşkan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê tevî hevalekî xwe, heta fîşeka dawî şer kir û şehîd bû. Rizgar Oremar jî bi muzîkê re mijûl bû. Li çeperên dijwar ên Zagrosê di destekî wî de tembûr di destê din de jî çeka wî hebû. Oremar beriya şehîd bibe ji ANF’ê re axivîbû. Di vê hevpeyvînê de Rizgar Oremar ê ji gundê Oremarê ê ser bi Colemêrgê, ji bo jiyana xwe ya beriya gerîlatiyê digot, “Sala 1994’an tevlî nava rêxistinê bûm. Heval dihatin gundê me û bandor li min kirin. Me cerdevan û leşkerên çek di destan de timî didîtin. Dema ku çek di destê wan de bûn, mîna ku xwediyê dinyayê ne, tevdigeriyan. Lê belê hevalên ku çek di destê wan de bûn, tevî vê yekê jî gelekî dilnizm û bi rêzdarî nêzî me dibûn. Jixwe, piştre ji ber zexta dewletê em neçar man bar bikin navenda Geverê. Li Geverê me êdî li qada siyasî dest bi kar kir.”
Nerazîbûna ji tecrîdê
Sedema beşdarbûna xwe ya nav refên gerîla jî wî wiha vedigot, “Tecrîda li ser Rêbertî û şehadeta hevalên ku me ew li gund nas dikir bandor li biryara min a tevlîbûna nav refên gerîla kir. Min berê 3 caran biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibim, lê belê min kir û nekir, nebû. Herî dawî xewn û xeyalên min bi cih hatin. Piştî ku cara sêyemîn min xwest tevlî bibim, hevalan qebûl kir. Malbata min malbateke welatparêz e, çar zarokên min hene.
Şehîd Rizgar û tembûr
Li ser destbirakê xwe yê duyem ango tembûra xwe jî Rizgar digot, “Ji zarokatiya xwe ve ez distirêm. Bala malbata min li ser muzîkê ye. Di nava malbata min de çanda dengbêjiyê xurt e. Hîn ez biçûk bûm, mezinên malbatê kilamên dengbêjiyê digotin. Ji zarokatiyê ve bala min li ser tembûrê bû. Wî wextî rewşa me ya aboriyê ne baş bû, em xizan bûn. Malbata min nikarîbû tembûrê bikire. Min jî ji xwe re ji sindoqeke textîn, tembûrek çêkir. Û bi wê hînî lêdana tembûrê bûm.
Cihê tembûrê her tim di jiyana min de hebû. Bêguman bi dirêjbûna emr re kêm caran me li tembûrê xist. Lê piştî ku tevlî nava refên gerîla bûm, min ji jiyana gerîla bêhtir moral girt. Ji çiyayên bedew ên welatê xwe moralê digirim. Li van çiyayan ahenga her tiştî heye. Gerîla pê re aheng e. Dema mirov gerîla be, mirov xwe weke beşek ji xwezayê dibîne. Muzîk êdî ji bo min tê wateya ahenga gerîla û xwezayê.”
Di dawiya hevpeyvînê de Rizgar Oremar li ber tembûra xwe stranan dibêje.