Cenazeyê Hazal Aslan a ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de şehîd bûbû, li goristana Yenî ya Artemêtanê hate veşartin.

Cenazeyen kesên ku dema berxwedana xwerêberiyê li Cîzîrê ya Şirnexê li jêrzemînên Cizîrê hatibûn qetilkirin, hê jî li goristana bêkesan têne sekinandin. Cenazeyê endama YPS‘ê Hazal Aslan a ku di êrişên 16’ê Sibata 2016’an de şehîd bûbû, piştî ku DNA´yan li hev kir, piştî bi 40 mehan radestî malbatê kirin.

Malbatê ji Goristana Bêkesan a Rihayê cenaze bire Wanê. Cenazeyê Aslan li goristana Taxa Yenî ya Artemêtana Wanê hate veşartin.

Polîsên Tirk nehiştin ku kesek biçe ser cenaze. Tenê hiştin ku malbat biçe. Piştî hewcehiyên dînî, cenaze hate veşartin.

 

WAN