Xelkê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG`ê Mihemed Îbrahîm (Agirî Til Temir) yê 22’yê Mijdarê li Dêra Zorê şehîd bûbû, li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê bi merasîmeke defin kir.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Beyar Emîn axivî û got: “Em bi şehîdên xwe ji hemû herêman ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir, serbilind in. Bi saya fedakariya wan em niha jiyaneke birûmet û hevbeş pêk tînin. Em soza şopandina rêya şehîdan didin.”

Ji fermandarên QSD’ê Cesûr Amûdê jî axivî û got: “Herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, pêwîstî bi yekitiyê li hemberî faşîzma dagirkeriyê heye.” Piştî axaftinan, nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Elî Ferhan ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseyê cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spart axê.

 

ANHA/HESEKÊ